Ekolojist: Em ê têkoşîna xwe ya li dijî krîza avhewayê bidomînin
- ekolojî
- 12:37 27/10/2019
Ekolojîstan xwestin li dijî krîza avhewayê li Enqereyê mîtîngê li dar bixin. Lê Walîtiyê destûr nedan ku ekolojîst mîtîngê li dar bixin. Berdevkê Yekîtiya Ekolojiyê daxuyanî dan û diyar kirin ku dê li dijî krîza avhewayê û talankirina aboriyê her roj dakevin qadan û têkoşîna xwe berdewam bikin.