Rapora girtîgehên Marmarayê: Di 3 mehan de hezar û 76 binpêkirin

  • rojane
  • 15:41 29 Nîsan 2024
  • |
img
STENBOL - Şaxa ÎHD’a Stenbolê rapora xwe ya binpêkirinên li girtîgehên Herêma Marmarayê eşkere kir û da zanîn ku di 3 mehan de hezar û 76 binpêkirinên mafan hatine kirin. 
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê li avahiya şaxê ya li Beyoglûyê “Rapora Binpêkirinên Mafan ên Girtîgehên Herêma Marmarayê” eşkere kir. Di raporê de binpêkirinê ji çileya 2024’an heta adara 2024’an hatine destgirtin. 40 jê ji girtîgehên Herêma Marmarayê bi giştî 69 serlêdan ji bo komeleyê hatine kirin û ji van hezar û 76 binpêkirinên mafan hatine tespîtkirin. 
 
Seroka Şaxa ÎHD’ê Gulseren Yolerî da zanîn ku ji binpêkirinên di raporê de 4 jê têkildarî mafê jiyanê ne, 169 jê yên îşkence, derbkirin, miameleya xerab û nêzikatiyên biçûkxistinê ne. Yolerî, bi domdarî da zanîn ku 57 binpêkirinên mafê tenduristiyê hatine jiyîn, li dijî mafê ragihandinê 285 û li dijî mafê xweyîbûna bitendurist û xwegihandina ava paqij 111 binpêkirinên mafan hatine tespîtkirin. 
 
Di berdewamê de Yolerî anî ziman ku têkildarî binpêkirinên xwegihandina edaletê de 28 serlêdan ji bo wan hatine kirin, têkildarî girtina neheq, darizandina adilane û binpêkirinên di dema înfazkirina cezayê de 12, têkildarî binpêkirinên di dema grevên birçîbûnê de jî 26 serlêdan hatine kirin. Yolerî, her wiha da zanîn ku wan bi rêya çapemeniyê 260 binpêkirina mafan tespît kirine. 
 
GIRTÎGEH ZÊDE HATINE TIJEKIRIN
 
Bi domdarî Yolerî destnîşan kir ku ji 1’ê nîsana 2024’an ve li 403 girtîgehan bi giştî 322 hezar û 780 kes tên ragirtin û wiha domand: “Kapasîteya 403 girtîgehan 295 hezar û 702 kes e lê li van deran 322 hezar û 780 kes tên ragirtin. Anku 27 hezar û 78 kes bi ser kapasîteyê re tên ragirtin. Weke ku di raporên me de jî xuya dike, hejmara zêde ya di qawîşan de rê li ber pirsgirêkên tenduristiyê û xwegihandina mafê ragihandinê vedike. Divê ev pirsgirêk tavilê bê çareserkirin.”
 
Di berdewamê de Yolerî anî ziman ku sepanên îşkence û miameleya xerab, zexta psîkolojîk, çêr, heqaret, nebirina nexweşxaneyê, nedayîna dermanan, nêzikatiyên deretîkî yên bijîşkan, di dema çûna nexweşxaneyê de zexta lêgerîna tazî didomin û da zanîn ku dema girtî li dijî vê derdikevin jî rastî îşkenceyê tên. 
 
LI GIRTÎGEHA ÎMRALIYÊ 157 BINPÊKIRIN HATIN KIRIN 
 
Yolerî, bal kişand ser sepanên tecrîdê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qedexeyên name-hevdîtinê, qedexeyên televîzyon-radyoyê, bisînorkirina sihbet-sporê û hwd jî di nav de li Girtîgeha îmraliyê pergaleke pir tund a tecrîdê heye ku têkiliya girtiyan a bi cîhana derve re bi temamî qut kiriye. Em vê weke tecrîdê pênase dikin. Daneyên têkildarî tecrîdê pir girîng in. Di nava daneyên çile-adarê de 157 binpêkirin tenê di meseleya binpêkirina mafê ragihandinê de hene.” 
 
Yolerî, bi lêv kir ku binpêkirinên li girtîgehan ji yên di raporê de hatine eşkerekirin pir zêdetir in. Yolerî, got ku rapora wan tenê parçeyeke biçûk ê binpêkirinên li girtîgehan e. 
 

Sernavên din

09:04 Li Şirnexê 25 kes hatin binçavkirin
09:02 Li girtîgehê mirineke biguman: Ez bawer nakim ku kurê min xwe kuştibe
09:02 Ji Silêman Ehmed ê PDK'ê ew revandiye 205 roj in tu agahî nayê girtin
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiyê didome
09:01 Wê li Tetwanê her hefte kargehên çand û hunerê bên lidarxistin
09:00 Ji Jîn Artê banga konsera mezin
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2024'AN
08:49 Meteorolojiyê ji bo barîna zêde û tozê hişyarî kir
08:25 Di lêpirsîna Ayhan Bora de 4 kesên din hatin binçavkirin
08:19 Parlementerê Sînn Féinê: Divê Abdullah Ocalan bê berdan
15/05/2024
23:59 Şahiya 15’ê Gulanê: Zarokên xwe bi kurdî mezin bikin
22:26 'Wê têkoşîna kurdan a li dijî asîmlasyonê bidome'
22:09 Li Îzmîrê panela zimanê kurdî
19:24 Şenyaşar: Heta edelet neyê ez ê li vir bim
17:55 Ji Baroya Şirnexê daxuyaniya Cejna Zimanê Kurdî
17:09 Li Civîna Meclisa Şaredariya Mêrdînê bêtehamulîya “Kurdî”!
16:36 2 kesên bi hinceta 1’ê Gulanê hatine girtin hatin berdan
16:27 TJA: Ya tê darizandin têkoşîna jinan e!
15:59 Li Îzmîrê binçavkiriyek rastî lêgerîna tazî hat
15:57 Ji bo Doza Kobanê bang: Xwedî lê derneketin sûc e
15:44 ‘Polîtîkaya tirkkirinê” ya li Efrînê ji Fîdan hate pirsîn
15:39 Hevşaredarê Dêrsimê Konak îfade da
15:30 Ji bo qeymeqamtiyê bi şaredariya lê qeyûm bû malzeme da kirîn
15:15 ‘Em ê dev ji mafên xwe bernedin’
15:13 Li gelek bajaran daxwaza ‘bila kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê’
14:58 Şandeya DEM Partiyê li Awûstûryayê ye
14:42 Jinan ji Begît re got: Heke nexwazî weke rûreşan bê bibîranîn îstîfa bike
14:10 Erdogan: Em amadekarê fêlbaziyê baş dizanin
14:09 Rojnameya Yenî Yaşamê sala xwe ya 6’emîn pîroz dike
13:21 Dîroka dawî ya serlêdana tûrnûvaya bi dirûşma ‘Lêxe’ 21’ê gulanê ye
12:42 Wezîrê Karên Hundirîn daxuyaniyekî balkêş da
12:24 Li Amedê meşa ziman: Divê em her qada jiyanê bikin dibistanên zimanê kurdî
12:19 Gundiyan ji bo protestokirina polîtîkayên aborî yên PDK’ê rê girtin
12:18 Platforma Zimanê Kurdî: Dem dema zimanê kurdî ye
11:51 Li Sûka Misirê ya Dîrokî şewat derket
11:48 Daxwaza ji bo jinûvedarizandina Kavala hate redkirin
11:40 Hevşaredara Dêrsimê ya berê Altûn tehliye bû
11:00 DEM Partiyê ji bo tevlibûna Doza Kobanê bang kir
10:51 Serokatiya Meclisê ji bo daxwaza têkildarî kurdî got ‘li dijî destûra bingehîn e’
10:45 Bersivê nadin daxwaznameyên Dal a di hucreya yekkesî de tê ragirtin
10:33 Li Wanê 8 kes hatin girtin
10:14 Li gelek bajaran gelek kes hatin binçavkirin
10:00 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo CPT’yê serlêdaneke nû kir
09:58 Li Îzmîrê bi pileya 4,5’an erdhejek çêbû
09:57 Nûnerên rêxistinên sivîl: Divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
09:39 Dayika girtiyî: Em bibin dengê girtîgehan
09:11 Ji rojnameger Silêman Ehmed 204 roj in tu agahî nayê girtin
09:11 Girtiyên siyasî 171 roj in bi daxwaza azadiyê di çalakiyê de ne
09:07 Dayika tirk bi rêya Zarok TV'yê kurdî fêrî keça xwe kir
09:06 Ji Dayikên Aştiyê banga ji bo Abdullah Ocalan
09:05 Egîtîm Sen: Çavkaniya tundiyê desthilat e
09:00 Banga têkoşîna bihevre ya li hemberî tecrîdê: Em meşa azadiyê bilind bikin
09:00 Ji Anka-Derê banga tevlibûna çalakiya zimên
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2024'AN
14/05/2024
23:05 Li Cizîrê stand-upa “Du ziman” hat li dar xistin
21:14 Danişîna rojnamevanan hat taloqkirin
20:48 Nobeta Edeletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 103’emîn de didome
20:41 Qeyûmê Kerboranê 72 milyon TL deyn kiriye
19:19 Li Farqînê Serê Gulanê hat pîroz kirin
17:00 ‘Divê em li her derê bi kurdî biaxivin’
16:48 Şîna Soydan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:41 Şandeya ku dê di Doza Geziyê de daxwaza jinûvedarizandin binirxanda guherî
16:35 Jin panela Doza Kobanê li dar xistin: Yên didarizînin tên darizandin
16:03 Halîs Tekîn piştî 30 salan hate berdan
15:58 Bi belavokan Doza Kobanê vegotin
15:55 Ozgur Ozel: Hêviya me ew e ku di Doza Kobanê de edalet pêk bê
15:45 Li Rihayê geşta ‘Roja Dayikan’
15:27 Li Cûrnê Reş mal bi mal xebata hilbijartinê
15:01 Di kana madenê de hezaz: Karkerekî jiyana xwe ji dest da
14:45 Riya ji ber lêhiyê hatibû girtin hate vekirin
14:27 Li Wanê binçavkirin hatin protestokirin
13:47 Danişîna rojnameger Oruç hat lidarxistin
13:21 Li Mêrdînê dê 1’emîn Mîhrîcana Pirtûkan bê lidarxistin
12:45 Bakirhan 5 xalên pêşkeşî partiyên siyasî kiribûn eşkere kir
12:43 27 parlamenter û senatorên Spanyayê ji bo Îmraliyê name ji CPT’yê re şandin
12:42 Xwişka Kirbayir ê windakirî, jiyana xwe ji dest da.
12:30 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:16 Girtiyên jehrî bûbûn piştî tedawiyê ji nexweşxaneyê derketin
11:09 Ziya Turk li ser şîrketan reklamê bi sedhezaran lîre qezenc kiriye
10:51 Li Aydinê jinek hate qetilkirin
10:43 Karûbarên îfadegirtina 55 binçavkiriyên li Wanê dest pê kir
10:42 Di êrişa DAIŞ’ê ya li Iraqê de 5 leşker mirin
10:41 Karataş: Ji bo zexta dîplomatîk dê li dijî CPT’yê çalakî bên destpêkirin
10:35 Ekolojîst Şener: Texrîbat ne tenê pirsgirêka gelê li herêmê ye
10:03 Têkildarî sepana ‘derhiqûqî’ ya li girtîgehê hûrgiliyên nû derketin holê
09:57 Hem firoşkar hem kirîger bi gazinc in
09:47 Ji bo 9 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
09:43 Xelîl: Zimanê kurdî zimanekî qedîm û şirîne, divê em xwedî lê derkevin
09:36 Serokê AKP’î yê berê ji ber hişbirê hate girtin
09:35 Karsaz Altûn: Ji ber bacê, kirê û mesrefan tiştek ji me re namîne
09:26 Rewşa Hatîce Yildiz a 75 salî giran dibe
09:16 Cejna Zimanê Kurdî: Berpirsiyariya mezin dikeve ser milê malbatan
09:04 Ji rojnameger Silêman Ehmed 203 roj in tu agahî nayê girtin
09:03 Girtiyên siyasî 170 roj in bi daxwaza azadiyê di çalakiyê de ne
09:02 Wê ji bo Cejna Zimanê Kurdî resepsiyonekê li dar bixin
09:02 Aborînas Nas: Fatûre li gel û xebatkarên cemaweriyê hatiye birîn
09:02 Li bajarê ku berf lê nebariya 13 milyon TL ji bo 'têkoşîna li hemberî berfê' hatiye xerckirin
09:01 Dayikên girtiyên di çalakiyê de: Daxwazên wan pêk bînin
09:01 ROJEVA 14’Ê GULANA 2024’AN
13/05/2024
20:27 Li Amed û Cizîrê panelên zimanê kurdî