Şerê Rûsya-Ûkraynayê: Şer veguhêzî qada îktîsadî
- cîhan
- 11:37 08/3/2022
Şerê ku Rûsyayê 13 roj berê li dijî Ûkraynayê dabû destpêkirin, veguhêzî qada îktîsadî. Welatên Ewropayê qedexe kiribûn ku êdî ji Rûsyayê neft neyê kirîn. Li hemberî vê hewldanê, Rûsyayê bersiv da û got ku dê xaza xwezayî bibire. Heta niha zêdetirî milyonek kes ji Ûkraynayê koçber bû û ji bo 5 bajaran jî biryara agirbesta demkî hate ragihandin.