Ciwanên başûrî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir

  • ciwan
  • 13:41 26 Mijdar 2025
  • |

ENQERE - Ciwanên ji Herêma Federe ya Kurdistanê hatin û Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li Wezareta Edaletê dan.  

Ciwanên endamên Partiya Komunîst a Kurdistanê (KCP) û Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PASOK) ji Herêma Federe ya Kurdistanê hatin Enqereyê. Ciwanên Başûr, li gel endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo biçin Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Wezareta Dadê dan. Ciwanên beriya serdana Wezareta Dadê bikin, li navenda Giştî ya DEM Partiyê bi Parlamentera Şirnexê Newroz Uysal Aslan re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê çûn ber Wezaretê Dadê û li wir dxuyanî dan. 
 
Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Rêzan Kaganarslan di daxuyaniyê de diyar kir ku weke Ciwanên Demokratîk demeke dirêj e xebatên wan hebûn û got: “Şandeya Ciwanan a başurê Kurdistanê hat li Mêrdînê tev li panela Yekitiya Neteweyî bûn. Piştre jî çûn li Rihayê û niha jî li Enqereyê wê ji bo biçin Îmraliyê daxwaznameyê bidin Wezareta Dadê. Weke Ciwanên Demokratîk demeke dirêj e xebatên me didomin.”
 
DAXWAZA AZADIYA FÎZÎKÎ YA ABDULLAH OCALAN 
 
Ji Partiya Zahmetkeşên Kurdistanê Shko Şhwan jî bi lêv kir ku ew ji bo piştgiriya pêvajoya aştiyê hatin û got: “Em ji bo piştgiriyê bidin pêvajoya aştî û rewşa Rêber Ocalan hîn bibin û piştgiriya xelkê Başûr ragihînin dixwazin biçin Girava Îmraliyê û bi Rêber Ocalan re hevdîtinê bikin. Em dixwazin Rêber Ocalan azad bibe.”
 
PIŞTGIRÎ DAN PÊVAJOYA AŞTIYÊ
 
Ji Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê Salar Abdurrahman jî destnîşan kir ku neteweya Kurd neteweyeke aştîxweze û ev tişt anî ziman: “Me li vir çend serdan kirin. Me bi van serdanan xwest nîşan bidin ku xelkê Kurd miletekî aştîxwaz e. Em dixwazin bi Rêber Ocalan re hevdîtin bikin û piştgiriya pêvajoya aştiyê bikin. Em dixwazin welatê me jî azad be û hemû kes bi azad di nav astiyê de bi hev re bijîn.”
 
Piştî daxuyaniyê, şandeya ciwanan bi Newroz Uysal Aslanê re ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin daxwazname dan Wezareta Dadê.