Eywana Heskîfê jî bar kirin

  • rojane
  • 10:46 19 Cotmeh 2018
  • |
img
ÊLIH - Warê dîrokî û çandî yê 12 hezar sal Heskif a di bin bendava Ilısuyê de tê hiştin, talan û wêran dikin. Niha jî Eywana berhema dîrokî ya Zeviya Îmam Abdullah ji cihê wê rakirin û veguhestin. 
 
Warê çand, huner û dîrokê Heskif ku di bin bendava Ilısu de tê hiştin roj bi roj tê rûxandin û wêran dibe. Niha jî berhema dîrokî eywana Zeviya İmam Abdullah ji cihê wê rakirin û veguhestin. Warê ku giraniya wê 265 ton e bi Maşînay SPTM ya 48 tekeran ji cihê wê rakirin û birin qada arkeoparkê. 
 
Li aliyê din amadekariya veguhestina Kaleya Heskifê ya Serdema Rama jî dê cihê wê biguhezînin. 
 
DER BARÊ HESKÎFÊ DE 
 
Li i Heskîfê ya xwedî dîroka 12 hezar salan e û di bin Bendava Ilisûyê de dimîne, rûxandina berhemên dîrokî didome. Berhemên dîrokî yeko yeko tên veguhastin û li Arkeoparka ku 3 kîlometreyan dûrî navenda Heskîfê ye tên bicihkirin. Li wir Heskîfa nû tê avakirin. Ji ber vê yekê êdî turîstên biyanî naçin Heskîfê. Piştî Tirbeya Zeynelbeg û Hemama Artûklûyê, Tekeya Îmam Abdullah jî hat veguhastin. Ji bo bendaveke temenê wê 50 sal in, bajarê dîrokî gav bi gav tê tunekirin. Heta niha li Heskîfê Tibeya Zeynel Beg, Hemam Artûklûyê û Tekeya Îmam Abdullah hatine veguhastin. Kar û barên veguhastina Mizgefta Siltan Sulêman û El-Rizq jî didomin.  Li Çiyayê Ramanê her roj dînamît tên teqandin û bi zinarên tên jêkirin, paralelî Çemê Dîcleyê setek tê çêkirin û dîwarên vê setê hindik maye bigihîje dîwarên kelehê.  Karên veguhastina ji bo mizgefta dîrokî Mizgefta Siltan Silêman ku di dema Eyyûbiyan de hatiye çêkirin jî didome. Kevirên minareyê yeko yeko hatin jêkirin û di dema veguhastinê de nehat hînbûn ku ka minare çiqas hatiye texrîbkirin. Di dema veguhastina Tirbeya Zeynel Begê de tirbe texrîb bibû. Dema karker li ser minareyê dixebitîn, dîmenên wan hat kişandin û di wan dîmenan de tê dîtin ku bi awayekî rasthatinî bi bivir û çakûçan çawa li minareyê dixin. Dê minareya Mizgefta El-Rizqê jî bi heman awayî bê veguhastin. 

Sernavên din

21:02 Festîvala Fîlman a Amedê di roja heftemîn de didome
17:48 'Em ê xwedî li bîranên wan derkevin'
16:08 Încî Sumbul a YJA Starî hat bibîranîn
11:20 Daxwaza sereke ya Êlihiyan azadiya Abdullah Ocalan e
10:02 Alimên Olî: Divê gava ji niha û pê ve azadiya Ocalan be
12/12/2025
20:02 Di Festîvala Fîlman a Amedê de 18 fîlm hatın nîşandan
19:36 Neslîhan Şedal: Me bi modela hevserokatiyê pêşengiya cîhanê kir
16:57 Çetîn Arkaş: Ji bo aştiyeke mayînde hewcehî bi veguherîna zîhniyetê heye
13:07 Budçeya ji bo ked û aştiyê: Em mecbûr in mafê ked û aştiyê bi dest bixin
12:44 Babacan: Kêmasiya herî mezin a di pêvajoyê ew e ku Erdogan raya giştî agahdar nake
Şandeya DEM Partiyê: Verastkirinên zagonî divê ji bo aştiyê sûdewer bin
11:46 Tuncer Bakirhan: Em we tevan vedixwînin têkoşînê
10:58 Tulay Hatîmogûllari: Em ji budçeya şer re bibêjin ‘na’
09:20 Bi belgefîlma Ra'yê balê dikişîne ser asîmîlasyona li ser Elewîtiyê
09:07 Banga ji bo meşa li Licê: Em bersivê bidin polîtîkayên şerê taybet
11/12/2025
17:05 Çetîn Arkaş: Em dikarin di bin sîwana neteweya demokratîk de bi hev re bijîn
09:04 Bandora sembolîzmê ya li ser wêjeya Kurdî
09:02 Li şûna baxçeyên Ermenan ên dîrokî avahiyên beton tên çêkirin
10/12/2025
19:05 Festîvala Fîlman a Amedê bi eleqeyek xurt didome
16:55 Veysî Aktaş: Kî xwe birêxistin bike ew ê bi ser bikeve
15:45 Ji bo PKK’iyan şîn hatin danîn, mewlûd hate dayin