Gumuştaş: Êrîşên li ser partiya me ne tesadufî ne

img

ÎZMÎR – Hevseroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaş ku hatibû binçavkirin û bi biryara hepsa malê hatibû berdan, destnîşan kir ku sedema operasyonên li hemberî partiya wan, girêdayî rojeva derbarê girtina HDP'ê de ye ku ew jî pêkhateyeke wê ne. 

Di 14'ê Çileyê de li hemberî rêvebir û endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) li 12 bajaran operasyon hatibûn lidarxistin û di van operasyonan de 47 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatibûn binçavkirin Hevseroka ESP'a Stenbolê Ezgî Bahçecî, Serokê ESP'a Îzmîrê yê berê Kerîm Altinmakas, Pisporê Rêxistinbûyînê yê Sendîkaya Lîmter-ÎŞ'ê Denîz Bakir, Gulşah Parlak û endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Sitki Gungor hatibûn girtin. Hevseroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaş û nûçegihana ETHA'yê Pinar Gayip jî di nav de 42 kes jî bi biryara hepsa malê hatibûn berdan. 
 
Hevseroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaşê operasyonên li dijî partiya wan nirxandin. 
 
‘EM BI ÊRÎŞÊN HIQÛQÎ Û SIYASÎ RE RÛ BI RÛ MAN' 
 
Gumuştaş, anî ziman ku operasyonên li hemberî partiya wan spartine beyanên îtirafkarekî û ji ber van beyanan hatine kirin. Gumuştaş, destnîşan kir ku di binçavan de bi êrîşên hiqûqî û siyasî re rû bi rû mane. Gumuştaş, bibîr xist ku di çarçoveya van operasyonan de 5 hevalên wan hatine girtine û îqtidarê û polîsên girêdayî wê bi qirkirineke siyasî zext li partiya wan kirine. 
 
Gumuştaş got: "Her tim dibêjin; em ê têkoşîna azadiyê ya kurd û sosyalîstan biqedînin. Lê em ê her tim hebin. Hêrsek heyek li hemberî vê. Mesela dest danîn ser pereyên aydên partiya me. Wêneyên şehîdên me avêtin hundirê klozetan û pêl wan kirin. Xwestin bi vî awayî nirxên me bieciqînin. Destên me ji paş de kelemçe kirin. Ez hevserokeke giştî me û 10 saetan bi tena serê xwe lo korîdora edliyeyê hatim sekinandin. Pêdiviyên me yên wekî av û şekir, demeke dirêj nedan me. Sedema vê jî hêrsa wan a li hemberî me ye." 
 
‘KOMPLOYA SIYASÎ' 
 
Gumuştaş, destnîşan kir ku êrîşên bi vî rengî ji serî heta binî "komployeke siyasî" ne û dozgerê lêpirsînê jî wekî elemanekî îstixbaratê xebitiye. Gumuştaş, bilêv kir ku dê giliyê vî dozgerî bikin. 
 
Gumuştaş, diyar kir ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye binçavkirin lê belê dozger xwestiye bi îdiaya "rêvebertiya rêxistinê" bê girtin û got: "Qelemek din li îdiaya xwe zêde kir. Di dema lêpirsînê de jî dadgerên lêpirsînê û parêzerên me di warê hiqûqa rasteqîn detêkoşiyan. Min ji dadgerê lêpirsînê re got; Em dibînin zext li we tên kirin. Hûn bawer dikin ku dosye vala ye. Lê hin ji we re dibêjin ku 'bila ev kes bên girtin.' Di rewşeke werê de, biryardayîn zehmet e. Tew zilamê welêt her roj dibêje gere HDP bê girtin. Di atmosfereke polîtîk de, biryareke zehmt e. Zext û zoriyên mezin li ser dadgehan hene. Peywira me jî ew e ku em hiqûqê rê vana bidin." 
 
‘EV HAPSİ KARARI REHİN ALMA POLİTİKASI’
 
Gumuştaş ji bo biryara hepsa malê jî anî ziman ku polîtîkaya "dîlgirtinê" ye. Gumuştaş, xwest rojek berî rojekê hevalên wan ên hatine girtin bên berdan.
 
Gumuştaş, anî ziman ku êrîşên li ser partiya wan ne tesadufî ne. Gumuştaş, destnîşan kir ku êrîşên li ser partiya wan girêdayî rojeva derbarê girtina HDP'ê de ne ku îqtidara AKP'ê û hevkarê wê MHP'ê her tim tînin ziman. 
 
Gumuştaş got: "Bloka faşîst a AKP-MHP'ê her diçe hîn bêtir diperpite, lewma êrîşê tîne ser kirdeyên polîtîk ên wekî me ku em îqtidara wan dihejînin. Heta werê dixwazin ku HDP'ya ku barîkata herî mezin a têkoşîna azadiyê ye, bigirin. Lewma êrîşê me dikin." 
 
TÊKOŞÎNEKE TOPYEKÛN 
 
Gumuştaş, da zanîn ku van rojan dê civîna wan a Desteya Rêvebir a Navendî çêbibe û ew ê bernameyeke xebatê amade bikin. Gumuştaş got: "Bi rastî jî îqtidar rojan dihejmêre. Her ku rojan dihejmêre êrîşên xwe yên li ser me jî zêde dike. Lewma li dijî van êrîşan pêdiviya me bi têkoşîneke azadiyê ya xurt û têkoşîneke yekbûyî heye. Ev demeke em vê yekê nîqaş dikin. Em û HDP û HDK'ê nîqaş dikin. Her wiha em êrîşên li ser rêxistinên jinan jî bi rêxistinên jinan re nîqaş dikin. Kirdeyên polîtîk, partiyên siyasî û rêxistin hemû divê bi têkoşîeke topyekûn li dijî faşîzmê bitêkoşin. Em ji bo vê hewl didin hin rêyan biafirînin. A rast em hewl didin ku gotina xwe û çalakiya xwe li dor dirûşmeya sereke 'em faşîzmê birûxînin, em azad bibin' bînin cem hev." 
 
MA / Esra Solîn Dal

Sernavên din

09:57 Endamê Şandeya Îmraliyê Erol: 'Qanûna Aştiyê' dê pêşiya sedsaleke nû ya Tirk-Kurdan veke
09:46 Li Enqere û Stenbolê li dijî DAIŞ'ê operasyon
09:29 Şaredarê Îzmîrê yê berê Soyer hate girtin
09:04 'Qanûnên azadiyê ne amûra bazarkirin an jî jestê ne'
09:00 ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2025'AN
29/12/2025
20:43 Dê peyama sersalê ya Abdullah Ocalan bê parvekirin
16:37 Rêya Colemêrg-Şirnexê ji çûnhatinê re hat girtin
16:15 Li Cizîrê bang ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
15:56 Doza Narîn Guranê: Dadgeha Bilind cezayê dê, ap û bira erê kir
15:48 Êrişî çalakiyên li Tehranê hat kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
15:35 Bakirhan: Li dijî DAIŞ'ê helwesta hevpar divê
15:13 Li Mêrdîn û Şirnexê ji ber berfê rê hatin girtin
14:49 Ji Serhedê bang: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bivênevê ye
13:18 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rapora salane ya xebatên jinan aşkera kir
12:48 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de 3 polîs mirin
11:41 Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê êrişên li dijî Elewiyan şermezar kir
11:21 Ji bo operasyona li dijî DAIŞ’ê ya li Yalovayê biryara qedexeya weşanê hat dayin
11:08 Li ser Sûrên dîrokî dîmenên nûwaze
10:56 Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Şamê hate taloqkirin
10:41 Li zozanên Lolanê agahî ji 21 kesan nayê girtin
10:40 GES’a li Dêrsimê hatibû temamkirin hat mohrkirin
09:46 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Sala Azadî û Hêviyê’ derket
09:44 Li Yalovayê operasyona DAIŞ’ê: 7 polîs birîndar bûn, pevçûn didome
09:43 Mêrdîn bi berfê xemilî
09:27 Amed bi berfê xemilî
09:18 Veşartina dîmenan di dosyaya Kurdî de gumanên cînayetê xurt dike
09:15 ‘Heta faîl neyên cezakirin dê jin tu caran di ewlehiyê de nebin'
09:11 Komeleya Jinan a Rosayê di sala xwe ya 8’an de ye
09:09 Entegrasyona pozîtîf: Ji bo rêveberiya xweser, federal û konfederal guncav e
09:05 Canpolat: Rewşa girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2025'AN
28/12/2025
19:31 Rêveberiya Xweser êriş şermezar kir: Berpirsiyar Hikumeta Demkî ye
17:36 Bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:42 Li Amedê şînên PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:35 Der heqê girtiyê binpêkirin vegotî lêpirsîn hate destpêkirin
15:38 Komkujiya Roboskê li gelek bajaran hat protestokirin: Berpirsyaran bidarizînin
15:10 Tulay Hatîmogûllari: Rêya aştiyê ji Roboskê derbas dibe
Keskîn Bayindir: Em ê dev ji doza Roboskê bernedin
13:56 Abdullah Ocalan: Ez bawerim ku ciwan dê bi rola xwe ya pêşeng rabin
13:47 AKKAY-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:13 Li bajarên Serhedê rêyên 3 hezar û 46 jîngehan hatin girtin
13:02 Li Rojhilat du kolberên di bin aşûtê de ketin jiyana xwe ji dest dan
12:33 Li Roboskê bîranîna sala 14’an: Qêrîna me ya edaletê bibihîsin
11:31 Weqfa Ensarê ku bi dehan lê zarok hatibûn îstîsmarkirin dê dersa ‘exlaqê’ bide
10:38 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyarî kir
10:31 Hejmara 148’an a kovara Jinê derket
10:15 Li Sûriyeyê şerê neftê û gaza xwezayî
09:22 Li Elkê zêdetirî metreyek berf bariya
09:18 Li Pirsûsê şaredarî kolanan çêdike DEDAŞ xira dike
09:12 Ji kanala dîrokî ya 51 kîlometreyî tenê 3 kîlometre ji bo avdanê tê bikaranîn
09:11 Hevseroka KATDER’ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em ê di 4’ê Çileyê de li qadan bin
09:07 Hiqûqnasan bertek nîşanî 11'emîn Pakêta Darazê dan
09:00 Ciwanan serî netewandin, bûn pêşengên berxwedanan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2025'AN
27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Duh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarokan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê