Hico: Şengal wê venegere berî 3’yê Tebaxê

  • rojane
  • 11:36 26 Cotmeh 2020
  • |
img

ŞENGAL - Hevserokê Meclîsa Rêveberiya Xweser Riham Hico, diyar kir ku ewê peymana li ser Şengahê, qebûl nekin û got: “Em ê venegerin berî 3’yê Tebaxa 2014’an ku îxanet li me hat kirin. Êdî kes nikare me bê vîn û raman bihêle.” 

 
Bertekên li dijî peymana li ser Şengalê ya di navbera Hikumeta Herêma Kurdistana Federe û Hikumeta Navendî ya Iraqê de hat qebûlkirin dewam dikin. Ligel Meclîsa Xweser a Şengalê, êl û eşîrên Ereb û Tirkmen ên li Mûsilê jî li dijî vê peymanê bi bertekin. Piştî ku peyman hat erêkirin, derketibû holê li pişt vê planê Tirkiye heye. Şandeyên ji Meclîsa Xweser a Şengalê û rêveberiya bajêr pêk tên, hevdîtin bi nûnerên Hikumeta Navendî ya Iraqê re kirin û îtîrazên xwe yên li dijî peymanê anîn ziman. 
 
HÊZÊN PEYMAN ÇÊKIRIN LI DIJÎ ÊZIDIYAN SÛCDARIN
 
Hevserokê Meclîsa Rêveberiya Xweser a Demokratîk Riham Hico yê di şandeya Şengalê de cih digre, diyar kir ku wan bi hin nûner û saziyên Hikumeta Navendî ya Iraqê û Silêmaniyê re hevdîtin kirin. Hico bal kişand ser naveroka hevdîtin kirin û wiha axivî: “Di dema Fermana Şengalê de her du hêz jî li bajar bûn. Lê Êzidî bi komkujiyê re rûbirû hiştin. Yên ku bûn hevkarên sûcê komkujiyê, niha tu mafên wan tuneye ku li ser Şengalê biaxivin. Bi vê peymanê dixwazin karê ku DAIŞ’ê di nivî de hişt temam bikin. Di nava vê planê de, ne tenê hêzên girêdayî KDP û hikumeta Iraqê hene. Tesewirkarê herî mezin ê vê planê hêzên Tirkiye, DYA û Neteweyên Yekbûyî (NY) ne. Ev peyman di çavderiya van hêzan de hatiye amadekirin. Emê vê peymanê tu carî qebûl nekin.” 
 
EV DEMEK DIRÊJE VÊ PÊVAJO TÊ AMADEKIRIN
 
Hico, da zanîn ku demek dirêje di navbera KDP-Hikumeta Navendî ya Iraqê de hevdîtin hene û wiha bilêv kir: “Ji nez ve me ev hevdîtin dişopandin. Me dizanîbû wê li ser Şengalê li hev bikin. Di hin mijaran de li hev nedikirin. Lê piştî ku hêzên navneteweyî ketin navberê, pirsgirêkên di nava xwe çareser kirin. Dûre jî li ser peymanê li hev kirin. Bi tu awayî cıvata Êzidî beşdarî vê peymanê nekirin. Hin kesên di nava KDP’ê de cih digirin jî haya wan ji vê yekê tunebû. Dîsa agahiya hin hêzên di nava hikumeta Iraqê de cih digirin jî ji vê nebû. Ji ber vê emê bi tu awayî qebûl nekin. Cıvata Êzidî jî, li her devera cîhanê  ji bo vê ketin nava liv û tevgerê.”
 
WÊ ŞENGAL VENEGERE BERÎ 3’YÊ TEBAXÊ
 
Hico, dest nîşan kir ku ew ê mîna pêvajoya DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an êrîşî wan kir, dest û lingên xwe girê nedin û ne rûnin. Hico, bibîr xist ku êdî ew xwedî vînin û wiha bi dawî kir: “Emê bi hêza gelê xwe tevbigerin. Êdî rewş wisan bûye, ji ber ku me di dema fermanê de û piştî fermanê xwe parastin em sûcdar tên hesibandin. Ji ber em tune nebûn me sûcdar dikin. Lê bila baş bê zanîn, Şengal wê venegere berî 3’yê Tebaxê. Em xweseriya xwe dixwazin. Di vê mijarê de xebatên me hene. Em li dijî komployên wan jî amade ne. Me biryara xwe daye. Yan em ê di Şengalê de bi awayekê azad bijîn, an jî emê ji bo axa wê bimirin. Emê bi tu awayekê din nejin. Êdî kes nikare me bê vîn û raman bihêle.” 
 
MA / Nazim Daştan
 

Sernavên din

16/12/2025
20:30 Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê êrişê HSD'ê kir
15:53 Ahmet Ozer serdana DEM Partiyê kir: Pêvajo dîrokî ye
15:52 Li Agiriyê civîna gel: Manînfesto, nexşerêya pêvajoyê ye
15:27 Bi girseyî serdana şîna Haci Başaran kirin
15:26 Berfîn Nûrhaq û Sema Roza li Îzmîrê hatin bibîranîn
15:13 ÎHD'ê ji bo hevgirtinê kart ji girtiyan re şand
15:12 ‘Bila parêzvana mafên mirovan Sûna Bîlgîn serbest bê berdan'
14:38 Bozan çû serdana girtiyê nexweş Alagaş: Tişta tê kirin îşkence ye
14:34 Rapora girtîgehê: Muayeneya bikelemçe, lêgerîna li hundirê dev, nedayîna dermanan, gef
14:17 Davutoglû: Divê verastkirinên qanûnî yên li Tirkiyeyê demildest bên kirin
Sancar: Tişta di rojeva me de qanûna aştiyê ye
14:13 Berhema xebata komunal Mala Gel a Ronahî hat vekirin
13:49 Tevdîra kontrola edlî ya 5 rojnamegeran hate rakirin
13:07 Dîroka hevdîtina Şandeya Îmraliyê û AKP’ê diyar bû
12:52 Dê mitînga 'Hêvî û azadiyê' bê lidarxistin'
11:57 Eyşe Şan dê bi çalakiyên curbicur bê bibîranîn
11:53 Li Stenbolê 12 kes hatin binçavkirin
11:03 Hesreta ji bo gorekê: Quncika Nazim û Cîhanê
10:51 Wekîlên DEM Partî û AKP’ê ji bo pirsgirêkên Wanê civiyan
10:42 Ji xelkê Aydinê bang: Budçeyê ji bo gel veqetînin
10:32 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Gelecekê dest pê kir
10:10 Li dijî GAÎN Medyayê operasyon: Rayedarên şîrketê hatin binçavkirin, qeyûm hat tayînkirin
10:04 Tirkiye bi guman nêzî kîjan xalên 'xweseriyê' dibe?
10:02 Li dijî talankirina xwezayê darên berûyê didanin
10:01 Ji meteorolojiyê hişyariya berf û baranê
09:41 Ji Aykol re name: Min ji cezayê hucreyê beraet kir lê nayêm berdan
09:15 Qesabxaneya 12 milyonî ya qeyûm hê jî neqediyaye
09:13 Zabitayên êrişê Karataş kiribûn bûn mexdûr Karataş jî bû gumanbar!
09:09 Welatiyên Agiriyê ji bo rêya bixeter daxwaza çêkirina rêyek alternatîf kirin
09:07 3'yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê bû navnîşana hevdîtinê
09:05 Di kenê Nazim de şoreş veşartî bû
09:00 Tehliyeya girtiyê nexweş Yildirim bi îdiaya axaftina 'rêxistinî' hat astengkirin
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2025'AN
15/12/2025
20:10 Platforma Jinan a Rojava ji bo mexdûrên lehiyê banga alîkariya kir
18:24 Li Îranê 4 Kurd hatin binçavkirin
18:18 Li Erebistana Siûdî 340 kes hatin bidarvekirin
16:30 Tulay Hatîmogûllari: Pêwîst e verastkirinên qanûnî demildest bên kirin
16:16 Carek din xwîn dan rojnameger Aykol
15:53 Li Wanê civîna gel: Têkoşîna me dê bi azadiya Rêber Apo bi encam bibe
15:31 Berfîn Nûrhaq û Sema Roza li Mêrdîn û Amedê hatin bibîranîn
15:22 Polîsê Kazanhan qetilkirî ev 11 sal in nayê girtin!
14:48 Li ber Girtîgeha Amedê banga hevrûbûnê hat kirin
13:36 Ji Aykol re name: Di dinyaya me de herî zêde tu heyî
13:26 'Bêdengbûna çekan encam nîne, destpêk e: Armanc, aştiya pozîtîf e’
12:49 Li Hatayê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
12:47 Şandeya Îmraliyê dê bi Davutoglû re hevdîtinê bike
12:43 Rapora BÎSAM’ê: Sînorê xizaniyê bû 94 hezar û 393 lîre
12:37 Hevdîtina Şandeya DEM Partiyê û Ozel hat taloqkirin
11:17 Îtîraza li dijî taloqkirina berdana rojnameger Kurt nehat qebûlkirin
10:46 Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dê bên bibîranîn
10:36 Hejmara kesên li Awûstralyayê di êrişa çekdarî de mirin derket 15’an
10:28 Kesên ji bo Nan û meşiyan: Ne ji bo şer ji bo aştiyê bixebitin
10:20 Dayikên Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan di nav miletê xwe de be
10:08 Prof. Jorge Riechmann: Gavên Abdullah Ocalan rêyên nû yên aştiyê vekir
09:48 Daxwaza gel: Bila Bahçelî gotina xwe bicih bîne û Abdullah Ocalan azad bibe
09:27 Ji bo Serhedê hişyariya barîn û sermayê
09:07 Xwebûn bi manşeta ‘Licê de şero taybet’ derket
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2025'AN
14/12/2025
22:35 3'yemîn Festîvala Fîlman a Amedê bi xelatan bi dawî bû
16:48 Li Mûşê civîna gel: Em ê pêvajoyê bi ser bixin
16:38 Li qada şewitî 5 hezar darên berûyê hatin çandin
16:36 3’yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê bi pêşandana fîlman didome
15:50 Meşvanên ‘Nan û Aştiyê’ li Enqereyê ne: Budçeya ne ji bo şer, ji bo gel û kedkaran
15:49 Kesên di qedexeya derketina kolanan de hatibûn qetilkirin hatin bîranîn
15:16 'Komun û meclis biqasî nan û av pêwîst in’
14:57 Li Cizîr û Êlihê şîn bi girseyî hatin ziyaretkirin
14:43 Omer Ocalan: Rêber Apo dibêje ‘divê li her malê bi Kurdî bê axaftin’
14:26 Li Awûstralyayê êrişa çekdarî: Herî kêm 10 kes mirin
14:24 Girtî Rûkiye Fîdan ku ji malbata xwe 4 kes winda kir birin şînê
13:42 YE û HRW’ê ji bo Nêrgiz Mihemedî bang li Îranê kir
13:26 'Li dijî tiryak û fihûşê em ê bi hev re têbikoşin û bi hev re bi ser kevin’
12:15 Pervîn Buldan: Abdullah Ocalan di pêvajoya aştiyê de herî zêde ji jinan bawer e
11:51 'Em hewl didin bi Şamê re lihev bikin lê Tirkiye mudaxile dike’
11:41 Bayindir: Rapora AKP’ê ji ruhê pêvajoyê dûr e
11:05 Li Roboskê ciwanekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:14 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:01 Akademîsyena îtalî: Bi hêviyeke mezin piştgiriyê didim daxwaza aştiyê ya Kurdan
09:51 Ji xwendekaran komuna perwerdeyê ya Kurdî
09:08 Centellas: Demokrasî ji taxan dest pê dike
09:05 'Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ne'
09:02 7 jin gihiştin hev û kooperatîfa ku li ber girtinê bû geş kirin
09:01 Tenê salê saetekê diçin gundên xwe yên 35 sal in qedexe ne
09:00 Gefa kuştinê li girtî Îshak Dayan hate xwarin
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2025'AN
13/12/2025
21:02 Festîvala Fîlman a Amedê di roja heftemîn de didome
19:40 Coşa beriya maça Amesporê
18:21 Li Çewlîgê civîna gel : Divê mafê hêviyê bê bicîanîn
17:48 'Em ê xwedî li bîranên wan derkevin'
16:19 Mazlûm Ebdî: Peymana 10’ê Adarê wê bibe bingehê Sûriyeya nû
16:08 Încî Sumbul a YJA Starî hat bibîranîn
15:37 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
15:23 Daxwaza berdana girtiyên nexweş Erîşmîş û Goren kirin
15:01 Xizmên Windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:06 Dayikên Şemiyê ji bo Demîr û Akîpa edalet xwestin
13:13 Nêrgiz Mihemedî hat binçavkirin
13:10 Dayika Aştiyê Bahar Çaltû jiyana xwe ji dest da
12:52 Li Şirnexê civîna gel: Gelê Kurd tu carî wekî îro nêzî azadiya xwe ne bûye
12:08 Milê meşe yê Çûkûrovayê li ser rêya Tarsûsê ye
11:20 Daxwaza sereke ya Êlihiyan azadiya Abdullah Ocalan e
10:27 Fîlozofê Amerîkî Todd May: Divê hemû alî vê firsendê baş bi kar bînin
10:20 Bang ji bo meşa li Licê