Qeymeqam destûr da, lê dema bû qeyûm rûxand

  • rojane
  • 09:21 19 Cotmeh 2018
  • |
img
RIHA – Qeymeqamê Xelfetiyê Şeref Albayrak, li Taxa Cibînê ji bo 28 xaniyan destûra îmarê dabû, lê belê piştî wekî qeyûm hat tayînkirin ji bo van xaniyan got "avahiyên qaçax in" û ew rûxand. Şêniyên taxê, gotin ew hatine xapandin û bertek nîşan dan. 
 
Qeymeqamê Xelfetiyê Şeref Albayrak, ku di 23'yê Kanûna 2016'an de bû qeyûmê Şaredariya Xelfetiyê, dema qeymeqam bû li Taxa Cibînê ji bo 28 xaniyan destûra îmarê dabû, lê belê piştî bû qeyûm got "ev avahî qaçax in" û ew rûxandin. Şêniyên taxê bertek nîşanî vê yekê dan. 
 
‘BÊYÎ KU HIŞYRA BIKIN RÛXANDIN' 
 
Kadriye Ozmen, anî ziman ku beriya Qanûna Bajarê Mezin taxa wan gund bû, lê piştî vê qanûnê bû tax û li Rihayê taxa wan a herî kevn e. Ozmen, anî ziman ku ji ber piraniya avahiyên taxê kevn in, hindik mabûn birûxin û wan xwestiye li nav erdên xwe avahiyên nû çêbikin. Ozmen got: "Di sala 2012'an de me xwest em li nav erdê beyar xanî çêbikin. Lê belê ji ber qada SÎT'ê bû destûr nedan. Piştî 3 salan şûnde dîsa me serî li Qeymeqamtiya Xeleftiyê da. Qeymeqam ji me re got 'xaniyên xwe çêbikin, tenê dê şaredarî were û ceza li we bibire û hûn jî wî cezayî bidin û paşê ji bo ruxsetê di navbera 2 hezar û nîv û 5 hezaran de pere razînin, tiştek nabe.' Me jî wisa kir û ji bo ruxsetê me pere razand. Xaniyên me li ber qedandinê bûn, vê carê qeymeqam bû qeyûm û bêyî me hişyar bike di nav 3 rojan de xaniyên me rûxandin." 
 
‘HEM RÛXANDIN HEM JÎ EM XISTIN BIN DEYNAN' 
 
Ozmen, diyar kir ku ev bêwijdanî ye û got: "Ji me re gotin 'ji ber we di 2012'an de dest pê kiriye dibe ku hûn sûdê ji efûya îmarê bigirin.' Em jî li gor vê tev geriyan. Ji bo vê di dest me de belge heye, lê dîsa jî gotin 'avahiyên qaçax in' û xaniyên me rûxandin. Hem em ji pereyên xwe bûn hem jî em bûn deyndarê şaredariyê." Ozmen, destnîşan kir ku piştî xaniyên wan hatin rûxandin wan xwestiye bi qeyûm şeref Albayrak re hevdîtinê çêbikin, lê belê qebûl nekiriye. 
 
'DU CARAN EM XAPANDIN' 
 
Şêniyê taxê Mûzaffer Atmaca jî, diyar kir ku wan di sala 2012'an de li nav erdê gund dest bi çêkirina xaniyan kir, lê belê gotin qaçaxa û xera kirin. Atmaca, anî ziman ku lê 3 sal şûnde efûya îmarê derket û ji bo sûdê ji vêe fûyê bigirin wan ruxset derxistine û dest bi çêkirina xaniyên xwe kirine. Atmaca got: "Pêşî ji me re gotin çêbikin, paşê jî gotin 'qaçax in' û hatin rûxandin. Du caran em xapandin. Pêşî gotin çêbikin, me jî çêkir. Şaredarî hat ceza li me birî. Paşê her çend ruxseta me hebû jî, bêyî hişyarkirinê şaredarî xaniyên me rûxand." 
 
Atmaca, anî ziman ku pêşî ji b înşeatê destûr hatiye dayîn û got: "Pêşî tapû jî dan me, paşê tapûya me betal kirin. Em nizanin ji bo çi tapûyên me betal kirin. Paşê efûya îmarê derket. Me xwest em sûdê ji vê efûyê bigirin, lê nebû. Paşê hevjîna min rihmet kir. Îjar di vî emrî de di nav vê gemariya malê de mame û bi ser de jî cezayê li me hatiye birîn didim. Nizanim ez ê vî pereyî çawa bidim." 
 
MA / Erdogan Alayumat

Sernavên din

09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?
09:03 Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
25/04/2024
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
24/04/2024
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye