Surucu: Em bi tovên xwe çandiniya xwe bikim 2021-01-22 09:05:46 RIHA - Parlementera HDP'î Ayşe Surucu, destnîşan kir ku polîtîkayên çandiniyê yên îqtidarê tu hêz û quwetê li cotkaran zêde nake û got: "Em bi tovên ku em hildiberînin çandiniyê bikin, em bi xwe tevdîrên xwe bigirin. Em li dor nirxên xwe yên çandiniyê bibin xelek, em hilberînê bidomînin."  Parlementera HDP'ê ya Rihayê û Endama Komîsyona Çandiniyê ya Meclîsê Ayşe Surucu, ziwabûna rû dide û polîtîkayên çandiniyê yên îqtidarê nirxandin.    CIVAK MEXDÛR E    Surucu, destnîşan kir ku polîtîkayên çandiniyê yên îqtidarê hêz û quwetê li cotkaran zêde nake û jixwe ji budçeya ku hatiye veqatndin ev yek careke din eşkere bûye ku budçe li gor herêman bi awayekî wekhev nehatiye payêkirin. Surucu, bibîr xist ku par alîkariya ji bo tov li Amed, Mêrdîn, Riha û bajarên din ên herêmê bi awayekî wekhev nehatiye belakirin û ev yek jî nîşaneya ku budçe bi awayekî wekhev nayê payêkirin.    Surucu got: "Ev yek dike ku cotkarên li herêmê mexdûrtir bibin. Li Tirkiyeyê cotkar dev ji çandiniyê berdidin. Her diçe qadên çandiniyê kêm dibin. Sedemek vê jî mesref in. Her wiha li herêmê şîrketeke ceryanê ya wekî DEDAŞ'ê heye. Hem ceryanê dibire hem jî fatûreyên giran dibire. Polîtîkayeke ku piştgiriya cotkaran bike tune ye. Bi vî awayî tevahiya civakê tê mexdûrkirin."    ÇANDINÎ Û KURD    Surucu, destnîşan kir ku civaka kurd civakeke çandiniyê ye û li ser asasên xweza û ekolojiyê ye, lê belê niha tê xwestin ku ev çanda çandiniyê bê pûçkirin. Surucu, bilêv kir ku pêgirtîbûna kapîtalîzmê li civakê tê ferzkirin û berên ku mirov bi destê xwe hildiberînin tên tunekirin. Surucu got: "Ji Venezuelayê bi tonan penêr îthal dikin. Ma çi bi penêrê Wan, Sêrt, Erzirom, Riha û Qersê hatiye? Çima piştgiriya mirovên li van bajaran nayê kirin? Çima piştgiriya sewalvaniyê nayê kirin? Gelê kurd û ax pir li hev dikin. Xwe bi xwe gelek berên xwe hildibrandin. Niha jî dixwazin gelê kurd bikin pêgirtiyê kapîtalîzmê. Armanca wan tunekirina vê civaka xwezayî û ekolojîk e."    Surucu, anî ziman ku ew HDP dixwazin mirov li warê xwe jiyana xwe bidomînin û got: "A girîng mirov li warê xwe bi axa xwe debara xwe bike. Ji bo vê jî hin şert divên. Divê mirov ji warê xwe koçber nebin û ji bo karibin debara xwe bikin kooperatîfbûyîn û serevanî bê teşwqîkirin. Her wiha ji bo sewalvaniyê jî divê piştgirî bê kirin."    KOMBÛNA LI DOR NIRXÊN XWE    Surucu, hişyariya Rêxistina Zexîre û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) ku ragihandibû li seranserê cîhanê zexîre kêm dibe, bibîr xist û got: "Hat diyarkirin ku di warê zexîre de dê pirsgirêkên mezin rû bidin. Gelo Tirkiye ji bo vê yekê çi qasî amade ye? Derbarê rewşa gel de fikarên me hene. Her diçe rewşa cotkaran xirab dibe. Li gel vana m bi tovên ku em hildiberînin çandiniyê bikin, em bi xwe tevdîrên xwe bigirin. Em li dor nirxên xwe yên çandiniyê bibin xelek, em hilberînê bidomînin."