Di Dikana Hevgirtinê ya Kezî ya ku ji aliyê Şaredariya Cizîrê ve hat vekirin de, pere derbas nabe. Nûran Kaplan a ku ji kedkarên dikanê ye diyar kir ku armanca dikanê bibîrxistina civaka komun a ku di cewherê mirovahiyê de ye û got: "Werin em vê tora hevgirtinê bi hev re bihûnîn."
Di civîna duyemîn a Komîsyona Tespîtkirina Mûçeyê Kêmtirîn de Wezareta Xizîne û Darayî, Wezareta Bazirganiyê û TUÎK’ê rapor pêşkeş kirin.
Komîsyona Tespîtkirina Kêmtirîn Mûçeyê ya ku TURK-ÎŞ’ê xwe jê wekişandibû, dê bi nûnerên kardêr û hikûmetê re careke din bicive. Hat zanîn ku dê nûnerên kardêran sê vebijêrkan ji bo zemê pêşkêşî komîsyonê bikin.
Li Wanê ji aliye KURDÎGEH, Şaxa Egîtîm-Senê ya Wanê û Aryen Çandê ve bernameya Şeva Yeldayê hat lidarxistin.
Ji damezrînerên koma şanoya Kurdî Şanogelê Bariş Gorecek, banga piştgirîyê ji bo lîstikên Kurdî kir.
Li Amedê bi munasebeta 29'emîn salevegera koça hunermenda Kurd Ayşe Şanê bernameya bibîranîne hat lidarxistin.