Teqawidan ‘budçe’ protesto kir
- aborî-ked
- 15:47 01
Teqawidan, daxwazên xwe yên têkildarî hevdîtinên budçeya 2026’an rêz kirin û gotin: “Em xwedî wê zanetî û hostetiyê ne ku pêşî li parçebûnê bigirin û têkoşîna teqawidan mezin bikin.”
Teqawidan, daxwazên xwe yên têkildarî hevdîtinên budçeya 2026’an rêz kirin û gotin: “Em xwedî wê zanetî û hostetiyê ne ku pêşî li parçebûnê bigirin û têkoşîna teqawidan mezin bikin.”
Welatiyên navçeya Tarsusê yên çûn bazarê û danûstandin kirin, diyar kir ku rêya xelasiya ji krîza aborî serkeftina pêvajoya çareseriyê ye.
KESK'ê bi dirûşmeya “Em nikarin debara xwe bikin” mitîngeke herêmî li dar xist. Di mitîngê de girîngiya aştiyê hat destnîşankirin. Parlementer Berîtan Guneş Altin ku di mîtîngê de axivî got: “Em ê têkoşîna xwe bidomînin heta ku em welatekî azad ji bo gelê xwe, ji bo jinan û ji bo karkeran biafirînin.”
Tenduristkar Îbrahîm Çîçek ku piştî di sala 2016'an de hat îxrackirin û niha li nav zeviyan dest bi kar kir, anî ziman ku ger li welatekî aştî tune be ne aborî heye ne tenduristî ne jî demokrasî. Çîçek, got: "Ez baweriya xwe bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tînim."
Aborînas Îlhan Doguş ê li ser budçeyê ku di Komîsyona Plan û Budçeyê ya Meclisê de tê nîqaşkirin axivî, diyar kir ku karê budçeçêkirinê ji polîtîkbûyînê hatiye derxistin û got: "Demokrasî, tevkariyeke girîng li pêşveçûna aborî dike. Li çaraliyê cîhanê mînakê vê hene."
Aborînas Ozgur Muftuoglû da zanîn ku ji bo sala pêş 2.1 trîlyon budçe ji bo şer hatiye veqetandin û got: "Budçeya 2026'an dê rê li ber pirsgirêkên civakî yên mezintir veke."
Kedkarên tev li mitînga herêmî ya KESK'ê ya Edeneyê diyar kirin ku ew nikarin debara xwe bikin û gotin: "Bi kevçî didin me, bi kemçeyê ji me distînin. Em budçeya ji bo gel dixwazin."
Jinên ku 25’ê Mijdarê bi xebata li zeviyan pêşwazî dikin, balê dikişînin ser tundiya ku zexta aborî û civakî li jinan çêdike û daxwaza başkirina şert û mercên xebatê û bidawîkirina bêcezakirina tundiyê kirin.
Li Wanê esnafekî ku amûrên kevn difiroşe têkildarî şert û mercên xizaniyê de wiha got: "Piraniya kirrîgerên tên cem me, ji ber ku nikarin kirêya xwe bidin makîneyên xwe, qoltixên xwe difiroşin. Hin dayik erebokên pitikên xwe difiroşin, ji bo mama bikirin."
Ji Komîteya Amadekar a mîtînga "Em nikarin debara xwe bikin! Ji bo gel butçe, Tirkiyeya Demokratîk" a KESK'ê Şemsettîn Bakir, anî ziman ku aboriya welêt divê êdî ne ji bo şer ji bo gel bê xerckirin.
Pêkanîna lastîkên zivistanê ku her sal mecbûrî be, ji 15'ê Mijdarê ve dest pê kir.
Weşatiyên Enqereyê têkildarî civînên budçeya sal 2026’an axivîn û destnîşan kirin ku budçe têrî gel nake û hêza kirînê nemaye.
7'emîn Fuara Gurmeyê û Xwarinên Herêmî ya Mezopotamyayê ku ji hêla DTSO ve tê lidarxistin, dest pê kir.
Penîrê bisîrik ê Wanê ku her diçe hilberîna wî kêm dibe, fiyetê wî jî zêde dibe. Penîrê bisîrik ku par kiloya wî bi 350-450 TL'yî bû îsal bûye 700 TL.
Rêxistinên pîşeyî yên enerjiyê, bertek nîşanî zema dê ji 1’ê Çileyê ve bikeve meriyetê dan. Nûnerên li Amedê gotin ku fatûreya îro 900 TL dihat dê bi sala nû re bibe hezar û 900 TL.