TUÎK’ê enflasyona salane weke ji sedî 67 ragihand 2024-03-04 11:52:44   ENQERE - Li gorî TUÎK’ê enflasyon di meha sibatê de li gorî mehek berê ji sedî 4,53 û li gorî meha par jî ji sedî 67,07 zêde bû.    Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên enflasyonê yên meha sibatê eşkere kir. Li gorî TUÎK’ê; enflasyon li gorî mehek berê di sibatê de ji sedî 4,53 û li gorî heman meha sala par jî ji sedî 67,07 zêde bû.    Enflasyona ji sedî 67,07 bendewariyên piyasayê derbas kir û di naa 15 mehên dawî de weke rêjeye herî bilind hate qeydkirin.    TUÎK’ê rêjeye enflasyonê ya meha çileyê weke ji sedî 6,70 û ya salane jî weke ji sedî 64,86 ragiphandibû.