• img

    Ji bo îstasyonên bazê bên rakirin kampanya dan destpêkirin

    Şêniyên Taxa Derbentê diyar kirin ku piştî li taxa wan stasyonên bazê hatine çêkirin, nexweşîna pençeşêrê li wan peyda bûye û ji bo rakirina stasyonên bazê kampanyaya îmzeyan dane destpêkirin. Mehteber Demîr ku pençeşêr lê peyda bûye got: "Ji bo bêrîka hin kesan tije bibe, em naxwzin bimirin."

  • img

    Texrîbata li heskîfê her diçe zêdetir dibe

    Li Heskîfa ku dê di bin bendavê de bimîne, dîwarên keleha dîrokî bi betonê tên girtin.

  • img

    Ev dara çinarê hezar û 200 salî ye

    Li navçeya Perteka Dersimê darek çinarê ya hezar û 200 salî yek ji dara taybet a kevintîrin e. Şêniyên navçeyê ji ber ku dar nayê parastin bi gazinin.

  • img

    Cengîz Holdîng li Şemrexê dixwaze gund vale bike

    Li Şemrexê, hat îdîakirin ku piştî hewza siyanûr li Etî Bakir a aydê Cengîz Holdîngê ye hat avakirin, bi kepçeyan dest bi birîna darên berî û guhîjan hat kirin. Welatiyên gund, diyar kirin ku ewê qadên xwe yên jiyanê terk nekin û gotin “Hem li dijî siyanûr û hem jî li dijî koçberî em banga hestiyariyê li raya giştî dikin.”

  • img

    Ji ber masîpankên tev li golê hatin kirin masiyên deqsor neman

    Masiyên deqsor ên li Gola Masiyan, neman. Ji ber ku qeymeqamê wê wê demê, masîpank xistin golê, di golê de masiyên deqsor neman. Karsaz Mehmet Bîrlîk, diyar kir ku gundiyan debara xwe bi masiyên deqsor dikirin, lê belê piştî masiyên deqsor qediyan êdî gundî koç dikin.

  • img

    Çar aliyên Dersimê dişewitin

    Şewatên 3 mehin li Dersimê didomin, ji şevê din ve belavî çar aliyên bajêr dibe.

  • img

    Şewata li Newalaroj berdewam dike

    Li herêma Newalaroj a Dersimê, şewata ji ber bombebaranê rû dayî berdewam dike û destûr nayê dayîn komên dildar biçin herêmê û mûdaxileyê şewatê bikin.

  • img

    Li herêmê rewşa dawî ya daristanan!

    Li herêmê şopên şewatên ji ber operasyonên leşkerî ên li qadên daristanî çêbûn, her çend di ser re sal derbas bûbin hîn jî dixuyên.

  • img

    ‘Destê xwe nedin daristanan’

    Parastina Daristanên Bakur piştevaniyê da çalakvan û parazvanên Daristana Hambachê ya Elmanya û bang li şîrketên emperyalîst û dewletan kir ku desten xwe nedin daristanan.

  • img

    Makîneyên DSÎ’yê carek din ketin Baxçeyên Hevselê

    DSÎ li ser nerazîbûna rêxistinên civakî yên sivîl xebata pakkirina li ser Geliyê Dîcleyê ku li Baxçeyên Hevselê ye rawestandibû. DSÎ carek din ji nû ve dest bi xebata pakkirinê kir.

  • img

    Ekolojîst Borûcû: Şewitandina daristanan dewama polîtîkayên şer e

    Ekolojîst Serap Borûcû, diyar kir ku şewitandina daristanên li bajarên kurdan, berdewamiya polîtîkaya şerê dewletê ye û got: "Çareserî bi avakirina civakeke demokratîk pêkan e."

  • img

    Welatiyan destûra ÇED'ê dan betalkirin

    Welatiyên Rihayê destûra ku ÇED'ê dabû Limak Çimento dan betalkirin. ÇED'ê ji bo Kana Marnê destûr dabû ku Limak hilberine.

  • img

    Şêniyên Kizilcakoyê li dijî JES'ê nobetê digirin

    Welatiyên Gundê Kizilcakoy ê Navçeya Efelerê ya Aydinê li dijî avakirina JES'ê nobetê digirin. Endama AYÇEP'ê Gonul Hastaoglu ku piştgiriyê dide welatiyan diyar kir ku ava ji Sondajê derdixin dişînin qanalê avdaniyê û tev li Çemê Menderesê dibe. Welatî Emîne Karaz jî anî ziman ku Rayedarên Enqereyê soza 145 JES'an daye fîrmayên JES'ê û fîrma hêza xwe ji Enqereyê distînin.

  • img

    HES'a tê çêkirin Çemê Kolikê ziwa dike

    Projeya HES'ê ya Karakûşê ya li Semsûrê tê çêkirin, Çemê Kolikê ziwa dike. Welatiyan, bilêv kir ku ew erdên xwe bi ava vî çemî av didin û dema ew derdên xwe dibêjin, bi şideta dewletê re rû bi rû dimînin.

  • img

    Pira Cendereyê dikin qurbana HES'ê

    Dînamîtên ji bo porjeya HES'ê ya Karakûşê ku li ser Çemê Kolikê tê çêkirin tên teqandin, zirarê dide Pira Cendere ya dîrokî û gorên bîrdariyî yên Karakûşê.

LÊGERÎN