DFG: Hêj 97 rojnameger girtî ne

  • rojane
  • 12:53 3 Tîrmeh 2020
  • |
img

AMED - Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora meha Hezîranê ya der barê binpêkirina mafê rojnamegeran de aşkere kir. DFG'ê diyar kir ku di hezîranê de 6 rojnameger hatin binçavkirin, 2 rojnameger hatin girtin û 38 rojnameger tên darizandin. DFG'ê anî ziman ku hêj 97 rojnameger jî girtî ne.  

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), ku her meh raporên der barê binpêkirina mafê rojnamegeran de parve dike, rapora meha Hezîranê aşkere kir. DFG'ê bi daxuyaniyek nivîskî rapor aşkere kir û diyar kir ku di meha hezîranê de jî di warê azadiya çapemeniyê de rojên ne baş derbas bûn û wiha got: "Her çi qas hinek hevalên me serbest hatin berdan jî dîsa rojanameger hatin girtin. Loma fikarên me didomin. Meheke ku rojnameger neyên girtin an jî binçavkirin tune ye. Dema em dinêrin em dibînin ku Tirkiye ji bo rojnamegeran bûye girtîgeh." 
 
DFG'ê, xwest ku di şerdên şer ê herî ne baş de jî kedkarên çapemeniyê bi awayekî azad bikaribin bixebitin û wiha cih da daxuyaniyê: "Lê li Tirkiyeyê berovajî vê yekê azadiya çapemeniyê tê astengkirin. AKP-MHP ji xeynî alîgirên xwe zextê li hemû kedkarên çapemeniyê dike û wan terorîze dike û ji pîşeya wan dûr dixe. RTUK'ê cezayê rawestandina weşana Tele-1 û Halk TV'yê da. Ev yek mînaka dawî ya kabûsê tê jiyîn e. Divê ev yek neyê jibîrkirin ku heger li derekê zext li ser çapemeniyê hebe ev nîşan dide ku kesê welat bi rê ve dibin naxwazin rastî derkeve holê. Rastiyên ku jê ditirsin hene. Jêderka êrîşên li ser çapemeniyê ev in. Îktidarê ji bo dîtina rastiyê asteng bike medyaya xwe ava kiriye û êrîşî çapemeniya muxalîf dike. Nayê xwestin ku ji xeynî medyaya AKP û MHP'ê medyayên din bên dîtin. Li gor daneyên meha Hezîranê tê xuyakirin ku ji bo rojnamegeran ev meh jî baş derbas nebûye." 
 
DFG'ê bal kişand ser polîtîkayên îqtîdarê û wiha lê zêde kir: "Îktidara ku televizyon, ajans, rojnameger, radyo û kovar bi awayekî berfireh kiriye bin hîmayeya xwe niha jî çav bera medyaya civakî daye. Tê xwestin ku medyaya civakî ya ku muxalîf dengê xwe li wir dide bihîstin jî bikin binê kontrola xwe. Berê ji ber bertekan hukumetê gav avêtibû lê niha bi biryar xuyaye ku dixwaze medyaya civakî jî têxe binê kontrola xwe. Îktidar dixwaze karhênerên medyaya civakî asteng bike û bi awayekî giştî dixwaze medyaya civakî têxe binê kontrola xwe. Ev daxwaza ji aliyê Serokkomar Erdogan tê kirin û medyaya civakî weke 'Qada terorê' îlan kiriye. Heger îktidar bigihêje vê armanca xwe ew ê birîneke nû li çapemeniya azad zêde bibe. Divê qada medyaya civakî azad bimîne û hemû kes bikaribe fikrên xwe bi awayekî azad bîne ziman." 
 
KCD'ê bertek nîşanî zextên li ser çapemeniyê pêş dikevîn jî da û got: "Em hemû bi hev re dibînin ku zextên tên kirin çawa ji aliyê çapemeniya azad ve tabloyeke tarî ye. Ev zextana nayên qebûlkirin. Rojnamegerî ne qadeke têkeve bin kontrola îktidaran e. Em dîsa dubare dikin û dibêjin ku bila hempîşeyên me bên berdan û bigihêjin azadiya xwe. Em bang li her kesên ku dibêjin em rojnameger in dikin ku li dijî zext û zordestiyê têkoşîn bikin." 
 
38 ROJNAMEGER TÊNE DARIZANDIN
 
DFG'ê bilanço jî parv kir. Bîlançoya meha Hezîranê wiha ye: 6 rojnamger hatin binçavkirin. 2 rojnameger hatin girtin. 1 rojnameger rastî êrîşê hat  3 rojnaemger rastî gefan hat. 7 rojnameger lêpirsîn li wan hat vekirin. 2 rojnameger doz li wan hat vekirin. 3 rojnameger hatin cezakirin.  (4 sal û 22 roj cezayê hepsê li wan birîn). 38 rojnameger bi 19 dosyayan tên darizandin. 1 rojname rastî 45 roj cezayê îlan û reklamê hat. 
RTUK'ê cezayê rawestandina weşana Tele-1 û Halk TV'yê da. 48 nûçe û 89 parvekirinên medya civakî ragihandina wan a înterhetê hat astengkirin. Heta 3'ê tîrmeha 2020'an 97 rojnameger girtî ne. 
 
 

Sernavên din

12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin
13:43 Li Rihayê ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang
13:02 DEM Partiyê ji ber êrişa li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
12:46 Li Mêrdînê Suryanan ‘Cejna Zayînê’ pîroz kir
11:45 Welatiyên Wanê: Bila dewlet gav biavêje
11:19 Abdullah Ocalan: Îslama demokratîk, vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye
11:01 Tulay Hatîmogûllari: Divê her kes bi meseleya Kurd re hevrû bibe
10:19 Li dijî ‘provokasyonên li girtîgehan' hişyarî
10:18 Di sala 2025’an de Îran û Rojhilat: Bû saleke krîzên piralî
09:32 'Divê jin di 4’ê Çileyê de azadiya Abdullah Ocalan biqîrin'
09:29 Ercan Yilmaz: Raporên ku ji Meclisê re hatine pêşkêşkirin ji bo çareserkirina pirsgirêkê kêm in
09:14 Bi gopalên xwe çal koland û ‘tovên hêviyê’ çand
09:09 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Divê gel waliyan jî hilbijêre
09:01 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2025'AN
24/12/2025
17:11 Hunermend Sîdar Amed jiyana xwe ji dest da
16:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:35 Kurtulmuş ji bo pêvajoyê ‘hişyarî’ kir: Hewl didin Tirkiyeyê dorpêç bikin, gelek dema me nîne
16:24 Hakan Fîdan bi Şandeya Hamasê re hevdîtin kir
15:47 Rewşa Durak ê tehliyeya wî ji bo 15 mehan hat taloqkirin xist rojeva Meclisê
15:35 Rapor: Berdana girtiyan bi ferzkirina poşmaniyê û pirsên li ser pêvajoyê tê taloqkirin
15:02 Di protestoya mûçeyê kêmtirîn de banga têkoşîna hevpar
14:39 Şîna Okan Gul bi girseyî hat ziyaretkirin
14:34 Di serdegirtina malê de dayika bi Kurdî axivî hat derbkirin
14:11 Dema xebatên Komîsyona Meclisê 2 mehên din hat dirêjkirin
13:34 Parastina bi Kurdî hat astengkirin: Kesek nikare di dadgeha min de bi Kurdî biaxive!
13:17 Hunermendan ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang kir: Ji bo mafê hêviyê em ê li qadê bin
12:50 Li Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin
12:38 Civaknasê Alman Treiber: Rêgeza ‘entegrasyona demokratîk' li gor mercên rasteqîn e
12:27 AYM'ê der barê tomarkirina hevdîtina girtiyan de biryara binpêkirinê da
12:19 Tomarkera deng a balafira ku şandeya Lîbyayê tê de bû hate dîtin
12:18 Aldar Xelîl: HTŞ, wekî partiya Baasê ye
11:38 Civîna komîsyonê dest pê kir
11:27 Ji bo ava nayê dayîn fatûreyên zêde tên birîn!
11:23 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:02 'Mitînga Hêvî û Azadiyê dê bibe destpêka çareseriya demokratîk’
10:58 Mehmet Altan: Heya siyaset demokratîk nebe dê pirsgirêk çareser nebin
09:54 Testa hişbirê ya Serokê Fenerbahçeyê pozîtîf derket
09:50 Sûriye sala 2026'an bi nediyariyan pêşwazî dike
09:42 Ji bo pasaportê ji sedî 19 zem hate kirin
09:35 Ciwan dê ‘Di civaka sosyalîst de rola ciwanan’ nîqaş bikin
09:25 Serfermandarê Lîbyayê jî di nav de 8 kes di balafira ‘ketî’ de mirin
09:16 ‘Divê mafê hêviyê cîbicî bikin, azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2025'AN
23/12/2025
16:51 Bi girseyî serdana şîna Polatê HPG'î hat kirin
16:27 Li Edeneyê Komeleya Dayikên Aştiyê hat vekirin
15:50 Wezîrê Dadê Tûnç: Em bi heyetê re gavên ku divê bêne avêtin axivîn
15:17 Hamdiye Kirici jiyana xwe ji dest da
14:11 Mesût Sevîktek û Îsa Oran hatin bibîranîn
13:44 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Kurtulmuş re bi dawî bû
13:28 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Kûrtûlmûş re dest pê kir
13:23 Ji ciwanan banga mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’
12:12 Şandeya Îmraliyê: Aştî bi hiqûqê dikare were mayindekirin
11:16 Bajarê herî qelebalix ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa tê birêvebirin?
10:48 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç de dest pê kir
10:42 Amedspor dê ji bo êrişa nijadperest pêvajoya hiqûqî bide destpêkirin
10:30 Lêpirsîna Şaredariya îleyê: 22 kes hatin binçavkirin
10:19 Tenduristkar: Alternatîfa pergala tenduristiyê ya heyî modela 'komunê' ye
09:33 HSD, wê entegreyî kê bibe!
09:13 Polîtîkaya asîmlasyonê di 'Civîna Dêûbavan' de ye