ENQERE - Komîsyona YE’yê bi îdiaya ku di çarçoveya “têkoşîna li dijî pereyê nefermî û fînansmaniya terorîzmê” de kêmasiyên stratejîk hene, Rûsya xist lîsteya reş.
Komîsyona Yekitiya Ewropayê (YE), bi îdiaya ku kêmasiyên stratejîk ên Rûsyayê di têkoşîna fînansmaniya terorîzmê û pereyê nefermî de hene, weke welatê rîska wê zêde destnîşan kir. Bi biryarê re herêmên darazê yên rîska wê zêde ya Rûsyayê xistin lîsteya reş.
Di daxuyaniya têkildarî mijarê de hate gotin ku daneyên ji çavkaniyên cemaweriyê yên Komîsyona NY’ê, ji meqamên welatên endam û ji Servîsa Têkiliyên Derve ya Ewropayê (EEAS) hatin komkirin û nirandineke teknîkî hatiye kirin. Hat gotin ku li gorî nirxandinê, Rûsya sêyemîn welatê herî zêde rîska wê heye ye.
Hat gotin ku ji ber kêmasiyên di çarçoveya pereyê nefermî û fînansmaniya terorîzmê de xistine vê lîsteyê. Her wiha ji saziyên fînansê hat xwestin ku di hemû karûbarên bi Rûsyayê re de hişyar bin û li gorî berpirsyartiyên xwe tevbigerin.
