TUÎK’ê enflasyona salane weke ji sedî 67 ragihand

img
ENQERE - Li gorî TUÎK’ê enflasyon di meha sibatê de li gorî mehek berê ji sedî 4,53 û li gorî meha par jî ji sedî 67,07 zêde bû. 
 
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên enflasyonê yên meha sibatê eşkere kir. Li gorî TUÎK’ê; enflasyon li gorî mehek berê di sibatê de ji sedî 4,53 û li gorî heman meha sala par jî ji sedî 67,07 zêde bû. 
 
Enflasyona ji sedî 67,07 bendewariyên piyasayê derbas kir û di naa 15 mehên dawî de weke rêjeye herî bilind hate qeydkirin. 
 
TUÎK’ê rêjeye enflasyonê ya meha çileyê weke ji sedî 6,70 û ya salane jî weke ji sedî 64,86 ragiphandibû.