Peyama Abdullah Ocalan ji bo kongreya ANKA-DER’ê: Bîranîna rastîn bilindkirina têkoşînê ye

  • rojane
  • 19:00 21 Kanûn 2025
  • |
img

STENBOL - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek ji kongreya ANKA-DER’ê re şand û diyar kir ku “dilsoziya bi şehîdan re” avakirina civakeke demokratîk û mirovî ye û got: "Bîranîna rastîn, bilindkirina têkoşînê ber bi asteke pêşketîtir, hişyartir û jiyanparêztir e.”

 
Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên ku Xizmên xwe Winda Kirine ya Anatoliyayê (ANKA-DER), 4’emîn kongreya xwe ya asayî li hêwaneke dawetê ya Okmeydanî ya Stenbolê li dar xist. Gelek kes tevlî kongreyê bûn. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya bajêr Arîfe Çinar û Çinar Altan, nûnerên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), nûnerên Dayikên Aştiyê, , Komaleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwara re (MATUHAY-DER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) tevlî kongreyê bûn. Di kongreyê de gelek caran dirûşmeyên “Şehit namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Kongre piştî deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.
 
Meral Daniş Beştaş di kongreyê de axivî û diyar kir ku di pêvajoya pevçûnê de gelek êşên wan çêbûne û wiha got, “Em êdî naxwazin xwişk û birayên xwe winda bikin. Serê me bi şehîdên me bilind e, ew hemû nirxê vê gelî ne. Ger em îro dikarin qala demokrasî û azadiyê bikin û bi zimanê xwe biaxivin ev bi saya wan e. Gelê Kurd li Rojhilata Navîn û cîhanê di nava berxwedanê de ne. Hêviya me zêde ye! Her wiha em di nava pêvajoyeke krîtîk de ne. Ev pêvajo bi banga rêzdar Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de dest pê kir. Ez di wê baweriyê de me ku Rêbertî jî difikire ku berdêlên çawa hatin dayîn. Eger têkoşîna ku em di nav de ne bi ser bikeve, em ê bi hev re bikenin. Li aliyê din em îro nikarin bibêjin ku tecrîd rabûye. Hevdîtinên li Îmraliyê hîna jî bêyî erêkirina wezaretê nayê kirin. Lê li gorî duh îro hevdîtn rehettir çêdibin. Hizr û gotinên rêzdar Ocalan ji Rojhilata Navîn re dibe rênîşander. Girêdayî vê hêviyê, deklerasyon, hizir û pirtûkên wî cîhanê ronî dike. Em guh bidin rêzdar Ocalan. Em ê vê pêvajoyê bêyî çek, bêyî xwîn rijandinê û bêyî ku tu mirovên xwe winda bikin bi rêya siyaseta demokratîk birêxistin bikin.”
 
PEYAMA RÊBER ABDULLAH OCALAN HATE XWENDIN
 
Piştre Kurdiya peyama Abdullah Ocalan ji aliyê Mehmet Bulut ve û Tirkiya vê jî ji aliyê Dayika Aştiyê Rewşan Doner ve hate xwendin.
 
Temamiya peyamê bi vî rengî ye: “Dilsoziya me ya bi bîranîna şehîdên me yên têkoşînê, avakirina civakekî demokratîk di nava aştiyê de ye. Ez hemû şehîdên têkoşînê ku di van axan de ji bo azadî, rûmet û jiyana wekhev a gelan jiyana xwe ji dest dane, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Fedakariya van di meşa azadiyê ya vî gelî de wekî hişmendî, îrade û daneheva dîrokî dijî. Ew wîjdanê têkoşîna me û rastiyên dîrokî ne ku di bîra gelê me de şopên nayên jêbirin hiştine. Lê divê bi aşkerayî bê gotin ku di qonaxa niha de têkoşîna azadiyê, ne hunera zêdekirina mirinê ye, hunera birêxistinkirina jiyanê ye. Bîranîna şehîdên me, ne bi windahiyên nû, lê bi avakirina wê jiyana demokratîk, wekhev û birûmet a ku wan di oxira wê de li ber xwe daye, watedar dibe. Her windahî, ji bo min çiqasî sedema têkoşînê be, ewqasî jî êşeke giran e ku ez di dilê xwe de hildigrim. Ez dixwazim rê li ber şehadeta ciwanek bi tenê jî bigrim û nehêlim ku dayikek din jî li pey zarokê/a xwe şînê bigre.
 
“Dilsoziya rastîn ne vekirina rêya windahiyên nû ye; berovajî wê, bi wêrekiya avakirina zemîna siyasî û civakî ya ji bo têkoşîneke aştiyane ye. Mîrasa ku wan ji me re hiştiye ne domandina şer e, nîşandana vîna çareseriya demokratîk e. Wan têkoşîn kir ji ber ku bawer dikirin ku pêşerojeke ku gel tê de bi hev re û bi azadî bijîn pêkan e. Erka ku îro dikeve ser milê me, tacîdarkirina vê keda dîrokî bi aştiyê ye û vekirina deriyê serdemeke nû ye ku li ser bingeha lihevkirina demokratîk hatibe avakirin. Rêzgirtina rastîn, rêgirtina li windahiyên nû ye. Bîranîna rastîn, birina têkoşînê ber bi asteke pêşketîtir, hişyartir û jiyanparêztir e. Dilsoziya bi şehîdan re, nîşandana wê wêrekiyê ye ku mirov ji cihê ku wan lê hiştiye, civakeke demokratîktir, azadtir û mirovîtir ava bike. Bi vê hest û berpirsiyariyê, ez li ber bîranîna hemû pakrewanên têkoşînê bi rêz bejna xwe ditewînim û xizmên wan bi rêz û hezkirineke bêdawî silav dikim.”
 
‘FELSEFEYA RÊZDAR OCALAN LI CÎHANÊ DENG VEDIDE’
 
Piştre Hevseroka Bajarê Stenbolê ya Partiya DEM’ê Arife Çınar wiha axivî: “Di encama şerê ku 52 sal in didome de berdêlên giran hatin dayîn û windahiyên mezin çêbûn. Hişmendiya dewleta Tirk her tim li ser girtina ser rastiyê û tinehesibandina wê bûye. Lê belê, ya ku rastiyê derdixe ronahiyê, têkoşîna wê dide û jiyanê bi wate dike, têkoşîna pakrewanên me ye. Birêz Ocalan bi banga aştiyê û civaka demokratîk a ku di 27’ê Sibatê de kiribû, ji bo pêkanîna aştiyeke bilez li ser vê axê her cure nexşerêyekê datîne holê û ji bo vê yekê li Girava Îmraliyê li ber xwe dide. Lê dema em lê dinêrin, aliyekî ku hebûna hişmendiya dewleta Tirk nîşan dide û gelê Kurd tine dihesibîne jî heye. Îro gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê hebûna xwe nîşan daye û pergala xwe ava kiriye. Felsefeya kûr a rêzdar Ocalan ne tenê li Bakur, li hemû cîhanê ye. Ronahiya felsefeya wî di vê cîhana tarî de diçirûse.”
 
Piştî axaftinan, di hilbijartinên hatin kirin de Îlhamî Kurt û Hulya Îlbars wekî hevserokên ANKA-DER’ê hatin hilbijartin. 
 
Kongre bi gerandina govendê bi dawî bû.
 
 

Sernavên din

19:53 Şîna Servet Kartal ê HPG'î bi girseyî hat ziyaretkirin
19:29 Komeleya Lêkolînê ya Zanistên Civakî ya Kurdî kongreya xwe li darxist
19:00 Peyama Abdullah Ocalan ji bo kongreya ANKA-DER’ê: Bîranîna rastîn bilindkirina têkoşînê ye
17:50 Xwebûn di sala xwe ya 6'emîn de ye: Çapemeniya Kurdî ji her demê xurttir e
16:43 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:38 Li Girtîgeha Xarpêtê dijbariya pêvajoyê: Piştî her gavekî erênî bi îşkenceyê bersivê didin
16:23 Cenazeyê yaşar Demîr hate definkirin
16:05 Mexdûrên erdhejê li Enqereyê dest bi nobeta edaletê kir
15:50 'Avakirina zemîna hiqûqî ya pêvajoyê berpirsyartiya îktîdar û dewletê ye’
14:56 Şîna Zîlan Yilmazê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:47 Di hevdîtinên budçeyê de roja dawî: Divê zimanê cihêkar bê terikandin
14:43 Li Cûdî ‘tovên hêviyê’ hatin çandin: Aştî bi xwezayê re dibe
14:42 Mewlîda ji bo Işik ê HPG’î bi girseyî hate ziyaretkirin
13:30 Girtiyê siyasî Omer ê rejîma Îranê nehişt tedawî bibe jiyana xwe ji dest da
13:19 Rejîma Îranê ceza da çalakvanê Kurd Ebdulazade
13:08 Şerê Kamboçya û Taylandê bû sedema koçberiyeke mezin
13:00 Şandeya Îmraliyê dê sibe bi CHP û EMEP’ê re hevdîtinê bike
11:03 Gelo sedema şerên Rojhilata Navîn neşxeyên rêyên nû ne?
10:06 Hejmara 147’an a kovara Jinê derket
10:00 Ji bo bîranîna 23’yê Kanûnê ya li Parîsê amadekarî didomin
09:17 Li ser sînor navçeyekî qedexe: Di nexşeyê de heye, lê jiyan lê nîn e!
09:13 Ji bo bîranîna Rojîn Kabaîşê pêşbirka çîrokan: Serlêdan di 30'ê Çileyê de bi dawî dibin
09:12 Di vê dikanê de pere derbas nabe: Armanc bibîrxistina civaka komunê ye
09:11 Demîr ê DEM Partiyî jiyana xwe ji dest da
09:03 Welatên Skandînavyayê: Nenavendîbûn, serxwebûna darayî
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2025'AN
20/12/2025
22:29 Li Wanê Şeva Yeldayê hat pîrozkirin
20:45 Faîlê tacîzê Serdal Os hat girtin
18:22 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û TÎP'ê: Aştî ji bo azadî û demokrasiya şert e
17:01 Talebanî: Divê li Iraqê hikumeteke xurt bê avakirin
16:30 Li sê bajaran çalakî ji bo girtiyên nexweş
15:47 Êrişa li dijî Leyla Zanayê hat protestokirin
15:36 Akademîsyena heqaret li Kurdan kir serbest hat berdan
15:17 Rewşa rojnamevan Aykol wekî berê ye
15:11 Ji Îngilistanê mueyîde li ser fermandar û tabûrên Şara
14:44 Şandeya Îmraliyê bi AKP'ê re civiya: Aştî bê hiqûq nabe
14:07 Ji bo birayên Karabey, Haran û Bahçecî edalet
13:43 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Aydogan ê ku 31 sal berê hat windakirin pirsîn
13:03 Sedat Işikê HPG'î hat bibîranîn
12:02 DYA’yê êriş bir ser zêdetirî 70 nuqteyên DAIŞ’ê
11:05 Li Cizîrê bersûcê êrişa zayendî ku hatibû berdan, dîsa hat binçavkirin
10:58 Deklarasyon: Em ê bajaran bi israra aştiyê ya jinan ava bikin
10:25 Xwebûn 6 salî ye: Em ê di her şert û mercî de rojnameya Kurdî bigihînin gel
10:15 Banga ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê: Roj roja qîrîna azadiya Rêbertî ye
10:00 Spanya: Xweseriya bilind, feraseta karbidestiya eşkere, demokrasiya beşdar
09:11 Li dijî ekokujiyê dê li Cûdiyê 50 hezar darberû bên danîn
09:09 Navenda Stargehê ya Heranê bûye navenda girtinê
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2025'AN
19/12/2025
21:50 Cîhan û Nazim hatin bîranîn: Di rêya heqîqetê de meşiyan
20:35 Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li Kobanê hatin bibîranîn
20:10 Rojnemevan Cîhan Berk hat girtin
17:22 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
16:41 Arkaş: Divê derfetên hevdîtinê yên Abdullah Ocalan bên afirandin
15:52 Bozan: Girtîgeh bi hiqûqa dijmin nêzî girtî Îvrendî dibe
14:36 Taybet Înan û 29 kesên din ên hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
14:20 Şîna Kaya bi girseyî hat ziyaretkirin
14:17 Ji bo rojnamevan Daştan mewlîd hat dayîn
13:21 'Em ê hesabê qetilkirina hevalên xwe bipirsin’
12:36 AKP’ê rapora xwe pêşkêşî Meclisê kir
12:05 Dîroka civîna Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û TÎP’ê diyar bû
11:17 Li Cizîrê mamosteyê faîlê tacîzê hat binçavkirin
11:14 Welatiyên Farqînê: Azadiya Abdullah Ocalan azadiya gel e
10:54 Ji Komkujiya 19’ê Kanûnê heta niha tecrîd girantir bû
10:46 Li Mereşê birîna 47 salan: Bi komkujiyê re hevrû bibin
09:55 Derket holê ku li Cizîrê gelek xwendekar hatine tacîzkirin
09:54 Veysî Aktaş ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadî’ banga tevlibûnê kir
09:32 Nûçegihanê PÎRHA’yê Cîhan Berk hate binçavkirin
09:31 Xizmên girtiyan: Hê jî girtiyên nexweş nehatine berdan, em ê çawa bawer bikin?
09:18 Li dijî 26 şîrketan operasyon: Gelek kes hatin binçavkirin
09:14 Swîsre: Rêgeza demokrasiya yekser esas e
09:12 Li bajarê ku 10 sal in di destê qeyûm de ye, pêvajoya jinûveavakirinê dest pê dike
09:11 Rûbarên Rûbarêşîn û Sergenê di hedefa HES'an de ne
09:02 Koma şanoya Kurdî Şanogel hat avakirin: Em dixwazin xwe bigihînin gel
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2025'AN
18/12/2025
16:53 Wezaretê piştî salek û nîvan biryara bultena sor a ji bo kujerê Kazanhan cîbicî kir
16:37 Rojnameger Aykol 2 meh in di beşa çavdêriya awarte de ye
16:36 Komîsyona Tespîtkirina Mûçeyê Kêmtirîn cara duyemîn civiya
16:20 Baroya Qersê giliyê bijîşka nîjadperest kir
15:50 Eyşe Şan li ser gora xwe hat bibîranîn
15:44 Platforma Rojnamegeran a Dêrsimê hat damezirandin
15:35 CHP’ê rapora xwe pêşkeşî Meclisê kir
15:25 Çetîn Arkaş: Heke aştî bibe divê hevrûbûn çêbibe
15:03 KESK: Kedkar vê budçeyê qebûl nakin
14:59 Dîroka hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozel diyar bû
14:55 Endamê Meclisa Ciwanan ê DEM Partiyê hat revandin û îşkencekirin
14:29 Bijîşkekê heqaret li Kurdan kir: Bila mafên wan bên sînordarkirin û neyên xebitandin
13:45 Ahmet Turk bertek nîşanî Bursasporê da: Ev heqareteke li dijî hemû Kurdan e
13:31 Baroyan bertek nîşanî heqaretên li Leyla Zanayê hatine kirin dan
13:30 Dê wêneyên ku Nazim û Cîhanê kişandibûn bên pêşandan
12:36 Danişîna doza Sîncar careke din ji bo mutalaayê hat taloqkirin
11:59 Dê kardêr kêmtirîn mûçeyê diyar bikin: Rêjeya herî bilind ji sedî 30 e
11:30 Kenanoglû: Divê her kes xwedî li mitînga ‘Hêvî û azadiyê’ bibe
11:04 Fatma Bostan Unsal: Tiştên hatine jiyîn heta neyên axaftin aştî civakî nabe
11:03 Li Efrînê jinek bi îşkenceyê hate qetilkirin
10:26 ‘Hevrûbûn û rêzgirtina li miriyan ji bo mayindebûna aştiyê girîng e’
09:46 Hevserokê ÎHD’ê yê Şirnexê: Divê ji bo aştiya civakî gavên wêrek bên avêtin
09:18 Dayika ku hestiyên kurê xwe cara çaremîn defin kir: Ji bo cenazeyên xwe têbikoşin
09:16 Di mercên giran ên zivistanê de sewalkarî
09:11 Ne 10 sal, 100 sal jî derbas bibin em ji bîr nakin
09:06 Li gundên qedexe yên Çelê destûra petrol û madenan hat dayîn