Wasiyê Abdullah Ocalan: Divê li dora daxwaza azadiyê bibin yek

  • rojane
  • 09:05 11 Kanûn 2023
  • |
img
AMED - Wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç anî ziman ku hişyariyên erdhejê yên têkildarî Îmraliyê fikar zêdekirine. Dînç bal kişand ku daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî” rewa ye û got: “Divê li dora daxwaza azadiyê bibin yek û zorê li çareseriyê bikin.”
 
Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîdeke mutleq de tên ragirtin 33 meh in agahî nayê girtin. Çalakiyên bi daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê didomin. Piştî erdheje di 4’ê kanûnê de bi pileya 5.1 li Gemlîkê çêbû, ji bo çûna Îmraliyê serlêdana “hevdîtina bilez” hate kirin. Hêj jî ji serlêdanên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û malbatan ku ji tenduristî û ewlehiya Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din bifikarin re bersiv nehatiye dayîn. 
 
Wasiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç rewşa bi fikar a li Îmraliyê û têkildarî hewldanên li dijî vê berdewam dikin pirsên me bersivandin. 
 
Piştî erdhejê serlêdana “hevdîtina lezgîn” hate kirin. Hin pisporan jî ji bo Girava Îmraliyê hişyariyeke erdhejeke mezin kirin. Rîskeke çawa heye?
 
Piştî erdheja Gemlîkê fikar zêde bûn. Beriya niha jî ev mijar dihate nîqaşkirin. Ji xwe dihate zanîn ku xeteke fayê li Îmraliyê heye û bi taybetî jî navenda wê dê bibe wir. Gelek pisporên erdhejê gelek caran anî ziman ku dê li vir erdhejeke mezin çêbibe. Piştî erdhejê ji bo ku rewşa li wir bizanin û şertên tenduristî û ewlehiyê di cih de bibînin me serlêdan kir. Lê serlêdana me bêbersiv ma. Bendemayîneke erdhejeke mezin heye. Di demekî ev rewş evqas tê nîqaşkirin de birêz Ocalan û her 3 girtiyên din hêj di van şert û mercan de tên girtin, ev ne rewşeke asayî ye. 
 
 
Li Îmraliyê bendewariyek heye ku erdhejeke mezin pêk bê. Ne asayî ye ku birêz Ocalan di nava van şert û mercan de were ragirtin. Divê şert û mercên ku Ocalan karibe rola xwe bilîze bên afirandin. 
 
Beriya niha Birêz Ocalan diyar kiribû ku li dijî wî gelek êrîşên fizîkî û meylên jehrîkirinê hene. Birêz Ocalan gotibû ku “Mirineke ku li Îmraliyê pêk were , dê nebe mirineke xwezayî .” Di vê wateyê de em naxwazin behsa îhtîmaleke wiha jî bikin. Ji ber wê yekê divê rast nêzîkî birêz Ocalan bibin, divê rola birêz Ocalan li ser çareserkirinê baş were ditîn û divê şert û mercên ku karibe rola bilîze bên afirandin. 
 
Li Îmraliyê pêkanîneke tecrîdê ya çawa heye?
 
Ji dîlgirtina birêz Abdullah Ocalan a bi komploya navnetewî, anîne Tirkiyeyê ve li Îmraliyê tu hiqûq derbasdar nînin. Tu mafên bi peymanên navnetewî hatine ewlekirin nayên nasîn. Di nava 25 salan de rewşeke ku her diçe giran dibe heye. Di pêvajoya destpêka girtinê car caran hevdîtinên parêzeran pêk dihatin. Ev hevdîtin bi hefteyekê rojekê û rojekê saetekê hatibûn sînordarkirin. Piştî sala 2011’an veguherî qedexeya hevdîtinê ya bi parêzeran re. Di sala 2019’an de tenê 5 hevdîtinên îstîsnaî çêbûn. Ev jî di encama çalakiyên grevên birçîbûnê de çêbûn. Ev qedexeya hevdîtina bi parêzeran re didome. 
 
Bi heman awayî hevdîtina bi malbata wî re û bi rêya nameyê an jî qenalên ragihandinê yên din jî tê astengkirin. Dîroka herî dawî ya nûçe wergirtinê 25’ê adara 2021’an e. Ji vê dîrokî ve ne ji birêz Ocalan ne jî ji her sê girtiyên din agahiyê nagirin. Ev rewşa agahînegirtinê 33 meh in didome. Têkildarî vê yekê gelek serlêdanên me yên li DMME’yê û Komîteya Mafên Mirovan a NY’yê hene. Lê li gorî lezginiya rewşê nagirin dest. 
 
We serî li Wezareta Dadê dabû. Têkildarî vê bersivek nedan we. Sedemê vê yekê çiye?
 
Di salaa 2022’yan de nêzî 2 hezar parêzeran ji bo balê bikişînin ser rewşa tecrîd û bêhiqûqiyê ji bo hevdîtinê serlêdan kiribûn. Ev serlêdan jî bêencam ma. Wezîrê Dadê yê demê di sala 2019’an de di dema çalakiyên greva birçîbûnê de sozek dabû. Gotibû ku bi tu awayî li pêşiya hevdîtina parêzeran tu astengî nemane û hevdîtin tên kirin. Lê ev soz jî nehate girtin. Nayê qebûlkirin ku hikumet, Wezareta Dadê û berpirsyar evqas bêhestiyar bin. Di vî warî de hestiyariya saziyên sivîl ên civakî û aktîvîstên têkoşîna maf didin girîng e. Li gel vê hestiyariyê em bawer dikin ku hikumeta Tirkiyeyê bi serê vê tecrîdê zêdetir nikare bigire û bimeşîne û ev tecrîd dê were rakirin.
 
Di demên dawî de hevdîtin bi îdiayên “cezayên dîsîplînê” tên astengkirin. Lê hincet nayên aşkerekirin. Hûn vê rewşê çawa şirove dikin?
 
Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) di gulana 2019’an de serdana Îmraliyê kir. Rapora vê jî di tebaxa 2022’yan de weşand. CPT’yê di vê rapora xwe de tespît kir ku astengkirina hevdîtina bi malbat û parêzeran re û şertên tecrîdê li dijî peymanên navnetewî ne. Lê bi cezayên dîsiplînê yên 3 mehan an jî 6 mehan dubare dikin hevdîtina malbat û parêzeran tê astengkirin. Li gorî xwe hincetên wiha diafirînin. Lê tu bingeha hiqûqî ya van hincetan nîne. 
 
 
Li gorî qanûnan hevdîtinên bi parêzeran re nikare bi temamî were qedexekirin. Lê dadgerî 6 mehan carekê biryareke qedexeyê dide. Ne hincetên cezayên dîsiplînê ne jî biryara qedexeyê teblîxî parêzeran nakin. 
 
CPT’yê ev yek weke hincetên xapînok penase kiriye. Ji bo dadgehek an jî dadgerek biryarekê bide divê qanûn wê rayeyê bidê. Li gorî qanûnên li Tirkiyeyê hevdîtinên bi parêzeran re nikare bi temamî were qedexekirin. Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê her 6 mehan carekê biryara qedexekirinê digire. Di van biryaran de ne hincetên cezayên dîsiplînê ne jî biryara qedexeyê teblîxî parêzeran nakin. Li Tirkiyeyê veşartina dosyayan ji parêzeran û nedana dosyaya dîsîplînê ji bo parêzer, ne tiştekî ku di hiqûqê de heye ye. Heke di hiqûqê de nebe hûn nikarin tişteke bi vî awayî bi biryarên fîîlî bigirin. Hûn nikarin asteng bikin. Biryareke ku ‘van biryaran nagirim’ nabe. Bi armanca meşandina têkoşîna me ya hiqûqî van biryaran teblîxî me nakin. 
 
Abdullah Ocalan bi nirxandinên xwe yên beriya niha de gotibû ku ji pergala Îmraliyê CPT berpirsyar e. Li gorî vê tespîtê divê mirov bêdengiya CPT’yê girêdayî çi bike?
 
CPT saziya sereke ye ku pêşî li îşkence û pêkanînên xerab ên li girtîgeh û navendên girtî yên girêdayî welatên Konseya Ewropayê (KE) bigire. Di nava endamên PY’yê de girtîgeheke din nîne ku şert û mercên girtîgehê îşkence û tecrîd ev qas giran û bênavber didome ye. Lê dema em dinêrin CPT xwedî pratîk û sekneke bi vê yekê re hevrû bibe ye. Ji sala 1999’an ve CPT serdana Îmraliyê dike. Di vê noxteyê de berpirsyartiya CPT’yê heye. Lê belê tevî ku di hin raporên serdanê de pêşniyarên ji bo tespîtkirin an jî tespîtkirina bêhiqûqiyan hene jî, ev bi cih nayên anîn. Pergala tecrîdê bi girankirinê tê berdewam kirin. Her wiha berpirsyariyeke CPT heye ku raya giştî biafirîne û li dijî sîstema îşkence-tecrîdê ya giran daxuyaniyan bide. Lê li Îmraliyê vê yekê nake. 
 
Li hemû cîhanê têkildarî azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan daxwaz tên kirin. Lê Tirkiye berde nîqaşkirina meseleya azadiyê ji bo ji Abdullah Ocalan agahî neyê girtin di nav hewldaneke zêde de ye. Ev rewş bandoreke çawa li welat dike?
 
Piştî ku tecrîd xistin dewrê û qenalên diyalogê hatin girtin, polîtîkayên şer zêdetir xistin dewrê. Binpêkirinên mafan ên li Tirkiye û Kurdistanê gelek zêde bûn. Ji mafê jiyanê em bigirin heta azadiya raman û îfadeyan êdî tu heviya mirovan a li ser vê erdnîgariyê nema. Di salên 2013-2015’an de dema fikrên Birêz Abdullah Ocalan gihiştin civakê, di her kesî de hêviyek mezin bû ku aborî, tundiya li ser jinê û pirsgirêkên civakî dikarin bên çareserkirin. Bi paradîgmaya ku birêz Ocalan pêş xistiye re li ser pirsgirêka kurd û pirsgirêkên ku li Rojhilata Navîn bûne gendelî pêşketinek çêbûye. Lewma daxwazeke zêde ya xwedîderketina li birêz Ocalan û daxwaza azadiyê li qada navneteweyî heye. Êdî herkes dizane ku fikrên birêz Ocalan ji bo pirsgirêkên wan  bi xwe jî çareserine. Divê ew tenê di çarçoveya pirsgirêka kurd û Tirkiyeyê de nefikirin. 
 
 
Birêz Ocalan, di serî de Rojhilata Navîn ji bo krîzên heyî yên li cîhanê bên çareserkirin pêşniyaran pêş dixe. Ji ber vê yekê azadiya Ocalan di noxteyeke ku hemû civakê eleqedar dike ye. 
 
Birêz Ocalan, di serî de Rojhilata Navîn ji bo krîzên heyî yên li cîhanê bên çareserkirin pêşniyaran pêş dixe. Ji ber vê yekê azadiya Ocalan di noxteyeke ku hemû civakê eleqedar dike ye. Heke pêşî li Birêz Ocalan were vekirin û pergala îşkenceyê ya tecrîdê ji holê bê rakirin wê çareseriya pirsgirêkên heyî yên li Rojhilata Navîn bi taybetî jî pirsgirêka kurd rehet bibe. Ji ber vê yekê divê di asta herî mezin de xwedî li vê daxwazê bê derketin. Ji ber pêvajoya zextê ya îro li Tirkiyeyê dibe ku baş xwedî li vê daxwazê neyê kirin. Lê divê rayagiştî ya Tirkiyeyê vê fêm bike; Heke çareserî were xwestin, divê nekevin nava lêgerînên çareseriyê yên hêsan û nêzîkatiyên ku xwe bixapînin. Di bingeha krîzên heyî de çi heye? Çareseriya vê li ku derê ye? Divê berê xwe bidin vê yekê. Ji vî aliyî ve divê herkes xwedî li daxwaza azadiya birêz Ocalan derkeve.
 
Girtî tev li kampanyaya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin bûn. Ketin pêvajoyeke çawa?
 
Ev daxwazeke rewa û demokratîk e. Divê di çarçoveya vê daxwaza girtîgehande demildest gavek were avêtin. Divê hemû raya giştî li dora vê daxwazê bibe yek û zorê li çareseriyê bikin. Di sala 2019’an de çalakiyên grevên birçîbûnê çêbûbûn û encam jî hatibû girtin. Pêşiya hin hevdîtinan hate vekirin. Daxwazên li girtîgehan ne daxwazên kesayetî û li ser şert û mercên xwe ne. Ji ber vê yekê ji bo ku ev daxwaz bibe rojev, divê herkes li dora vê daxwazê bibe yek û ji bo demildest encam were girtin hestiyar bin. 
 
Hûn dixwazin ku demildest ji Abdullah Ocalan agahî were girtin. Di vî warî de berpirsyariyeke çawa dikeve ser rêxistinên sivîl ên civakî û siyasetê?
 
Dema mijar dibe birêz Abdullah Ocalan hem muxalefeta Tirkiyeyê hem jî rêxistinên sivîl ên civakî dikarin bitirs nêzîk bibin. Kesekî ku 25 sal in di nava îşkence û şert û mercên evqas giran de tê ragirtin nîne. Girtîgeheke ku 13 sal in parêzer nikarin bikevinê nîne. Lê helwest û bertekeke têkildarî vê jî nîne. Ji ber vê yekê banga me ya ji bo van beşan ev e: Rastiya ku li Tirkiyeyê mafên bingehîn ewqas tên binpêkirin, yekser bi polîtîkaya tecrîdê ve girêdayî ye. Rastiyeke ku her ev polîtîkaya tecrîdê giran dibe, binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê jî zêdetir dibin. Biya min divê ev were dîtin û li dijî tecrîdê bibin xwedî helwest û bertek nîşan bidin.
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

09/05/2024
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2024'AN
08/05/2024
21:19 'Deng bidin daxwaza dayika Emîne Şenyaşarê'
20:34 Li Cenevreyê îşkenceya Îmraliyê hat protestokirin
16:37 Ji bo Ûgûr û Orkmez ji ber deriyê girtîgehê bang kirin
15:57 Bakirhan bertek nîşanî êrişa li Bêrecûkê da: Tu hêz nikarin me ji doza me bikin
15:37 Sînemager li dijî sansûra “Kanûn Hukmu” bang kirin
15:36 Li Rihayê 17 kes hatin berdan
15:25 Dê starta bernameya Cejna Zimanê Kurdî bê dayîn
15:22 Wesayîtên ku qeyûm bi hejmareke zêde kirê kiribûn hatin vegerandin
14:59 Saziyên sivîl ên Şirnexê: Negirtina tevdîran rê li ber mexdûriyetên mezin vekir
14:35 Ji bo nexweşê SMA’yê Mîrzayê16 mehî banga alîkariyê hat kirin
14:15 YNK’ê biryara Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê red kir
13:31 Êrişa li dijî DEM Partiyê hat protestokirin: Em natirsin, li vir in
13:26 Partîzan û YDG’ê ji bo girtiyên 1’ê Gulanê bang kir
13:22 Di êrişa DEM Partiyê de birayê Begît hate binçavkirin
12:52 Peace in Kurdistanê têkildarî Îmraliyê ji CPT’yê re name şand
12:34 Li Sîngapûrê balafira şer a F-16 ket
11:53 Ozturk ê polîs lêxistibû hate veşartin
11:41 Amadekariyên hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê hatin sekinandin
11:40 Di êrişên Îsraîlê de 7 sivîlên din jî hatin qetilkirin
10:09 ‘Jinên penaber rastî nijadperestî, zext û tacîzê tên’
10:01 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin
09:51 Rojnamevanan tecrîd nirxandin: Bêyî ku li dijî tecrîdê rawestin nikare behsa azadiyê were kirin
09:48 Li dijî avahiya DEM Partiyê ya Bêrecûkê êriş hate kirin
09:47 Derket holê ku kesên wezîr digot ‘bi tiryakê hatine girtin’ polîs in
09:19 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 164 roj in di çalakiyê de ne
09:16 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 197 roj in agahî jê nayên girtin
09:09 Rojnamevan ji ber sê peyvan hatine girtin: Ocalan, Îmrali, tecrîd
09:02 Bertek nîşanî bersiva 'tecrîdê' ya wezaretê da: Hûn nikarin wekî tune be tevbigerin
09:02 Endamê meclisê ku Begît îstifa lê ferz kir: Bertîl teklîf kir, min qebûl nekir
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2024'AN
08:27 Welatiyê ku polîsê trafîkê bi motosîkletê lêdabû jiyana xwe ji dest da
07/05/2024
20:30 Çalakiya Emine Şenyaşar di roja 96'emîn de ye
18:59 Li Silopiyayê qursên zimanê kurdî hatin vekirin
17:58 DEM Partiyê li Curnê Reş dest bi xebatên hilbijartinê kir : Em ê dîsa bi ser bikevin
16:16 Di dawetê de gule reşandin, pitikeke di zikê dayika xwe de kuştin
16:08 Di nav xwarina girtiyan de gule derket
15:34 Rojnameger jî di nav de 7 kes hatin berdan
15:28 Bertek nîşanî sirgunê li Rihayê dan: Tecrîdê kûrtir dikin
15:15 Rojnameger Dal bi îdiaya ‘sedema ewlehiyê’ tê tecrîdkirin!
15:14 Li Amedê binçavkirin hatin protestokirin
14:58 Misirê êrişa Îsraîlê şermezar kir
14:57 Rojnameger sewqî edliyeyê hatin kirin
14:50 Bertekên li dijî Begît didomin: Em ê rê nedin diz û xiyanetê
14:18 Di operasyona li dijî ‘tehliyeyên bi bedela pereyan’ de 9 kes hatin girtin
13:55 Ozel û Bahçelî li Meclisê hatin ba hev
13:25 Li Mêrdînê cotkarê berhema ewil a salê rakirî bi zêrekî hat xelatkirin
12:48 Parêzerên Kavala bi daxwaza jinûvedarizandinê serlêdan kirin
12:45 Hatîmogûllari: Em bi Rêya Sêyemîn dikarin Komara Demokratîk ava bikin
12:10 JINNEWS: Di nîsanê de 30 jin hatin qetilkirin
12:03 Cezayê hefsê dan hunermend Aydinlar
11:58 MKG: Di meha nîsanê de 10 rojnameger hatin binçavkirin
11:53 Eywana şanoyê ya qeyûm kiribû wêrane dê bê nûkirin
11:29 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:08 Wezîr Tekîn got ku dê 20 hezar mamoste bên tayinkirin
10:13 Li girtîgehên Rihayê di 45 rojan de 35 girtî hatin sewqkirin
10:00 3 meh ên din jî hevdîtina malbatê li Abdullah Ocalan qedexe kirin
09:43 Li Rihayê herî kêm 14 kes hatin binçavkirin
09:42 Çîroka Aycanê têkoşer
09:37 Bertekên li dijî zextên ser rojnamegeran: Darizandinên derhiqûqî bi dawî bikin
09:37 Dadgeha Îstinafê ji bo biryara dadgehê ya Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê got 'biryar di cî de ye'
09:36 PEN Norwec îdianameya 29 rojnamevanan lêkolîn kir: Rê li ber binpêkirinê vedike
09:34 Leşkerên îsraîlî li pêşiya Deriyê Sînor ê Refahê ne
09:33 Xebatkarê emniyetê zarok û hevjînê xwe qetil kir
09:11 Xizmên girtiyan di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ de ne
09:10 Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokû: Li dijî tiryakê tîma xwe ava bike
09:07 Mudetnameya Kayarê 31 sal in girtiye hat dirêjkirin
09:02 Rapora pêzaniyê: Kana mermeran dê zirarê bide navenda baweriyê
09:02 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:01 Ji rojnameger Silêman Ehmed 196 roj in tu agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 7'E GULANA 2024'AN
06/05/2024
22:01 Li Mêrdînê li 13 siyasetmedaran ceza hat birîn
20:14 Wê ji bo Ûgûr û Orkmez biçin ber girtîgehê
19:26 Ji Şenyaşarê bang: Bila girseya li Wanê bê vir
17:06 Encamên hilbijartinê yên teqez bi encam bûn
16:51 Îranê kolberekî din qetil kir
16:33 Derhêner Kesîk hate berdan
16:24 Di civîna Meclisa Şaredariya Bêrecûkê de Begît hat protestokirin
15:47 Li Cizîrê xisar gihişt 198 xanî û 93 kargehan
15:33 Li pêşiya girtîgehan çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:22 KESK: Girtî û binçavkiriyan berdin
14:53 OHD’ê rapora ‘binpêkirinên li girtîgehên Egeyê’ eşkere kir
14:36 Li İslahiyeyê qeza: 8 kesan jiyana xwe ji dest da.
14:27 Hiqûqnas bertek nîşanî biryara Dadgeha Bilind a Kozagaçli û Tîmtîkê dan
14:23 Cenazeyê rojnameger Başlangiç dê li Kolnê bê definkirin
14:02 Bi pitika xwe ya 11 mehî re li qereqolê tê ragirtin
13:58 Meclisa Jinan a DBP’ê: Em ê siyaseta jiyanê û aştiyê bidomînin
13:56 Li ber şaredariyê banga îstîfayê li Begît kirin
13:33 Temellî: Divê şandeyeke lêkolînê biçe Îmraliyê
12:50 DFG-MKG:Rojnamegerî ne sûc e
12:49 Gezmîş, Aslan û Înan hatin bibîranîn: Têkoşîn dê serbikeve
12:36 Danişîna doza Weqfa Hîranûrê hat taloqkirin
12:20 Hejmara kesên li Brezîlyayê di lehiyê de jiyana xwe ji dest dayîn bû 78
12:11 Dema binçavkirina derhêner Kesîk cara sêyemîn hate dirêjkirin
12:04 Dê parlamenter li Licikê lêkolînê bikin
12:01 Barzanî bi rojeva ‘hilbijartinê’ çû Îranê
11:19 DEM Partî: Meşaleya di 68’an de hatiye vêxistin rêya azadiyê ronî dike
10:58 Li Samsunê jinek hate qetilkirin
10:12 Îsraîl amadehiya operasyonê dike: Refah tê valakirin
09:56 Berdevka TOP’ê: Hewl tê dayîn ku sosyalîst bên krîmînalîzekirin