Pira Cendereyê dikin qurbana HES'ê
- ekolojî
- 09:04 09/9/2018
Dînamîtên ji bo porjeya HES'ê ya Karakûşê ku li ser Çemê Kolikê tê çêkirin tên teqandin, zirarê dide Pira Cendere ya dîrokî û gorên bîrdariyî yên Karakûşê.
Dînamîtên ji bo porjeya HES'ê ya Karakûşê ku li ser Çemê Kolikê tê çêkirin tên teqandin, zirarê dide Pira Cendere ya dîrokî û gorên bîrdariyî yên Karakûşê.
Gerok Arîf Ozhanê ku bi duçerxeyê 600 kîlometre rê çû û li Çiyayê Ramanê asê ma, ji bo Heskîfa ku dê di bin avê de bimîne got: "Ji bo mirovahiyê windahiyeke gelekî mezin e."
Şewata li daristanên Geliyê Roj hefteyek e didome. Şewata li herêma Mazgirtê jî piştî mudaxaleya welatiyan hat defandin.
Eskereên Qereqola Gokçek destûr nedan koma dildaran biçin şewata li Newala Roj bivemirînin. Eskeren ji dildaran re got: “Li herêmê yekîneyên me veşartî hene. Em bixwazin jî em nikarin ewlehiya canê we bigirin.”
Daristana Geliyê Rojê ku piştî operasyona leşkerî dest pê kir 3 rojin berdewam dike. Rayedarên leşkerî û dewletê destûr nadin welatî mudaxaleyî şewata daristanê bikin.
Petrola ku herikî li peravên Foça û Alîaga belav bû û hem derdor qirêj kir û hem jî zerar da gelek zindiyên avê.
Li çoltera herêma Buzlupinar a Bedlîsê şewat derket û her ku diçe şewat berfireh dibe.
Meclîsa Bila Munzur Azad Biherike bertek nîşanî cemxaneya dê li Munzur Gozelerê bê çêkirin da û got: “Cemxane wê hem avê qirêj bike û hem jî wê Munzur Gozelerî winda bike.”
Ekolojîst Yûsûf Gursûcû, diyar kir ku şewata li daristanên Dersimê tenê ne ji ber operasyonên leşkerî ye, dibe ku ji bo qada madenê ya li navçeya Îlîç a Erzinganê bê firehkirin û qadên nû jî hatibin şewitandin.
Di encama şewata li kêleka rêya Cizîr û Hezexê derket de bi hektaran qad şewitî.
Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Murat Çepnî diyar kir ku ew li Dersimê bi rastiya Tirkiyeyê re rû bi rû ne û got: “Raste rast êrîşek li ser qada jiyanê û çavkaniyên jiyanê ya Dersimiyan e.”
Ekolojîst Guner Yanliç bal kişand ser şewatên daristanan û bi bîr xist ku ji dema Îtihat û Terakkî vir ve bi armanca koçberkirinê her dem li herêmê daristan hatine şewitandin. Yanliç got desthilatdariya navendî ya îro jî bi heman ferasetê agir bi daristanan dixe û di van 40 salên dawî de her sal daristanan dişewitînin.
Dildarê Xwezayê Haydar Çetînkaya, şewata li Dersimê nirxand û bilêv kir ku qadeke hezar û 500 hektar şewitiye û bûye xwelî. Wênegirê Xwezaya Dersimê Îsmaîl Ateş jî wêneyên şewata daristanan kişand û got ew ê ragihîne raya cîhanê.
Dildarê xwezayê Serdar Dûman ku ji bo tefandina şewata li Dersimê her roj diçe herêma dişewite, bilêv kir ku qadeke bi hezaran hektarî bûye xwelî û got: "Qîrîna çivîkên ku dişewitin ji kerika guhê me dernakeve."
Yekîtiya Ekolojî, diyar kir ku sedema herî mezin a şewata daristanê ewlehî û operasyonên eskerî ne. Yekîtiyê da zanîn ku li welatê ku her der dişewite cejn nayê pîroz kirin.