NAVENDA NÛÇEYAN - Partiyên siyasî û rêxistinên demokratik ku ji bo rojnamevan Huseyîn Aykolê ji ber xwîn rijiya ser mêjiyê wî di emeliyatê de ye, peyamên "derbasbûyînê" parve kirin. Di peyaman de wiha hat gotin: "Em ji dil û can bawer dikin ku dê ji heq vê jî derkeve."
Rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol ku li mala wî ya li Enqereyê xwîn rijiya ser mêjiyê wî, rakirin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Sîncanê. Aykol li vir di emeliyatê de ye. Partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk ji bo "derbasbûyînê" peyam parve kirin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li ser hesabê xwe yê X'ê wiha got: "Em bi xemgînî pê hesiyan ku kedkarê Çapemeniya Azad Huseyîn Ayokol, ji ber xwîn rijiyaye ser mêjiyê wî, rakirine nexweşxaneyê. Em şîfayê jê re dixwazin û kêlî berî kêliyê li bendê ne ku vegere nava me. Mamoste Huseyîn ku dengê girtiyan bû, li hemberî îşkenceyên 12'ê Îlonê li ber xwe daye û li dijî polîtîkayên çewisandinê tawiz ji sekna xwe nedaye. Em ji dil û can bawer dikin ku dê ji heq vê jî derkeve."
'DUAYÊN ME JI BO TE NE'
Komeleya Rojnamevanan a Dicle Firatê (DFG) jî li ser hesabê xwe yê X'ê wiha got: "Mixabin hevrê û mamosteyê me Huseyîn Aykol ku di avakirina rojnameyên wekî Ozgur Ulke, Ozgur Gundem û peyrewên wan de cih girt û zêdetirî 30 sal in rojnamevaniyê dike, xwîn rijiyaye ser mêjiyê wî. Aykol rakirin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Sîncanê û rewşa wî xeternak e. Duayên me ji bo te ne."
'TEMENÊ WÎ BI TÊKOŞÎNÊ DERBAS BÛ'
Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) got: "Em hîn bûn xwîn rijiyaye ser mêjiyê rojnamevanê kedkar ê kevneşopiya Çapemeniya Azad Huseyîn Aykol ê di quncika xwe de tim dibû dengê girtiyên şoreşger, û ew rakirine nexweşxaneyê. Em şîfayê ji Huseyîn Aykol re dixwazin ku temenê wî bi têkoşînê derbas bûye û em hêvî dikin demildest baş bibe."
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li ser hesabê xwe yê X'ê wiha got: "Em bi xemgînî pê hesiyan ku kedkarê Çapemeniya Azad Huseyîn Aykol ji ber xwîn rijiyaye ser mêjiyê wî, ew rakirine nexweşxaneyê. Em şîfayê ji mamoste Huseyîn re dixwazin ku bi salan bi pênûsa xwe ji girtîgehan heya kuçeyan, di qadê her jiyanê de tenê têkoşîna heqîqetê dide. Em ji malbata wî û Çapemeniya Azad re dibêjin derbasî be û em hêvî dikin ku Aykol demildest cegere nava me."