Gumuştaş: Êrîşên li ser partiya me ne tesadufî ne 2021-01-22 09:08:54 ÎZMÎR – Hevseroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaş ku hatibû binçavkirin û bi biryara hepsa malê hatibû berdan, destnîşan kir ku sedema operasyonên li hemberî partiya wan, girêdayî rojeva derbarê girtina HDP'ê de ye ku ew jî pêkhateyeke wê ne.  Di 14'ê Çileyê de li hemberî rêvebir û endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) li 12 bajaran operasyon hatibûn lidarxistin û di van operasyonan de 47 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatibûn binçavkirin Hevseroka ESP'a Stenbolê Ezgî Bahçecî, Serokê ESP'a Îzmîrê yê berê Kerîm Altinmakas, Pisporê Rêxistinbûyînê yê Sendîkaya Lîmter-ÎŞ'ê Denîz Bakir, Gulşah Parlak û endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Sitki Gungor hatibûn girtin. Hevseroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaş û nûçegihana ETHA'yê Pinar Gayip jî di nav de 42 kes jî bi biryara hepsa malê hatibûn berdan.    Hevseroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaşê operasyonên li dijî partiya wan nirxandin.    ‘EM BI ÊRÎŞÊN HIQÛQÎ Û SIYASÎ RE RÛ BI RÛ MAN'    Gumuştaş, anî ziman ku operasyonên li hemberî partiya wan spartine beyanên îtirafkarekî û ji ber van beyanan hatine kirin. Gumuştaş, destnîşan kir ku di binçavan de bi êrîşên hiqûqî û siyasî re rû bi rû mane. Gumuştaş, bibîr xist ku di çarçoveya van operasyonan de 5 hevalên wan hatine girtine û îqtidarê û polîsên girêdayî wê bi qirkirineke siyasî zext li partiya wan kirine.    Gumuştaş got: "Her tim dibêjin; em ê têkoşîna azadiyê ya kurd û sosyalîstan biqedînin. Lê em ê her tim hebin. Hêrsek heyek li hemberî vê. Mesela dest danîn ser pereyên aydên partiya me. Wêneyên şehîdên me avêtin hundirê klozetan û pêl wan kirin. Xwestin bi vî awayî nirxên me bieciqînin. Destên me ji paş de kelemçe kirin. Ez hevserokeke giştî me û 10 saetan bi tena serê xwe lo korîdora edliyeyê hatim sekinandin. Pêdiviyên me yên wekî av û şekir, demeke dirêj nedan me. Sedema vê jî hêrsa wan a li hemberî me ye."    ‘KOMPLOYA SIYASÎ'    Gumuştaş, destnîşan kir ku êrîşên bi vî rengî ji serî heta binî "komployeke siyasî" ne û dozgerê lêpirsînê jî wekî elemanekî îstixbaratê xebitiye. Gumuştaş, bilêv kir ku dê giliyê vî dozgerî bikin.    Gumuştaş, diyar kir ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye binçavkirin lê belê dozger xwestiye bi îdiaya "rêvebertiya rêxistinê" bê girtin û got: "Qelemek din li îdiaya xwe zêde kir. Di dema lêpirsînê de jî dadgerên lêpirsînê û parêzerên me di warê hiqûqa rasteqîn detêkoşiyan. Min ji dadgerê lêpirsînê re got; Em dibînin zext li we tên kirin. Hûn bawer dikin ku dosye vala ye. Lê hin ji we re dibêjin ku 'bila ev kes bên girtin.' Di rewşeke werê de, biryardayîn zehmet e. Tew zilamê welêt her roj dibêje gere HDP bê girtin. Di atmosfereke polîtîk de, biryareke zehmt e. Zext û zoriyên mezin li ser dadgehan hene. Peywira me jî ew e ku em hiqûqê rê vana bidin."    ‘EV HAPSİ KARARI REHİN ALMA POLİTİKASI’   Gumuştaş ji bo biryara hepsa malê jî anî ziman ku polîtîkaya "dîlgirtinê" ye. Gumuştaş, xwest rojek berî rojekê hevalên wan ên hatine girtin bên berdan.   Gumuştaş, anî ziman ku êrîşên li ser partiya wan ne tesadufî ne. Gumuştaş, destnîşan kir ku êrîşên li ser partiya wan girêdayî rojeva derbarê girtina HDP'ê de ne ku îqtidara AKP'ê û hevkarê wê MHP'ê her tim tînin ziman.    Gumuştaş got: "Bloka faşîst a AKP-MHP'ê her diçe hîn bêtir diperpite, lewma êrîşê tîne ser kirdeyên polîtîk ên wekî me ku em îqtidara wan dihejînin. Heta werê dixwazin ku HDP'ya ku barîkata herî mezin a têkoşîna azadiyê ye, bigirin. Lewma êrîşê me dikin."    TÊKOŞÎNEKE TOPYEKÛN    Gumuştaş, da zanîn ku van rojan dê civîna wan a Desteya Rêvebir a Navendî çêbibe û ew ê bernameyeke xebatê amade bikin. Gumuştaş got: "Bi rastî jî îqtidar rojan dihejmêre. Her ku rojan dihejmêre êrîşên xwe yên li ser me jî zêde dike. Lewma li dijî van êrîşan pêdiviya me bi têkoşîneke azadiyê ya xurt û têkoşîneke yekbûyî heye. Ev demeke em vê yekê nîqaş dikin. Em û HDP û HDK'ê nîqaş dikin. Her wiha em êrîşên li ser rêxistinên jinan jî bi rêxistinên jinan re nîqaş dikin. Kirdeyên polîtîk, partiyên siyasî û rêxistin hemû divê bi têkoşîeke topyekûn li dijî faşîzmê bitêkoşin. Em ji bo vê hewl didin hin rêyan biafirînin. A rast em hewl didin ku gotina xwe û çalakiya xwe li dor dirûşmeya sereke 'em faşîzmê birûxînin, em azad bibin' bînin cem hev."    MA / Esra Solîn Dal