AMED - Cotkaran ragihand ku ji bo stendina mehsûlan TMO guh li wan nake û gotin ku ger depo neyên çêkirin, dê cotkar mexdûr bibin û dê keda wan têkeve destê rantxuran.
Ofîsa Mehsûlên Axê (TMO) bi hinceta ku depoyên wê tije ne, randevûyê nade cotkaran. Cotkarên ku piştî zor û zehmetiyên pêvajoya çandiniyê dest bi paleyiyê kirin, ji ber ku TMO randevûyê nade wan dê mehsûlên xwe bi erzanî bifiroşin navbeynkaran.
‘TMO NE DI ETRA ÇARESERIYÊ DE YE'
Hevserokê Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Amedê Abdûssamed Ûcaman anî ziman ku pergala randevûyê ya TMO'yê ji bo cotkaran bûye sedema barekî giran û got ku ji ber vê pergalê cotkar bi mehan li benda randevûyê disekinin. Ûcaman destnîşan kir ku di warê aborî de kêmasiyên cotkaran hene û wiha got: "Ger cotkar li ser otomasyonê jî randevûyê eyar bike, ev mehekê dewam dike. Heya wê çaxê jî hem depokirina tovan hem jî ji selefxuran an jî bankan stendina krediyê çêdibe. Divê demildest mehsûla xwe ji bifiroşin. Lewma ji bêgavî bi erzanî difiroşin û dixwazin deynên xwe yên bankeyan û selefxuran bidin."
Ûcaman destnîşan kir ku TMO ne di etra çareserkirina vê meseleyê de ye û got ku gava cotkar qezenc nekin dest ji cotkariyê berdidin.
‘DIVÊ PERGALA RANDEVÛYÊ BÊ BETALKIRIN'
B domdarî Ûcaman destnîşan kir ku divê mehsûl rasterast û bêyî randevî ji cotkaran bê stendin û wiha domand: "Ev peywira TMO'yê ye. Peywireke cemaweriyê ye. Nepêkanîna vê tê wateya ku peywira xwe xirab dikî. Her wiha demildest divê TMO pergala randevûyê betal bike û hemû genim û cehê cotkaran bistîne."
Serokê Odeya Çandiniyê ya Bajarê Nû Suleyman Îskenderoglû jî diyar kir ku nêzî 30 salan çandinî kiriye û got ku wî jî ji TMO'yê randevû nestandin. Îskenderoglû bilêv kir ku nêzî 150 ton genim û 60 ton cehê wî di xermanê de maye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di piyaseya serbest de tona genimê ji bo nên 6 hezar û 800 TL, tona genim ji bo qarneyê 7 hezar û 200 TL ye. Li TMO'yê tona genimê ji bo nên 9 hezar TL, tevî primî tona genimê hişk 10 hezar TL ye. Lewma niha ji bo genimê serê tonê 2 hezar û 500 TL û ji bo ceh jî 2 hezar TL zirar heye. Mehsûlê cotkara niha di xermanê de ye. Ji bo ku ev mehsûl bi erzanî nekeve destê navbeynkaran divê TMO cihê depokirina mehsûlan çêbike. Hewa baş e, eraziyên beyar hene. Ger depo neyên çêkirin, dê cotkar mexdûr bibin û dê keda cotkaran têkeve destê rantxuran."
Cotkar Mûstafa Tayfûn jî polîtîkayên detshilatê rexne kirin û got ku ji ber ku TMO'yê randevû nedaye wan nikairn deynên xwe bidin. Tayfûn, ev tişt anî ziman: "Ji ber randevûyê em di bin deynan de mane. Mecbûr em ê mehsûlên xwe bifiroşin navbeynkaran. Nêzî 60 tên mehsûl di dest min de ye. Rewşa hemû cotkarên herêmê wekî ya min e. Herî kêm 250 TL deynê min heye. Ji ber ku randevû bi dest me nakeve, navbeynkar li benda keysa xwe ne. Tonajê kêm kirine, nakirin. 10 roj in randevû bi dest min nakeve."