Li Stenbolê starta Nobeta Edaletê tê dayîn

  • rojane
  • 14:42 13 Kanûn 2023
  • |

STENBOL - Xizmên girtiyan bi pêşengtiya MATUHAYDER’ê li Stenbolê starta Nobeta Edaletê dan û gotin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rakirina tecrîda li ser girtiyan dê çalakî bidome. 

Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re ya Marmarayê (MATUHAYDER) di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” de li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Bagcilar a Stenbolê Nobeta Edaletê da destpêkirin. Li eywana çalakiyê pankartên “Ji dayikên lehengan hezar silav li zindanan. Em ê bi hêza xwe tecrîdê bişkînin û jiyana azad ava bikin”, “Bi jiyana azad re em tecrîdê bişikînin” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” hatibûn daliqandin. 
 
Gelek xizmên girtiyan, Dayikên Aştiyê yên nobetê digirin, hevserokên MATUHAYDER û DEM Partiyê yên Stenbolê Gonca Yangoz û Mûrat Kalmaz, endamên Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) û Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û gelek kesên din tev li daxuyaniyê bûn. 
 
‘AZADIYA FÎZÎKÎ YA OCALAN DAXWAZA ME YA SEREKE YE’ 
 
Di daxuyaniyê de ji ewil Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz axivî û got ku rojeva wan grevên birçîbûnê yên li girtîgehan hatine destpêkirin in. Kalmaz, wiha dom kir: “Bi vê nobetê me xwest piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê, dengê girtiyan bidin bihîstin û ji bo daxwazên wan bên qebûlkirin israra xwe nîşan bidin. Daxwaza me ya sereke azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan e. Li gorî me neçareserkirina pirsgirêka kurd û polîtîkayên şer girêdana xwe bi tecrîda li ser birêz Ocalan re heye. Heta ku tecrîd ranebe dê şer bi dawî nebe.”
 
‘HETA KU TECRÎD BIDOE DÊ NOBETA ME BERDEWAM BIKE’ 
 
Ji xizmên girtiyan û çalakvanên Nobeta Edaletê Fînce Akman jî wiha got: “Îktîdara AKP-MHP’ê tecrîdê giran dikin. Lewma me dest bi Nobeta Edaletê kir. Heta ku tecrîda li ser Serokê me radibe dê dev ji çalakiya xwe bernedin. Tecrîda li ser birêz Ocalan bandorê li zarokên me yên girtî jî dike. Tecrîd giran e û girtiyên me şehîd dibi. Lewma banga me li her kesê xwedîwijdan ew e ku bên vê derê.” 
 
‘EM Ê HETA DAWIYÊ LI BER XWE BIDIN’ 
 
Ji çalakvanên Nobeta Edaletê Kumrî Akgul jî destnîşan kir ku divê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Guler, diyar kir ku divê ji girtîgehan cenaze dernekevin û got: “33 meh in em agahiyan ji Serokê xwe nagirin. Çendek berê li Gemlîkê erdhej çêbû. Me xwest girtiyên li Îmraliyê bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin. Banga me li CPT’yê ew e ku peywira xwe pêk bîne. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.” Ji çalakvanan Cemîle Karakaş jî got ku divê tecrîda li Îmraliyê û girtîgehên din bi dawî bibe û banga berpirsyartiyê li her kesî kir. 
 
EV 33 MEH IN AGAHÎ JÊ NAYÊN GIRTIN
 
Hevseroka MATUHAYDER’ê Dîlek Demîr jî metna daxuyaniyê xwend. Demîr, destnîşan kir ku ji Abdullah Ocalan 33 meh in agahî nayên girtin û da zanîn ku girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd dest bi greva birçîbûnê kirine. Demîr, daxuyand ku ji roja Abdullah Ocalan hatiye radestkirin heta niha di tecrîdê de ye û ev tecrîd ji sala 2015’an ve hatiye girankirin. Demîr, daxuyand ku domandina tecrîda girankirî encama polîtîkayên înkar û îmhayê ya AKP-MHP’ê ye. 
 
BANGA BIDAWÎKIRINA TECRÎDÊ 
 
Demîr, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tecrîda giran a li Îmraliyê niha li hemû girtîgehan belav bûye. Ji ber vê tecrîdê jî girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirine. Di grevên birçîbûnê yên berê de gelek girtiyan uzvên xwe winda kirin. Heta gelek girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Weke MATUHAYDER’ê em naxwazin heman êş bên jiyîn. Lewma em bang dikin ku tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê û girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê bê bidawîkirin. 
 
Ji bo bidawîbûna êşên ku bi sedan salane li ser vê xakê tên jiyîn, em bang li rêxistinên civaka sivîl, saziyên hiqûqê û partiyên siyasî dikin ku ji bo çareseriyê bi hev re tevbigerin. Em careke din bang li hikûmetê dikin ku daxwazên girtiyan qebûl bike. Em bi girtiyan re ne û ji bo rakirina tecrîda girankirî û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk aştiyane, Nobeta Edaletê didin destpêkirin.” 
 
Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bê Serok jiyan nabe” û bi çepikan bi dawî bû. 
 
Çalakî dê her roj saet ji saet 11.00’ê heta 17.00’ê bidome. Her wiha dê her sê rojan carekê li navnîşaneke cuda bê lidarxistin. 
 

Sernavên din

12/05/2024
09:00 12'Ê GULANA 2024'AN
08:54 Ji bo 19 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
11/05/2024
22:04 Hozan Mizgîn li ser gora xwe hat bibîranîn
19:13 Lêgerîna edaletê ya Şenyaşarê di roja 100’emîn de ye
18:59 Li Colemêrgê teqîna cismekî kesek birîndar bû
16:43 Jinan ji CPT’yê re name şandin
16:26 Li 3 bajaran ji bo berdana girtiyên nexweş bang hate kirin
15:36 Şaredarê AKP’î ji şîrketa şaredariyê her meh 33 hezar lîre mûçe girtî ye
15:24 Artêşa Israilê beriya êrîşa Refahê daxuyanî da
15:16 Îşkenceya li Şakranê hate şermezarkirin
15:05 Rêxistinên kedê êrişa li dijî DEM Partiyê şermezar kirin
14:44 Komxebata Weşanên Kurd dest pê kir
14:38 Xizmên windayan li 3 bajaran aqûbeta windayan pirsîn
14:32 Ji bo Halîl û Kasim Alpsoy edalet xwestin
14:00 ‘Dema Ocalan diaxive pêşî li çareseriyê vedibe’
13:19 ARÎ DER: Em ê jiyana azad bi zimanê azad ava bikin
12:25 Yekitiya Ekolojiyê li Amedê civiya
12:21 Malbata girtî: Yên dibêjin 'Tecrîd tune' bila li girtîgehan binerin
12:06 Derket holê ku jina 7 sal in winda bû hatiye qetilkirin
11:42 Ji bo 29 bajaran hişyariya bahoz û barîna baranê
11:11 DFG’ê ji bo Ehmed daxuyanî da: PDK bi helwesta xwe sûc dike divê Ehmed berd e
10:43 Di qezayên faîlên wan diyar de 25 zarokan jiyana xwe ji dest dan
10:05 Parêzera Abdullah Ocalan: Tirkiye biryarên NY'yê yên tedbîrê îhlal dike
09:19 Sehafên Dîlokê serfetihê jî nakin
09:16 Ji rojnameger Silêman Ehmed 200 roj in tu agahî nayên girtin
09:15 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 167'emîn de didome
09:09 Rêveberê ARSÎSA'yê Acar: Divê 365 rojên salê kurdî be
09:07 Alîkarê Dîrektorê IPI Grîffen: Li hemberî rojnamegerên kurd 'taciza darazê' heye
09:04 Gurbuz: Ne tecrîd, divê em behsa azadiyê bikin
09:03 Qeyûmê Amedê berî ku biçe 267 kîlo çerez xwariye!
09:00 ROJEVA 11'Ê GULANA 2024'AN
00:18 Konsera Rastak rastî eleqeyeke mezin hat
10/05/2024
20:28 Mîhrîcana Fîlman a Jinan dest pê kir
20:25 Ji xwendekarên zanîngehê piştgirî ji bo Şenyaşarê
20:08 Li Colemêrgê 7 kes hat binçavkirin, ji 2 kesan re hepsa malê hat dayîn
16:41 Rojnameger Celal Başlangiç li Stenbolê hat bibîranîn
16:19 Li Wanê bernameya Cejna Zimanê Kurdî hate aşkerekirin
16:10 Doza şantaj û tecawiza li dijî zarokê ya li Îdirê hate taloqkirin
16:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîdê bê rakirin, daxwaz bên qebûlkirin
15:38 Artêşa Îsraîlê Refah dorpêç kir: 110 hezar kes ji cihê xwe bûn
15:34 Parêzeran li bûlwara qeza lê çêbûyî bang kirin
15:04 Bertek nîşanî qirkirina daran a li Dêrsimê dan
13:56 ÎSÎG: Di meha nîsanê de 163 karkeran jiyana xwe ji dest dan
13:40 Mamoste li dijî tundiyê li qadan e
13:24 Îdianameya 9 rojnamevanan pêşkeşî dadgehê hate kirin
13:21 Li gorî TUÎK’ê bêkarî ji sedî 0,1 kêm bû
13:17 Celal Başlangiç hate definkirin
12:36 Li Girtîgeha Hejmara 2’yan a Amedê gelek girtî hatin sewqkirin
12:27 Ji Dadgeha Bilind biryara ‘Qanûna Sansurê’: Cezayê rojnamevan Aygul hate xerakirin
12:09 Welatiyê çûbû pincarî mirî hate dîtin
12:03 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:55 Ekolojîst ji bo diyarkirina xeta têkoşînê ya nû li Amedê dicivin
11:45 Di 13 pirsan de Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar
11:24 Tîryakî: Qeyûman bi hezaran kes ne li gorî ûsûlê girtine kar
11:05 Dogan: Dê biryara Doza Kompasê ya Kobanê girîng be
10:44 Ji bo girtina Turk ê bi milyonan lîre ji şaredariyan qezenc kirî gilî hat kirin
10:23 Wekîlên li Licikê lêkolîn kirin: Sedî bi sed paşguhkirin heye
10:09 Di nava 3 salan de herî kêm berdana 384 girtiyan hate astengkirin
09:31 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
09:16 Ji bo kurdan nas bikin hatin Amedê
09:14 ‘Têkoşîna Hozan Mizgîn dê di hunera kurdî de bijî'
09:10 Tûrnûvaya fûtbolê ya Gulistan Dokû: Ciwan li dijî şerê taybet li qadê ne
09:06 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:03 Ji rojnameger Silêman Ehmed 199 roj in tu agahî nayên girtin
09:02 Li girtiyan îşkenceya 'lêgerîna nava dev'
09:01 Navenda Çand û Hunerê ya Eyşe Şan 6 polên zimanê kurdî vedike
09:00 ROJEVA 10’Ê GULANA 2024’AN
09/05/2024
19:38 Sara Kaya hat tahliyekirin
18:43 Deklerasyona 15’ê Gulanê hat eşkerekirin
16:47 Ji bo pêşbirka çîrokan a Huseyîn Denîz serlêdana dawî sibê ye
16:16 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
15:38 Êrişên li dijî DEM Partiyê hatin şermezarkirin: Em ji çeteyan natirsin
15:37 Kekê Begît ê êrişî avahiya DEM Partiyê kiribû hate girtin
14:52 Bernameya merasîma kûpayê ya Amedsporê diyar bû
14:30 Di hefteyekê de 4 kolber hatin qetilkirin
14:10 Baskê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ yê Wanê sibe dest pê dike
13:40 Li Xezayê hejmara miriyan gihişt 35 hezaran
13:31 Wênesaz Doganê beraet kir
13:23 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Dê têkoşîna me ya birêxistinkirî bi ser keve
13:22 Hejmara miriyên lêhiya li Brezîlyayê derket 100 kesan
12:35 Qeydên ‘Dia, Beyt û Semahan’ dê piştî 21 salan bên weşandin
12:34 Di doza 20 rojnamegeran de tevdîra kontrola edlî nehat rakirin
11:58 Ceza li xebatkarên Ozgurlukçu Demokrasiyê hate birîn
11:32 Fîlozof Morîn: Divê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin
11:17 Rastak sibe li Amedê konserê li dar dixe
11:16 DEM Partî: Divê ji bo kesên astengdar serferberî were destpêkirin
11:09 ‘700 hezar mamoste weke keda erzan tên bikaranîn’
10:51 Ketina çiyayên Cûdî û Gabarê ji bo 15 rojan hate qedexekirin
10:42 Kavala: Jinûvedarizandin yek ji rêgeza sereke ya hiqûqê ye
10:17 Ji ber gotina ‘Dîktator Erdogan’ ceza dan xwendekarê lîseyê
10:16 Li 10 bajaran 72 kes hatin binçavkirin
10:10 Saziyeke li ser şopa NÇM’ê: JÎN Art tê vekirin
10:09 Li Bêrecûkê cara duyemîn êrişî avahiya DEM Partiyê hate kirin
09:29 ‘Rojnamegerê’ bi milyonan lîre ji qeyûman qezenc kirî niha tetîkkêşiyê dike
09:15 198 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:13 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:11 Bîrtane: Divê her kes xwedî li çalakiya 'bibe dengê azadiyê' derkeve
09:04 Rojnamevana di bin tecrîdê de Dal: Rojnamevanî tê îllegalîzekirin
09:03 Ayaz a li girtîgehê di nava her berxwedanê de cih girtî ye: Li ber xwe bidin
09:01 Girtiyê nexweşê giran Çam: Bijîjk di derî de mûayene kir