Li Wanê dikandarên halê di nav krîzê de ne
- aborî-ked
- 10:05 14/1/2023
Dikandarên Kompleksa Hala Zebze û Fêkiyan a Tomerî ya Wanê diyar kirin ku ew nikarin kar bikin û anîn ziman ku heke krîz wiha berdewam bike ew ê neçar bin ku dikanên xwe bigirin.
Dikandarên Kompleksa Hala Zebze û Fêkiyan a Tomerî ya Wanê diyar kirin ku ew nikarin kar bikin û anîn ziman ku heke krîz wiha berdewam bike ew ê neçar bin ku dikanên xwe bigirin.
Dikandarên li bazarên semtan dixebitin gazin kirin ku kar nîne û welatiyan jî anîn ziman ku ji ber bihabûnê nikarin dan û standinê bikin. Gel, bi lêv kir ku ji her du aliyan jî mexdûr in û wiha gotin: “Em li benda hilbijartinê ne, divê desthilat were guhertin.”
Platforma Şaxan a KESK’ê ya Amedê û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê daneyên enflasyonê yên ku TUÎK’ê eşkere kir û zemkirina meaşan a ji aliyê hikûmetê ve protesto kirin û gotin: “TUÎK enflasyona rastî vedişêre.”
Esnafên Mêrdînê diyar kirin ku Midûriyeta Herêmê ya Weqfan kirêyên kargehên wan ji hezar û 500 lîreyan derxistiye 5 hezar TL’an û ji wan re gotiye: “Hûn dikarin dikanên xwe vala bikin. Em ê dikanan bidin ber muzayedeyê.”
Penêrê bisîrik ê Wanê di salekê de ji sedî sed biha bû. Kîloya penêrê bisîrik ji 100-120 lîreyî bû 170-200 lîre.
Haci Çîçek ku 50 sal in li Sêrtê koçertiyê dike, diyar kir ku ji ber zextên dewletê û maliyetên bargiran dest ji sewalvaniyê berdaye û got: "Ger qedexeya li zozanên me rabe û maliyet sivik bibin dibe ku cardin dest bi koçertiyê bikim. Lê niha zehmet e."
Li gorî daneyên TÎM’ê, di sala 2022’yan de Amediyên bi bihayê 294 milyon û 851 hezar dolaran îxracat kiriye. Ji îxracata hatiye kirin 120 milyon û 480 hezar dolar jê bo Iraqê û 28 milyon û 379 milyon dolar jî bo Îranê hatiye kirin. Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya diyar kir ku ji ber sepanên li Deriyê Sînor ê Xabûrê, îxracata ber bi Îranê ve zêde bûye.
ÎSÎG ku rapora xwe ya li ser cînayetên kar ên di sala 2022’yan de aşkere kir, ragihand ku di nava salekê de herî kêm hezar û 843 hezar karkeran jiyana xwe ji dest daye.
Li Edeneyê nanê somin û pîde ku 210 gram in bû 5 TL.
KESK’ê li dijî daneyên enflasyonê li pêşiya TUÎK’ê çalakî li dar xist û wiha bang kir: “Em ne budçeya şer lê ya kedkaran dixwazin.”
HDP çû serdana karkerên Kartonsanê ku ketine greva birçîbûnê.
Li gorî daneyên ENAG’ê enflasyona salane ji sedî 137 û li gorî daneyên TUÎK’ê jî ji sedî 64 e.
Şaredariya Qereçoban a Erziromê Febrîqeya Nan a Gel vekir. Tê payîn ku febrîqe dê rojane 10 hezar nanan bipêje.
Sala nû bi bihakirinê dest pê kir. Bi taybetî cezayên trafîkê û bac hatin zêdekirin.
Li navçeya Bornovyaê vînca li ser înşeta otêlekê qulibî. 5 karker jiyana xwe ji dest dan.