Hico: Şengal wê venegere berî 3’yê Tebaxê 2020-10-26 11:36:07 ŞENGAL - Hevserokê Meclîsa Rêveberiya Xweser Riham Hico, diyar kir ku ewê peymana li ser Şengahê, qebûl nekin û got: “Em ê venegerin berî 3’yê Tebaxa 2014’an ku îxanet li me hat kirin. Êdî kes nikare me bê vîn û raman bihêle.”    Bertekên li dijî peymana li ser Şengalê ya di navbera Hikumeta Herêma Kurdistana Federe û Hikumeta Navendî ya Iraqê de hat qebûlkirin dewam dikin. Ligel Meclîsa Xweser a Şengalê, êl û eşîrên Ereb û Tirkmen ên li Mûsilê jî li dijî vê peymanê bi bertekin. Piştî ku peyman hat erêkirin, derketibû holê li pişt vê planê Tirkiye heye. Şandeyên ji Meclîsa Xweser a Şengalê û rêveberiya bajêr pêk tên, hevdîtin bi nûnerên Hikumeta Navendî ya Iraqê re kirin û îtîrazên xwe yên li dijî peymanê anîn ziman.    HÊZÊN PEYMAN ÇÊKIRIN LI DIJÎ ÊZIDIYAN SÛCDARIN   Hevserokê Meclîsa Rêveberiya Xweser a Demokratîk Riham Hico yê di şandeya Şengalê de cih digre, diyar kir ku wan bi hin nûner û saziyên Hikumeta Navendî ya Iraqê û Silêmaniyê re hevdîtin kirin. Hico bal kişand ser naveroka hevdîtin kirin û wiha axivî: “Di dema Fermana Şengalê de her du hêz jî li bajar bûn. Lê Êzidî bi komkujiyê re rûbirû hiştin. Yên ku bûn hevkarên sûcê komkujiyê, niha tu mafên wan tuneye ku li ser Şengalê biaxivin. Bi vê peymanê dixwazin karê ku DAIŞ’ê di nivî de hişt temam bikin. Di nava vê planê de, ne tenê hêzên girêdayî KDP û hikumeta Iraqê hene. Tesewirkarê herî mezin ê vê planê hêzên Tirkiye, DYA û Neteweyên Yekbûyî (NY) ne. Ev peyman di çavderiya van hêzan de hatiye amadekirin. Emê vê peymanê tu carî qebûl nekin.”    EV DEMEK DIRÊJE VÊ PÊVAJO TÊ AMADEKIRIN   Hico, da zanîn ku demek dirêje di navbera KDP-Hikumeta Navendî ya Iraqê de hevdîtin hene û wiha bilêv kir: “Ji nez ve me ev hevdîtin dişopandin. Me dizanîbû wê li ser Şengalê li hev bikin. Di hin mijaran de li hev nedikirin. Lê piştî ku hêzên navneteweyî ketin navberê, pirsgirêkên di nava xwe çareser kirin. Dûre jî li ser peymanê li hev kirin. Bi tu awayî cıvata Êzidî beşdarî vê peymanê nekirin. Hin kesên di nava KDP’ê de cih digirin jî haya wan ji vê yekê tunebû. Dîsa agahiya hin hêzên di nava hikumeta Iraqê de cih digirin jî ji vê nebû. Ji ber vê emê bi tu awayî qebûl nekin. Cıvata Êzidî jî, li her devera cîhanê  ji bo vê ketin nava liv û tevgerê.”   WÊ ŞENGAL VENEGERE BERÎ 3’YÊ TEBAXÊ   Hico, dest nîşan kir ku ew ê mîna pêvajoya DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an êrîşî wan kir, dest û lingên xwe girê nedin û ne rûnin. Hico, bibîr xist ku êdî ew xwedî vînin û wiha bi dawî kir: “Emê bi hêza gelê xwe tevbigerin. Êdî rewş wisan bûye, ji ber ku me di dema fermanê de û piştî fermanê xwe parastin em sûcdar tên hesibandin. Ji ber em tune nebûn me sûcdar dikin. Lê bila baş bê zanîn, Şengal wê venegere berî 3’yê Tebaxê. Em xweseriya xwe dixwazin. Di vê mijarê de xebatên me hene. Em li dijî komployên wan jî amade ne. Me biryara xwe daye. Yan em ê di Şengalê de bi awayekê azad bijîn, an jî emê ji bo axa wê bimirin. Emê bi tu awayekê din nejin. Êdî kes nikare me bê vîn û raman bihêle.”    MA / Nazim Daştan