Qeymeqam destûr da, lê dema bû qeyûm rûxand 2018-10-19 09:21:09   RIHA – Qeymeqamê Xelfetiyê Şeref Albayrak, li Taxa Cibînê ji bo 28 xaniyan destûra îmarê dabû, lê belê piştî wekî qeyûm hat tayînkirin ji bo van xaniyan got "avahiyên qaçax in" û ew rûxand. Şêniyên taxê, gotin ew hatine xapandin û bertek nîşan dan.    Qeymeqamê Xelfetiyê Şeref Albayrak, ku di 23'yê Kanûna 2016'an de bû qeyûmê Şaredariya Xelfetiyê, dema qeymeqam bû li Taxa Cibînê ji bo 28 xaniyan destûra îmarê dabû, lê belê piştî bû qeyûm got "ev avahî qaçax in" û ew rûxandin. Şêniyên taxê bertek nîşanî vê yekê dan.    ‘BÊYÎ KU HIŞYRA BIKIN RÛXANDIN'    Kadriye Ozmen, anî ziman ku beriya Qanûna Bajarê Mezin taxa wan gund bû, lê piştî vê qanûnê bû tax û li Rihayê taxa wan a herî kevn e. Ozmen, anî ziman ku ji ber piraniya avahiyên taxê kevn in, hindik mabûn birûxin û wan xwestiye li nav erdên xwe avahiyên nû çêbikin. Ozmen got: "Di sala 2012'an de me xwest em li nav erdê beyar xanî çêbikin. Lê belê ji ber qada SÎT'ê bû destûr nedan. Piştî 3 salan şûnde dîsa me serî li Qeymeqamtiya Xeleftiyê da. Qeymeqam ji me re got 'xaniyên xwe çêbikin, tenê dê şaredarî were û ceza li we bibire û hûn jî wî cezayî bidin û paşê ji bo ruxsetê di navbera 2 hezar û nîv û 5 hezaran de pere razînin, tiştek nabe.' Me jî wisa kir û ji bo ruxsetê me pere razand. Xaniyên me li ber qedandinê bûn, vê carê qeymeqam bû qeyûm û bêyî me hişyar bike di nav 3 rojan de xaniyên me rûxandin."    ‘HEM RÛXANDIN HEM JÎ EM XISTIN BIN DEYNAN'    Ozmen, diyar kir ku ev bêwijdanî ye û got: "Ji me re gotin 'ji ber we di 2012'an de dest pê kiriye dibe ku hûn sûdê ji efûya îmarê bigirin.' Em jî li gor vê tev geriyan. Ji bo vê di dest me de belge heye, lê dîsa jî gotin 'avahiyên qaçax in' û xaniyên me rûxandin. Hem em ji pereyên xwe bûn hem jî em bûn deyndarê şaredariyê." Ozmen, destnîşan kir ku piştî xaniyên wan hatin rûxandin wan xwestiye bi qeyûm şeref Albayrak re hevdîtinê çêbikin, lê belê qebûl nekiriye.    'DU CARAN EM XAPANDIN'    Şêniyê taxê Mûzaffer Atmaca jî, diyar kir ku wan di sala 2012'an de li nav erdê gund dest bi çêkirina xaniyan kir, lê belê gotin qaçaxa û xera kirin. Atmaca, anî ziman ku lê 3 sal şûnde efûya îmarê derket û ji bo sûdê ji vêe fûyê bigirin wan ruxset derxistine û dest bi çêkirina xaniyên xwe kirine. Atmaca got: "Pêşî ji me re gotin çêbikin, paşê jî gotin 'qaçax in' û hatin rûxandin. Du caran em xapandin. Pêşî gotin çêbikin, me jî çêkir. Şaredarî hat ceza li me birî. Paşê her çend ruxseta me hebû jî, bêyî hişyarkirinê şaredarî xaniyên me rûxand."    Atmaca, anî ziman ku pêşî ji b înşeatê destûr hatiye dayîn û got: "Pêşî tapû jî dan me, paşê tapûya me betal kirin. Em nizanin ji bo çi tapûyên me betal kirin. Paşê efûya îmarê derket. Me xwest em sûdê ji vê efûyê bigirin, lê nebû. Paşê hevjîna min rihmet kir. Îjar di vî emrî de di nav vê gemariya malê de mame û bi ser de jî cezayê li me hatiye birîn didim. Nizanim ez ê vî pereyî çawa bidim."    MA / Erdogan Alayumat