DFG: Hêj 97 rojnameger girtî ne 2020-07-03 12:53:34 AMED - Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora meha Hezîranê ya der barê binpêkirina mafê rojnamegeran de aşkere kir. DFG'ê diyar kir ku di hezîranê de 6 rojnameger hatin binçavkirin, 2 rojnameger hatin girtin û 38 rojnameger tên darizandin. DFG'ê anî ziman ku hêj 97 rojnameger jî girtî ne.   Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), ku her meh raporên der barê binpêkirina mafê rojnamegeran de parve dike, rapora meha Hezîranê aşkere kir. DFG'ê bi daxuyaniyek nivîskî rapor aşkere kir û diyar kir ku di meha hezîranê de jî di warê azadiya çapemeniyê de rojên ne baş derbas bûn û wiha got: "Her çi qas hinek hevalên me serbest hatin berdan jî dîsa rojanameger hatin girtin. Loma fikarên me didomin. Meheke ku rojnameger neyên girtin an jî binçavkirin tune ye. Dema em dinêrin em dibînin ku Tirkiye ji bo rojnamegeran bûye girtîgeh."    DFG'ê, xwest ku di şerdên şer ê herî ne baş de jî kedkarên çapemeniyê bi awayekî azad bikaribin bixebitin û wiha cih da daxuyaniyê: "Lê li Tirkiyeyê berovajî vê yekê azadiya çapemeniyê tê astengkirin. AKP-MHP ji xeynî alîgirên xwe zextê li hemû kedkarên çapemeniyê dike û wan terorîze dike û ji pîşeya wan dûr dixe. RTUK'ê cezayê rawestandina weşana Tele-1 û Halk TV'yê da. Ev yek mînaka dawî ya kabûsê tê jiyîn e. Divê ev yek neyê jibîrkirin ku heger li derekê zext li ser çapemeniyê hebe ev nîşan dide ku kesê welat bi rê ve dibin naxwazin rastî derkeve holê. Rastiyên ku jê ditirsin hene. Jêderka êrîşên li ser çapemeniyê ev in. Îktidarê ji bo dîtina rastiyê asteng bike medyaya xwe ava kiriye û êrîşî çapemeniya muxalîf dike. Nayê xwestin ku ji xeynî medyaya AKP û MHP'ê medyayên din bên dîtin. Li gor daneyên meha Hezîranê tê xuyakirin ku ji bo rojnamegeran ev meh jî baş derbas nebûye."    DFG'ê bal kişand ser polîtîkayên îqtîdarê û wiha lê zêde kir: "Îktidara ku televizyon, ajans, rojnameger, radyo û kovar bi awayekî berfireh kiriye bin hîmayeya xwe niha jî çav bera medyaya civakî daye. Tê xwestin ku medyaya civakî ya ku muxalîf dengê xwe li wir dide bihîstin jî bikin binê kontrola xwe. Berê ji ber bertekan hukumetê gav avêtibû lê niha bi biryar xuyaye ku dixwaze medyaya civakî jî têxe binê kontrola xwe. Îktidar dixwaze karhênerên medyaya civakî asteng bike û bi awayekî giştî dixwaze medyaya civakî têxe binê kontrola xwe. Ev daxwaza ji aliyê Serokkomar Erdogan tê kirin û medyaya civakî weke 'Qada terorê' îlan kiriye. Heger îktidar bigihêje vê armanca xwe ew ê birîneke nû li çapemeniya azad zêde bibe. Divê qada medyaya civakî azad bimîne û hemû kes bikaribe fikrên xwe bi awayekî azad bîne ziman."    KCD'ê bertek nîşanî zextên li ser çapemeniyê pêş dikevîn jî da û got: "Em hemû bi hev re dibînin ku zextên tên kirin çawa ji aliyê çapemeniya azad ve tabloyeke tarî ye. Ev zextana nayên qebûlkirin. Rojnamegerî ne qadeke têkeve bin kontrola îktidaran e. Em dîsa dubare dikin û dibêjin ku bila hempîşeyên me bên berdan û bigihêjin azadiya xwe. Em bang li her kesên ku dibêjin em rojnameger in dikin ku li dijî zext û zordestiyê têkoşîn bikin."    38 ROJNAMEGER TÊNE DARIZANDIN   DFG'ê bilanço jî parv kir. Bîlançoya meha Hezîranê wiha ye: 6 rojnamger hatin binçavkirin. 2 rojnameger hatin girtin. 1 rojnameger rastî êrîşê hat  3 rojnaemger rastî gefan hat. 7 rojnameger lêpirsîn li wan hat vekirin. 2 rojnameger doz li wan hat vekirin. 3 rojnameger hatin cezakirin.  (4 sal û 22 roj cezayê hepsê li wan birîn). 38 rojnameger bi 19 dosyayan tên darizandin. 1 rojname rastî 45 roj cezayê îlan û reklamê hat.  RTUK'ê cezayê rawestandina weşana Tele-1 û Halk TV'yê da. 48 nûçe û 89 parvekirinên medya civakî ragihandina wan a înterhetê hat astengkirin. Heta 3'ê tîrmeha 2020'an 97 rojnameger girtî ne.