Çemê Bazamîr jî ziwa bû
- ekolojî
- 09:07 06/8/2021
Çemê Bazamîr ê ku ji Çiyayê Cudî diherike Çemê Dîcle, pişt re ber bi Ava Mezin ve diçe îsal ji ber hişkesaliyê ziwa bû.
Çemê Bazamîr ê ku ji Çiyayê Cudî diherike Çemê Dîcle, pişt re ber bi Ava Mezin ve diçe îsal ji ber hişkesaliyê ziwa bû.
Mûstafa Canci, anî ziman ku kana keviran ku 20 sal in li gundê Şivon ê Bazarcixê dixebite, çandinî û sewalvanî nehiştiye û got: "20 sal in em di vê dojehê de ne."
Gundê Çoçellî yê elewiyan, bi rûxandineke ekolojîk a nû re rû bi rû ye. Done Çoçellî ku bertek nîşanî santrala enerjiyê ya biyokutleyê da û got: "Çar hawirdorê me bi têlan hatiye dorpêçkirin. Çima bi taybetî ev der tê bijartin?"
Li navçeya Dortyolê ya Hatayê jî şewata daristanê derket.
Şewatên daristanan ên li navçeyên Xozat û Pîranê derketin vemirîn. Di şewatan de bi sedan dar şewitîn.
Endamê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Vahap Işikli, anî ziman ku şewata daristanan ji ber pirsgirêka pergalî rû didin û got: "Daristan li rojavayê ji bo rantê, li herêmê jî ji bo ewlehiyê dişewitin. Li rojavayê otêl bilind dibin, li herêmê qereqol bilind dibin."
Di şewatên daristanan ên hefteyeke li Mûglayê belav dibin û didomin de kesekê jiyana xwe ji dest da.
Li Antakya û Samandagiyyê agir bi daristanan ket.
Li Edene, Mêrsîn, Osmaniye û Antalyayê sê roj in şewat didome. Bi hezaran hektar qada daristan şewitî û bû xwelî. Li van hêrmên şewatê bi dehan gund hatin valakirin.
Li Herêma Şênê ya Mûşê 7 roj in şewat derketiye û didome.
Li herêma Bestayê bi destê cerdevanan darên sedsale tên birîn.
Serokê CHP'a Rîzeyê Saltûk Denîz, diyar kir ku di dema desthilata AKP'ê de Herêma Behra Reş bi projeyan hatiye texrîpkirin û ev tişt got: "Rebazên şaş ên hin kesan nabin qedera mirovên li herêmê dijîn. Divê em van bobelatên ku her sal pêk tên ji qederê derbixin."
Ekolojîst Koray Turkay, anî ziman ku îqtidar xwezayê wekî "meta" dihesibîne û bang kir: "Em bên cem hev da siberojê jîngehek bimîne."
Parlamenterê HDP’ê Ridvan Tûran da zanîn ku di 13 sal3en dawî de 650 hezar dekar qadên çandiniyê tune bune û wisa bidome wê 60 salên din şûn ve qada çandiniyê nemîne.
Dadgeha herêmî daxwaza ji bo redkirina rapora ÇED'ê ya derbarê HES'a ku tê xwestin li ser Çemê Zoravayê bê çêkirin, red kiribû. Şûraya Dewletê, biryara dadgeha herêmî qebûl nekir û ji ber vê dadgeha herêmî biryar da ku rapora ÇED'ê bê betalkirin.