Surucu: Em bi tovên xwe çandiniya xwe bikim

img

RIHA - Parlementera HDP'î Ayşe Surucu, destnîşan kir ku polîtîkayên çandiniyê yên îqtidarê tu hêz û quwetê li cotkaran zêde nake û got: "Em bi tovên ku em hildiberînin çandiniyê bikin, em bi xwe tevdîrên xwe bigirin. Em li dor nirxên xwe yên çandiniyê bibin xelek, em hilberînê bidomînin." 

Parlementera HDP'ê ya Rihayê û Endama Komîsyona Çandiniyê ya Meclîsê Ayşe Surucu, ziwabûna rû dide û polîtîkayên çandiniyê yên îqtidarê nirxandin. 
 
CIVAK MEXDÛR E 
 
Surucu, destnîşan kir ku polîtîkayên çandiniyê yên îqtidarê hêz û quwetê li cotkaran zêde nake û jixwe ji budçeya ku hatiye veqatndin ev yek careke din eşkere bûye ku budçe li gor herêman bi awayekî wekhev nehatiye payêkirin. Surucu, bibîr xist ku par alîkariya ji bo tov li Amed, Mêrdîn, Riha û bajarên din ên herêmê bi awayekî wekhev nehatiye belakirin û ev yek jî nîşaneya ku budçe bi awayekî wekhev nayê payêkirin. 
 
Surucu got: "Ev yek dike ku cotkarên li herêmê mexdûrtir bibin. Li Tirkiyeyê cotkar dev ji çandiniyê berdidin. Her diçe qadên çandiniyê kêm dibin. Sedemek vê jî mesref in. Her wiha li herêmê şîrketeke ceryanê ya wekî DEDAŞ'ê heye. Hem ceryanê dibire hem jî fatûreyên giran dibire. Polîtîkayeke ku piştgiriya cotkaran bike tune ye. Bi vî awayî tevahiya civakê tê mexdûrkirin." 
 
ÇANDINÎ Û KURD 
 
Surucu, destnîşan kir ku civaka kurd civakeke çandiniyê ye û li ser asasên xweza û ekolojiyê ye, lê belê niha tê xwestin ku ev çanda çandiniyê bê pûçkirin. Surucu, bilêv kir ku pêgirtîbûna kapîtalîzmê li civakê tê ferzkirin û berên ku mirov bi destê xwe hildiberînin tên tunekirin. Surucu got: "Ji Venezuelayê bi tonan penêr îthal dikin. Ma çi bi penêrê Wan, Sêrt, Erzirom, Riha û Qersê hatiye? Çima piştgiriya mirovên li van bajaran nayê kirin? Çima piştgiriya sewalvaniyê nayê kirin? Gelê kurd û ax pir li hev dikin. Xwe bi xwe gelek berên xwe hildibrandin. Niha jî dixwazin gelê kurd bikin pêgirtiyê kapîtalîzmê. Armanca wan tunekirina vê civaka xwezayî û ekolojîk e." 
 
Surucu, anî ziman ku ew HDP dixwazin mirov li warê xwe jiyana xwe bidomînin û got: "A girîng mirov li warê xwe bi axa xwe debara xwe bike. Ji bo vê jî hin şert divên. Divê mirov ji warê xwe koçber nebin û ji bo karibin debara xwe bikin kooperatîfbûyîn û serevanî bê teşwqîkirin. Her wiha ji bo sewalvaniyê jî divê piştgirî bê kirin." 
 
KOMBÛNA LI DOR NIRXÊN XWE 
 
Surucu, hişyariya Rêxistina Zexîre û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) ku ragihandibû li seranserê cîhanê zexîre kêm dibe, bibîr xist û got: "Hat diyarkirin ku di warê zexîre de dê pirsgirêkên mezin rû bidin. Gelo Tirkiye ji bo vê yekê çi qasî amade ye? Derbarê rewşa gel de fikarên me hene. Her diçe rewşa cotkaran xirab dibe. Li gel vana m bi tovên ku em hildiberînin çandiniyê bikin, em bi xwe tevdîrên xwe bigirin. Em li dor nirxên xwe yên çandiniyê bibin xelek, em hilberînê bidomînin."  
 

Sernavên din

17:12 ANYAKAY-DER: Dewlet kesên li mafên xwe digerin krîmînalîze dike
17:09 Hevdîtina jinan a mezin dest pê kir: Dilê me ji bo azadiyê lê dide
17:02 Hevserokên MEBYA-DER'ê 8 rojin li Midûriyeta Polîsan tên girtin
16:23 Li Wanê daxuyaniya roja 100’emîn: Tecrîd bila bê rakirin
16:20 Jinan li Qamişlo mîtînga 8’ê Adarê li dar xist:
Ji bo Ocalan û jin azad bibin emê têbikoşin
16:09 Ber bi 8'ê Adarê ve: Di sedsala 21'emîn têkoşîn mezin dibe
15:58 Efser: Helîkoptera li Şirnexê ket jî wekî qeza nîşan dan
15:47 Perîhan Pûlat bi qurnefîlan hat bibîranîn
15:46 ÎHD: Rewşa 61 jinên girtî giran in
15:29 ‘Ma di destên dayikan de çek hebûn?’
15:03 Leyla Guven: Em ber bi azadiyê ve dibezin
14:35 Rewşa girtiyên jin ên nexweş girantir dibe
14:34 MED TUHAD-FED: Bila tecrîd rabe û daxwazên girtiyan bên bicihanîn
13:40 Dayikên Şemiyê aqûbeta jinên winda pirsîn
13:22 Wezareta Perwerdehiyê ji bo kurdî tenê 3 mamoste tayîn kir!
12:23 Papa bi Rêberê Olî yê Şîeyên Iraqê Ayetullah Elî Sîstasî re hevdîtin kir
12:16 Xizmên Windayan li kujerên Bedriye Gumuş pirsîn
12:07 Dede: Heta ku daxwazên girtiyan werin qebûlkirin em ê têbikoşin
12:06 Ji Ayla Akat Ata peyama 8’ê Adarê: Wê dengê me bi dengê jinan re olan bide
11:46 Esnafên Amedê: ‘Asayîbûyîn’ wê nekare kavilê salekê rake
11:02 Ji bo vegerin karê xwe di nobetê de ne
11:02 Di 28 salan de 38 helîkopter ketin an hatin xistin
10:40 Sarisaç ê li ber walîtiyê çalakî li dar xist: Em ê paş ve gav neavêjin
10:28 Ji bo mîtînga 8’ê Adarê ya Wanê destûr hat dayîn
10:19 Çîroka dayika Ferîde
10:12 ‘Zilam’ zextê li Bazara Semtê ya Jinan dikin
10:00 48 jinên rojnamevan 8’ê Adarê li girtîgehan pêşwazî dikin
09:33 50 car hat binçavkirin û 3 caran ket girtîgehê
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê 100 roj in berdewam dike
09:07 Bijîşk Şîn: Ê rehawet hejmara pêketiyan zêde bike
09:07 'Ê ku dibêjin xizanî tune, bila werin li halê me binêrin'
09:06 ‘Kes nikare têkoşîna jinan asteng bike'
09:04 Bi awayê onlayn kurdî hînî 4 hezar kesî kirin
09:04 Êlih ji bo 8'ê Adarê amade ye
09:03 Karkerên tekstîlê yên jin: Em ne gotinên xemilandî, mafê xwe dixwazin
09:02 '20 sal in çandinî her diçe kêm dibe'
09:01 'Bi têkoşîna bi hev re serketin pêkan e'
09:00 ROJEVA 6'Ê ADARA 2021'AN
05/03/2021
23:56 Di operasyona li dijî MEBYA-DER'ê de 3 kesên din jî hatin girtin
21:03 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 28 hezar û 901
16:39 Jin xwe ji 8'ê Adarê re amade dikin: Tu hêz nikare berxwedana jinan bişikîne
16:25 Dozgeriyê demê binçavkirina HDP’iyan dirêj kir
16:25 Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Can hat binçavkirn
16:18 Wezareta Edaletê: Tecrîd nayê pirsîn
15:53 Papa Francis li Bexdayê ye
15:48 Di lêkolîna Doza Kobanê de banga li dijî DAIŞ’ê wek delîltiya şênber hat hesibandin
15:16 Başaran: Di nêrîna jinan de tu girîngiya desthilatdariyê nemaye
15:08 Li Botanê jinan lezdan xebatên 8'ê Adarê
14:35 Bûldan û Sancar: Girtina partiyê wê krîzan kûrtir bike
14:31 Li gorî rapora Freedom House’yê Tirkiye li paş maye
14:16 Li Bedlîsê mirina jinekê ya biguman
14:07 Ji ber ku sûcdarî ber bi qeyûm ve çû biryara beraetê derket
13:52 Destûr nadin kes biçe cihê ku helîkopter lê ket xwarê
13:48 3 girtî bi îşkenceyê sewqî Îzmîrê kirin
12:54 Sefîrê Avûstralyayê li Mêrdînê hin seredan kirin
12:34 Wekîlên HDP’ê li ber avahiya walîtiyê dest bi çalakiyê kirin
11:46 Doza Hrant Dînk a li bendêbû biryar bê dayîn hat taloqkirin
11:35 Gergerlîoglû serî li AYM’yê da
11:13 Polîsan kolana avahiya Rêxistina HDP'ê ya Wanê dorpêç kirin
09:30 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 99'emîn de ye
09:00 Banga ji bo mîtînga 8'ê Adarê: Em qadê bi reng û tilîliyên xwe bixemilînin
09:00 Dayika ku cezayê girtîgehê lê hat birîn: Em ji malên xwe derkevin
09:00 Dayikên Aştiyê: Ne tecrîd, em aştiyê dixwazin
09:00 Fiyet du qat biha bûn, esnaf hindik maye top bavêje
09:00 Ne tenê rojek, her roj têkoşîn
09:00 'Êm ê bi karekî biewle, jiyaneke bêtahde û wekheviyê dakevin qadan'
09:00 Dev Yapi-Îş: Ji bo em nemirin, çare tenê rêxistinbûyîn e
09:00 Xurdefiroşên li sîteya pîşesaziyê 15 sal in li benda çareseriyê ne
09:00 Piştevaniya jinê rengeke din li Xana Pîlavlioglûyê bar kiriye
09:00 Piştî tundî û hewî hat serê, di jiyana wê de rûpelek nû vedibe
09:00 ROJEVA 5'Ê ADARA 2021'Ê
04/03/2021
23:11 Di operasyona li dijî MEBYA-DER'ê de 2 kes hatin girtin
21:14 Ma Muzîkê 4’emîn salvegera xwe bi konserekê pîroz kir
20:25 Cenazeyê Çîçek Benzerê piştî 5 mehan dan malbatê
18:44 Li Bedlîsê helîkopterek ket: 11 esker mirin
16:33 Aksoy a li Amedê hatibû binçavkirin hat berdan
16:09 Karkeran TÎS şermezar kirin
16:05 Jin li qadane: Têkoşîna Rozayan, Sêvêyan dewam dike
15:19 Li Botanê xebatên 8'ê Adarê bi çoş didomin
15:14 OHD: Operasyona li dijî MEBYA-DER’ê derveyî hiqûqê ye
15:01 Serokwekîlên Koma HDP’ê: Fezleke dewama kompasên siyasîne
14:24 Li Colemêrgê 6 ciwan hatin binçavkirin
14:14 Di qezaya tirafîkê de 4 jinên HDP'î birîndar bûn
14:02 TUAY-DER’ê: Girtî 98 rojin li ber xwe didin
13:44 Li Nigdeyê jinek hat qetilkirin
13:37 Xwendekara beşdarî çalakiya Bogazîçiyê bû 27 roj in di tecrîdê de ye
13:13 Sefîrê Avûstralyayê li Şirnexê hin seredan kirin
12:44 Serlêdana parêzerên Ocalan carek din hat redkirin
12:31 Rapora DFG’ê: Li 6 rojnamevanan 26 sal ceza hat birîn
12:25 Danişîna rojnamevan Arîf Aslan hat taloqkirin
12:19 Kesê di bin çavan de îşkence dît bi ‘dijderketina polîsan’ hat sûcdarkirin
11:24 Li şûna polîsên ku xwestin zarok pelçiqînin li HDP’ê lêpirsîn vekirin
11:20 Dozên Ozgur Gundemê hatin taloqkirin
11:17 “Doza KCK’ê ya Çapemeniyê” taloq bû
11:08 Rojnamevan Oktay Candemîr hat beraetkirin
11:05 Danişîna rojnameger Kaya cara 14’emîn taloq bû
11:05 Tifaqa Kurdistanî banga xwedîderketina li HDP'ê kir
10:00 Meclîsa Jinan a HDP’ê: 8’ê Adarê roja hesab pirsînê ye
09:40 Derbarê dema girtina Dundar de fezleke amade kirine
09:15 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 98'emîn de ye