Li dijî tecrîdê Nobeta Edaletê hate destpêkirin

  • rojane
  • 12:14 4 Kanûn 2023
  • |
img

AMED/MÊRSÎN - TUAY-DER’ê û Şaxa Çukurova TUAY-DER’ê ya Mêrsînê li dijî tecrîda li Îmraliyê li Amed û Mêrsînê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat di heman demê de ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî dane destpêkirin banga bilindkirina deng li raya giştî kir. 

 
Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê, di 27’ê mijdarê de dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kiribûn û çalakî di roja 8’an de berdewam dike. Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) ji bo piştevaniya bi girtiyên di greva birçîbûnê de dest bi “Nobeta Edaletê” kirin. 
 
Çalakiya nobetê bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” hate destpêkirin. Têkildarî nobetê li Şaxa TUAY-DER a Amedê daxuyanî tê dayîn. Nûnerên partiyên siyasî, sazî û dezgehan tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat bertek nîşanî polîsên hewl didan daxuyaniya li pêşiya komeleyê asteng bikin da û diyar kir ku dê li her devera komeleya TUHAD-FED’ê lê heye nobetan bidin destpêkirin. Canpolat, wiha domand: “Em tevek niha di tecrîdê de ne. Dîmenê îro jî vê rastiyê nîşan dide.” 
 
Bi domdarî Canpolat anî ziman ku ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan zêdetirî 33 meh in tu agahî nayên girtin û wiha pê de çû: “Girtiyên siyasî ji bo ku raya giştî ya derve li dijî tecrîdê bêhtir dengê xwe derxîne dest bi greva birçîbûnê kirin. Em jî dixwazin bi çalakiya xwe ya nobetê bêhtir bibin deng, dil û çavê girtiyan. Em dixwazin raya giştî di vê mijarê de bêhtir bihestiyar tevbigere. Hêj grevên birçîbûnê neketin merheleyeke xeternak divê em bêhtir bibin dengê girtîgehan.” 
 
Di berdewamê de Canpolat ev tişt anî ziman: “Li gorî me sedema temamiya xitîmînên heyî, tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan e. Ji bo jiholêrakirina vê rewşê, divê Abdullah Ocalan bikare bi parêzerên xwe re, bi malbat û bi raya giştî re bê gel hev. Li gorî me dê ev yek di mijarên aborî, siyasî û derûnî de bandoreke erênî bike. Gotinên birêz Abdullah Ocalan ji bo raya giştî binirx in. Got; ‘Ez dikarim di nava hefteyekê de şerê li Tirkiyeyê bidim sekinandin. Ev gotin, pir girîng e. Em ê li gel sazî partiyên siyasî dest bi nobetê bikin. Her 3 rojan carekê dê nobet were dewrkirin.” 
 
Daxuyanî, bi dirûşmên “Bijî berxwedana Îmraliyê" û "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû. 
 
Piştî daxuyaniyê jî nobet dest pê kir. 
 
Şaxa Çukurova TUHAY-DER a Mêrsînê li pêşiya komeleyê daxuyanî da. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ên Mêrsînê Perîhan Koca û alî Bozan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de bi zimanên kurdî û tirkî pankarta “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” hate vekirin. Hevserokê Şaxa Çukurova TUHAY-DER’ê ya Mêrsînê Ergîn Altuntaş di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Birêz Abdullah Ocalan 24 sal in bênavber di tecrîdê de tê ragirtin û îşkencekirin. Di van 33 mehên dawî de jî tu agahî jê nayên girtin. Li Girtîgeha Îmraliyê tevahiya normên hiqûqa navxweyî û navneteweyî hatine binpêkirin û veguheriya navenda îşkenceyê. Abdullah Ocalan vîna bi milyonan kesa ye û vê tecrîdê girêdana xwe bi neçareserkirina pirsgirêka kurd re heye. Em, xwedî li greva birçîbûnê ya li 104 girtîgehan hatiye destpêkirin derdikevin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, divê birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Ji bilî vê tu şenseke din a aştiyeke birûmet û çareseriyê ya gelên Tirkiyeyê nîne.” 
 
‘EM LI DORA ÇALAKIYAN BIBIN YEK’
 
Bi domdarî Altuntaş çalakiyên greva birçîbûnên yên salên berê ku encamên trajîk bi xwe re anîbûn bi bîr xist û bang li hemû derdorên demokratîk û welatparêz kir ku ji bo dengê li girtîgehan bilind dibe tev li berxwedana demokratîk bibin. 
 
Piştî daxuyaniyê, girse ji bo çalakiya Nobeta Edaletê derbasî avahiya komeleyê bû. Parlamentera HEDEP’ê Perîhan Koca di nobetê de axivî û got ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, divê Abdullah Ocalan azad bibe. Koca, bang li her kesî kir ku li dora çalakiyê bibin yek. 

Sernavên din

30/04/2024
15:20 Ewil dosyeya Bîlgîn a TJA’yî xera kirin, piştre ceza danê
14:37 Orhan Can piştî 30 salan hate berdan
14:24 Li Stenbolê 5 kes hatin binçavkirin
14:23 Ji ber qutkirina ceyranê ya DEDAŞ’ê, şitil ziwa bûn
13:56 Li Pakistanê barana zêde bû lêhî: 17 kes mirin
13:54 Doza OHD û TUAD’ê hate taloqkirin
13:52 ÎHD’ê Rapora Pêvajoya Hilbijartina Rêveberiyên Herêmî ya 31’ê Adarê eşkere kir: 44 hezar hilbijêrên xeyalî
13:21 Şahidên îtîrafkarî îtîrafkar derewandin
13:00 Li Şirnexê 4 kes hatin binçavkirin
12:58 Keskîn çû serdana rojnameger Dal: Niha di tecrîdê de ye!
12:51 Li Mereşê jinek hate qetilkirin
12:45 Bakirhan: Berxwedana gelê kurd û ruhê şoreşger ê 1ê Gulanê xwişk-bira ne
12:38 Danişîna doza rojnameger Kaya hate taloqkirin
11:45 Daxwaza girtina polîsê Oner qetil kiribû dîsa hate redkirin
11:27 Dadgeha Bilind cezayê Kozagaçli erê kir
11:26 Sosyalîstan ji bo Taksîmê bang kirin: Em li qadan bibin yek
11:00 Tehliyeya Aktaş ê li Îmraliyê salekê hate taloqkirin
10:31 DEM Partî: Divê MESEM were girtin, Wezareta Zarokan were avakirin
09:39 Dê karker li a Parka Mûsa Anter daxwazên xwe biqîrin
09:38 Ewrên ji tozê li gelek bajaran bandora xwe zêde kir
09:08 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
09:06 Ji rojnameger Silêman Ehmed 189 roj in agahî nayên girtin
09:03 Li dijî êrişên li ser rojnamevanan banga têkoşîna hevpar
09:01 Êlih û Dîlok ji bo 1'ê Gulanê amade ne!
09:00 ROJEVA 30'Ê NÎSANA 2024'AN
08:19 Berdevka TOP’ê Gozen hate binçavkirin
29/04/2024
20:32 Li Rihayê 2 ciwan hatin girtin
18:28 Emîne Şenyaşar: Ev zilm ne asayî ye
16:48 Hesabeke Şaredariya Agiriyê ya Banka Îllerê hate bloqekirin
15:44 Li Kenyayê bendav teqiya: Herî kêm 42 kes mirin
15:42 Ji bo qadên 1’ê Gulanê bang hate kirin: Dem dema mezinkirina têkoşînê ye
15:41 Rapora girtîgehên Marmarayê: Di 3 mehan de hezar û 76 binpêkirin
15:35 Dayikên Aştiyê: Edaletê pêk bînin, Makbûle Ozerê berdin
15:21 Li Semsûrê Navenda Piştevaniyê ya Zarok û Jinan hate vekirin
13:46 Koçyîgît: Daraz hewl dide kujerê Tahir Elçî biparêze
13:37 Piştgiriya PDK’ê ya di êrişên Metînayê de
13:34 Ji bo 28’ê nîsanê bibe ‘Roja bîranîn û şînê’ pêşniyarqanûn dan Meclisê
13:32 Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê: Em ê di 1’ê Gulanê de li Taksîmê bin
13:22 Baroya Amedê bertek nîşanî beraetê da: Dê sûîqesta Tahir Elçî bêceza nemîne
13:09 Li Îzmîrê 1’ê Gulanê dê li Qada Gundogduyê were pîrozkirin
13:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:33 DÎSK’ê têkildarî Taksîmê daxuyanî da
11:47 Yerlîkaya jî guh neda biryara AYM’ê ya ji bo Taksîmê
11:44 Di doza cînayeta Tahîr Elçî de dozger daxwaza beraetê kir
11:30 Baweriya bi aboriyê kêm bû
11:14 Tehliyeya rojnameger Ren 3 meh hate taloqkirin
10:55 Hejmara kesên di êrişên Îsraîlê de hatine kuştin zêde dibe
10:42 Kurtulmuş dê di 2’yê gulanê de biçe serdana DEM Partiyê
10:17 Qenala DSÎ’yê ya nayê paqijkirin gefê li tenduristiya gel dixwe
09:08 Xelatên 1’emîn Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê hatin dayin
09:05 Xwebûn bi manşeta “Karker dadikevin qadan” derket
09:01 Çalakiya boykotê ya girtiyên siyasî didome
09:00 188 roj in PDK derheqê rojnameger Silêman Ehmed de tu agahiyan nade
09:00 Ji bo danişîna Oner bang hate kirin: Divê polîsê bersûc were cezakirin
09:00 Parêzer Çakas: Di asta navneteweyî de bêdengiyek heye
09:00 ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2024'AN
08:50 Piştî qezayê agir bi pifdanka gazê ket: 14 kes birîndar bûn
08:43 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
08:39 Li Manîsayê jinek hate qetilkirin
08:20 Li Dêrsimê liv û tevgera leşkerî
28/04/2024
21:36 Li Xezayê hejmara kesên hatine kuştin derket 34 hezar û 454’an
20:21 Dayika Jîna Emînî bertek nîşanî cezayê darvekirinê da
20:01 Çalakiya nobetê ya xwendekarên ODTU’yê di roja 5’emîn de ye
19:43 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş: 2 kes birîndar bûn
18:03 Li Êlihê aktîvîteya bafirokan
17:45 Amedî ‘şampiyontiyê’ pîroz dikin
17:32 Rojnamevanê tundiya polîsan kişand hate binçavkirin
16:54 Şampiyon Amedspor!
16:13 HDK: Em hêz bidin têkoşîna ji bo qezenckirina Taksîmê
16:11 Ji bo 1’ê Gulana li Êlihê banga tevlibûnê hate kirin
16:11 Banga ‘Ji bo Huda Kaya azadî’ hate kirin
15:33 Di îktîdara AKP’ê de herî kêm 32 hezar û 478 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:21 Maça krîtîk a Amedsporê dest pê kir
15:13 Komên paramîlîter li Efrînê 3 kes revandin û li Cerablusê kesek qetil kirin
14:49 Gundên Amediyeyê hatîn bombebarankirin
14:40 Li Beşîktaşê rêzeqeza çêbûn
14:39 Di meha 148’an a komkujiyê de ji bo Roboskê daxwaza edaletê hate kirin
14:38 Piştî 30 salan li bajarê xwe hate pêşwazîkirin
14:20 Karkerên di 1’ê Gulana 1977'an de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
14:05 Li Navenda Paşveşandinê ya Ayvacikê îdiayên îşkence û destdirêjiyê
13:42 Li Dêra Surp Gîragosê ayîn hat kirin
12:55 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê fînala xwe bi 'Gomîdas' kir
12:17 Hilbijêran bersiva pirsa ‘çima rêjeya tevlibûna hilbijartinê kêm bû’ dan
11:20 Ji 16 komên muzîkê albûmeke nû
11:06 ‘Çapemeniya Azad dê bi israr kevneşopiya xwe bidomîne’
11:04 Rojnamegerên hatine girtin: Ne em, rojnamegerî hate darizandin
10:48 Hatîmogûllari: Me zîhniyeta qeyûmperest têk bir
10:28 Her car heman hincet: Rojnamegerên kurd bi ‘avadaniya çapemeniyê’ sûcdar kir
10:15 Girtiyên di çalakiyê de her hefteyê daxwaza xwe ya ‘azadiyê’ ji wezaretê re radigihînin
10:08 Tecrîd didome krîz mezintir dibin
10:06 Kovar Jînê bi manşeta 1’ê Gulanê derket
10:05 'Bilûra Nîşo' wê li Mîhrîcana Fîlman a Los Angelsê bê nîşandan
09:10 Li nava Parka Koşûyolûyê tiryak û fuhûş: Em dawî li vê bînin
09:09 ‘Hem kurê min miriye, hem dozê vedikin, yê mexdûr em in'
09:08 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan berdewam dike
09:07 187 roj in PDK derheqê rojnameger Silêman Ehmed de tu agahiyan nade
09:05 Wê di mitînga 1'ê Gulanê de bal bikişînin ser polîtîkayên şer
09:01 Esnaf ji ber krîza aborî ne dikarin bikirin ne jî bifiroşin
09:00 ROJEVA 28’Ê NÎSANA 2024’AN
27/04/2024
22:53 Mîhrîcana Şanoyê bi dawî bû: Gomîdas ji hêla sedan kesan ve hat temaşekirin