Bakirhan: Em ê bersiva kesên vîna me xesp kirine bidin

WAN - Hevserokê HEDEP’ê Tûncer Bakirhan diyar kir ku ew ê di hilbijartina herêmî de hemû şaredariyên li Wanê bigirin û got: “Em ê bersiva pêwîst bidin kesên ku di hilbijartinên herêmî de vîna me xesp kirine.”

 
Tevlibûna civînên gel ên Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tûncer Bakirhan ên li Herêma Serhedê berdewam dikin. Bakirhan îro jî li Wanê tev li civîna gel bû. Bakirhan û kesên pê re yên derveyî bajêr li noxteyekê ji aliyê sedan kesan ve hate pêşwazîkirin, bi konvoyê ber bi navenda bajar ve hereket kir. Konvoya ku Bakirhan di nav de di rê de ji aliyê welatiyan ve bi îşaretên serkeftinê û dirûşmeyan hate pêşwazîkirin. Bakirhan, di civîna gel a li Parka Mûsa Anter de axivî.
 
‘KESÊN ME NAS NAKIN EM QET WAN NAS NAKIN’ 
 
Bakirhan, bertek nîşanî astengkirinên di rê da qewimîn dan û wiha got: “Me ev pergal bi hev re nas kir ev dijminên gelê kurd in, ev ewên ku vîna gelê kurd tune hesibandine ne. Kesên li hemberî serokê navçeya partiyeke din amade dibin, dema hevserokê giştî yê partiya di parlamentoyê de partiya herî mezin a sêyemîn e di 10 deqîqeyan carekê GBT dikin û konvoya me disekinin, difikirin ku vîna gelê Wanê bişikînin. Êdî fêm bikin 40 sal derbas bûn. Girtîgeh, îşkence û GBT’yên we bi kêrî tiştekî nehatin. Vîna gelê kurd nas bikin. Bi astengkirina vîna gelê kurd tayînkirina karmendê dewletê nikarin ji holê rabikin. Kesên vîna Wanê nas nekin, gelê Wanê wan qet nas nake. Gelê Wanê dê hilbijartina pêş de mezin qezenc bike û vîna xwe deyne holê. Heke hûn nas nekin em we qet nas nakin. Em qeyûmê we nas nakin.” 
 
‘EM Ê WAN DI SINDOQÊ DE TÊK BIBIN’ 
 
Bakirhan qala qeyûmên hatin tayînkirin kir û wiha berdewam kir: “Di serî de bajarên mezin qeyûm tayînî 9 şaredariyên me yên bajaran kirin. Qeyûm li dijî jinan, kurdan e, nelirêtî û xesp e. Li Wanê jî Qersê jî Sêrtê jî Êlihê jî wiha ye. Ji ber vê yekê em ê bersiva pêwîst bidin kesên ku di hilbijartina herêmî de vîna me xesp kirine. Hûn soz didin ku li Wanê ne 10 em ê temamê 13 şaredariyan bigirin? Divê em sozê bidin ji ber ku hem li sirgunê hem jî li girtîgehan li Wan û Kurdistanê bi hezaran hevrêyên me hene ku bendewariyên wan ji me hene.” 
 
‘HEWL DIDIN KURDISTANÊ BÊMIRO BIHÊLIN’ 
 
Bakirhan, anî ziman ku Kurdistan hatiye feqîrkirin û ciwanên kurdan dixwazin bajarên xwe vala bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dixwazin erdnîgariya Kurdistanê bêmirov bihêlin û kesên ku xwedî li doza xwe derdikevin nemînin. Temamê van polîtîkayên we dê pûç bibin. Wan dê xwedî li bajarê xwe, vîna xwe û rastiya xwe derkeve. Hevalên me yên vîna gelê Wanê temsîl dikin û niha di girtîgehan de ne dê li Xaçortê li cadeyên Wanê bi awayekî serbilind bigerin lê kesên qeyûm tayînkirine, vîna me xespkirine dê mehkûm bibin ku serê wan li pêş wan bijîn. Qeyûm çi kir? Ciwanên me zêdetir neçarî koçberiyê bûn, zêdetir bêkarî çêbû zêdetir kepenk hatin girtin. Wana ku navenda bazirganiya sînor e niha bi Colemêrgê re sotemeniya cîhanê ya herî biha bikartîne. Li ber serê me mazot heye, sînor heye, mazot ji vir diçe Enqere û Stenbolê lê mazota herî bi biha em bikartînin. Ji vê re cihekarî tê gotin. Em ê ji van re nebêjin ‘na’. Di serî de mele, seyda, jin, ciwan, kesên hatine xapandin û herkesên heta niha li rex polîtîkayên zilmê yên AKP’ê disekinin qaneh bikin. Ev der bajarekî kurdan e, kesên li vir dijîn kurd in, Mala van mirovan jî partiya wan jî HEDEP e. Divê em bi vê zanebûnê bixebitin.”
 
‘JI BO TECRÎD BÊ RAKIRIN DIVÊ ZÊDETIR TÊBIKOŞIN’ 
 
Bakirhan, qala çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk û ji bo bidawîkirina polîtîkayên tecrîdê yên li ser Birêz Ocalan, li girtîgehan grevên birçîbûnê dest pê kirin. Xwişk, bira, xizm, zarok û hevrêyên me hemûyan di girtîgehan de ne. Heke têkoşîn li ber xwe dan be kesên li girtîgehan li ber xwe didin. Sedemê vê yekê ew e ku em xurttir bin. Heke em bi hêz bûna, em xwedî li maf û hiqûqa xwe derketibûna, li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê dest pê nedikir da polîtîkayên tecrîdê bi dawî bûna. Em dibêjin di sala 2015’an de birêz Ocalan hemû hewldanên xwe ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêbazên demokratîk danîn holê. Got neteweya demokratîk, komara demokratîk hemwelatibûna wekhev. Ez niha ji we dipirsim; kurd nebin hemwelatên wekhev dê bibin çi? Em hemû dê bibin tirk? Bibin AKP’î? Ji ber vê yekê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd ya bi rêyên demokratîk ji bo rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan divê em xurttir têbikoşin.”
 
‘EM Ê HEMÛ ŞAREDARIYAN BIGIRIN’ 
 
Bakirhan, Osman Şiban û Servet Tûrgût ên di sala 2021’an li Wanê ji helîkopterê hatin avêtin bi bîr xist, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ne pêkane mirov Osman Şiban û Servet Tûrgût ji bîr bike! Xwestin ku kurdên kedkar ên gundî ji helîkopterê biavêjin û bikujin. Osman Şiban hêj tê darizandin me Servet Tûrgût winda kir. Makbûle Ozerê hûn hemû baş dizanin, 73 salî ye. Dayika ji ber pirsgirêkên wê yên tenduristiyê doza wê hate taloqkirin vê desthilatê şand girtîgehê. Di kîjan ol û baweriyê de şandina mirovên 75,80 salî ya girtîgehê heye. Baweriyek, olek, mirovahiyeke wiha heye? Van ne ji olî ne jî mirovahiyê tiştek negirtine. Di wê baweriyê de me ku di hilbijartina pêşiya me de em ê bi wergirtina hemû şaredariyên li Wanê re mizgîniyeke mezin bidin hevalên xwe yên li sirgûn û girtîgehan.”
 
 
 
 

Sernavên din

27/04/2024
22:53 Mîhrîcana Şanoyê bi dawî bû: Gomîdas ji hêla sedan kesan ve hat temaşekirin
21:40 Nûçegihana me Dal rastî lêgerîna tazî hat
21:06 Li Mersînê mîhrîcana ‘ji bo wekheviyê reqsê bike’
17:13 Di ‘Mitînga Mezin a Parastinê de bal kişandin ser tecrîdê
17:05 Lijneya Giştî ya Odeya Bijîjkan a Amedê: Em ê bijîşkiya baş bidomînin
16:42 Hate xwestin ku girtiyên nexweş Yildiz û Çaglak bên berdan
16:35 Lijneya Giştî ya GGC’ê, Bozarslan ji nû ve hilbijart
16:09 Ji Mitînga Herêmê ya Êlihê re bangawaziya tevlîbûnê
16:03 ÎHD: Jiyana Makbûle Ozer di bin xetereyê de ye
15:48 Xizmên windayan ji bo Kavak, Yilmaz û Ozdel edalet xwestin
15:28 ‘Rojnamevan ji ber polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê hatin girtin’
14:58 Ji OHD’ê û MED TUHAD-FED’ê ‘Rapora Binpêkirinên Mafan ên li Girtîgehan’
14:31 Partî û rêxistinên civakî bang kirin: Tecrîda li Îmraliyê rakin
14:07 Şanoger Keskîn: Dîaspora pireke di navbera şanoya kurdî û cîhanê de ye
13:56 Aqûbeta Yedîgol ê beriya 43 salan di bin çavan de hate windakirin hate pirsîn
13:42 DFG Û MKG: Darizandina rojnamevanan rawestînin
13:35 Sînora xizaniyê derket 58 hezar lîreyan
11:55 Çalakgerên gundê Marûnisê: Bila ji erdnîgariya me derkevin
11:46 Penaberên şandine Wanê tundiya li GGM’a Antalyayê vegotin
10:43 EFJ’ê ji bo serdegirtina televizyonan daxuyanî da
10:36 DEM Partiyê bersiva gefên girtina partiyê da: Gelên me destûra vê nadin
10:25 KDV’ya kahwexane û xwaringehan hate zemkirin
10:22 ‘Heke desthilat were guhertin dibe ku em bikarin bêhnê bistînin’
10:15 Hevserokê Şaxa ÎHD’a Wanê: Daxwazên girtiyan dê aştiya civakî xurt bike
09:45 Der barê kesên rastî 'tundiya polîsan hatin' de lêpirsîn hate destpêkirin
09:33 Li Stenbolê mirina biguman a jinekê
09:29 Şagirtên Dibistana Egîdê Cimo li benda alîkariyê ne
09:28 Banga ji bo mîtînga 1'ê Gulanê ya Êlihê
09:28 Ji rojnameger Silêman Ehmed 186 roj in agahî nayên girtin
09:27 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:26 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Ez di zindanê de ji nû ve çêbûm
09:16 Şanogerên kurd: Şanoya kurdî li dijî êrişan mezintir bû
09:02 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2024'AN
08:51 Li Erzînganê erdhej çêbû
00:10 Ji Aslanê hate girtin peyam: Em ê nivîsandina xwe bidomînin
26/04/2024
23:45 3 rojnamevan hatin girtin
22:40 Mîhrîcana şanoyê didome: Bernarda û Înfaz derketin pêşberî şanohezan
19:46 Emîne Şenyaşar 87 roj in li ber Wezareta Dadê ye
18:19 Rojnamevanên hatin berdan: Em ê tim li dû rastiyê bin
16:01 Biryara sewqkirina bi daxwaza girtinê ya rojnamegeran nedan parêzeran
15:13 Vaye neguhezbarên ku qeyûmê Amedê dewr kirine
14:39 3 rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
14:24 Li Cizîrê 19 kes hatin binçavkirin
13:55 ‘Hate tomarkirin ku qetilkirina karsazên kurd bi biryara MGK’ê pêk hatiye’
13:27 Deynê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bû
13:20 Di doza êrişa bombeyî ya Cadeya Îstîklalê de biryar hate dayîn
13:09 Li Girtîgeha Şakranê cezayê hucreyê dan girtiyan
13:03 TJA: Di 1’ê Gulanê de em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
11:52 Li Efrînê 2 welatî hatin revandin
11:15 Ji rojnamegerên binçavkirî nûçeyên çêkirin hatin pirsîn
11:07 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:03 Rojnamegerên binçavkirî anîn edliyeyê
11:02 Li Colemêrgê çalakiya li dijî madenê di roja 4’emîn de ye
10:35 Rojnamevan Altan: Ji bo nûbûn û demokratîkbûnê pêdivî bi lihevkirinê heye
09:39 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
09:29 Li Rihayê bi ser malan de hate girtin
09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:20 Raporên ATK'ê: Dixwazin şert û mercên tecrîdê 'rewa' bikin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed ê asayîşa PDK'ê revandiye 185 roj in agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:03 Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
09:02 Herkiyê YNK’yî: Hevkariya bi Tirkiyeyê ji bo Iraqê zirar e
09:01 Serokê DSMMMO'yê Bozhan: Kêr gihaştiye hestî
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2024'AN
25/04/2024
22:52 CPT vê carê jî xist stuyê DMME'yê
20:32 Li Colemêrgê 4 ciwan hatin tahliyekirin
18:56 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
18:54 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê serbest hat berdan
17:45 DEM Partî piştgirî da Şenyaşaran: Ev daxwaz bang li wijdanên me tevan dike
17:10 Îfade wergirtina rojnamevanan temam bû: Tu çima tev li civîna çapemeniyê bûyî?
16:38 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê hate binçavkirin
16:37 Dozger xwest ku doza derbarê Şenyaşar de hatiye vekirin bê betalkirin
16:14 Rojnamevanên şahid tundiya polîsan vegotin
15:56 4 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin cezakirin
15:48 Dozger xwest rojnameger Kartal bê cezakrin
15:43 Li gorî girteka polîsan pirtûka Kişanak qedexe ye!
15:36 Li Amedê cînayeta kar
15:23 Li Qoserê hejmara binçavkiriyan derkete 30’an
14:45 Dozgerî ji bo 10 rojnamegeran ceza xwest
14:40 Karûbarên îfadeyê yên rojnamegeran dest pê kir
14:34 Hesaba X’ê ya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hate astengkirin
14:32 Êrişên li dijî Çapemeniya Azad dê li Ewropayê werin protestokirin
14:09 OHD û Dev Yapi-Îş: Kardêr û rêveberiya herêmî ji mirina 29 karkeran berpirsyar in
14:01 Tirkiye sînora Biradost û gundên Efrînê bombebaran dike
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:37 Banga ji bo 1’ê Gulanê: Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi Taksîmê ve
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
13:14 64 kes bertek nîşanî qedexeya 1’ê Gulanê ya Taksîmê dan
13:00 Gefên li dijî Serokê Baroya Amedê Eren weke ‘rexne’ parast
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
12:33 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê’ hate taloqkirin
12:10 CPT’ê ji bo tecrîda li Îmraliyê got: Em rewşê ji nêz ve dişopînin
11:40 Di doza qezaya trenê ya Çorluyê de biryar hate dayîn
11:39 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:30 AYM’ê ji bo serlêdana Can Memîş biryara binpêkirinê da
11:16 Li Mûşa ku AKP’ê digot ‘bêdeyn e’ 890 milyon lîre deyn heye!
10:59 Rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
10:15 Girtiya di çalakiyê de: Em xeleka berxwedaneke li cîhanê belav bûyî ne