Di qaseya kamyonê de rêwîtiya mirinê dikin!

  • rojane
  • 09:02 25 Tîrmeh 2018
  • |
img
COLEMÊRG - Bêrîvanên ji bo dotina pezên xwe rojê du caran li qaseya kamyonatê siwar dibin û diçin zozanên Derêla, dinava çiyan asê de bi mirinê rû bi rû re rêwîtiyê dikin. 
 
Bêrîvanên li gundê Rindikê yê Colemêrgê dijîn, ji sala 1990’î ve rojê du caran diçin zozanên Durêla ya hatî valekirin. Ji ber ku zozanên Durêla mêrgek bi xêr û bêre, gundiyên Rindikê 500 bizinên xwe tînin vê derê. Bêrîvanên ji bo dotina pezên xwe rojê du caran li qaseya kamyonatê siwar dibin û diçin zozanên Derêla, dinava çiyan asê de bi mirinê rû bi rû re rêwîtiyê dikin. Bêrîvan diyar dikin ku bi hinceta ‘Ewlekariya me tuneye’ Îdareya Taybet a Bajêr rê çênake û necarin 7 kîlometre dinava zor û zehmetiyan de rêya xerab bûyî derbas bikin. Bêrîvan di nokteyên asê yên zinaran de ji kamyonetê tên xwarê û kevirin li ser rêyan paqij dikin. Berê jî gundiyan bi derfetên xwe rê çêkiribûn, lê ji ber barîna baranê ya di mehên biharê de, rê cardin tije kevir, kurtik û xerab bû.  
 
RÊ WEKE ZINARANE 
 
Ji bêrîvanan Amîne Olmez, diyar kir ku her roj bi mirinê re rû bir û dimînin û wiha axivî: “Me îsal li zozanan kon veneda û em bi şev li zozanan namîn in. Ji ber vê yekê em neşar bi şev û roj bên zozanan û vegerin. Bi mehan em vê zehmetiyê dikêşin. Roja du caran em li qaseya kamyonetê siwar dibin û diçin zozanan. Em jin û zarok rêya 15 deqeyan bi saetan diçin. Kesên dibêjin ‘derkevin zozanan emê qedexeyan rakin’ berî her tiştî bila werin rêyên me vekin û çêbikin. Bi mehan em bendê man ku werin rê vekin, lê nehatin. Em jin û zilam rabûn me bi derfetên xwe rê paqij kir. Me bêrîvanan bi destên xwe ev kevirên mezin ji rê paqij kirin. Em nêzî 20 jin û 15 zarokan serê sibê radibin û dikevin ser vê rêya mirinê. Gava baran dibare, êdî rê  nabe mîna berê. Di rêya em têre derbas dibin weke zinarane. Ger kamyoneta me qezayek biçûk jî derbas bike, xelasbûna me tuneye. Her serê sibê em rê paqij dikin û wisan diçin. Gelo vê zehmetiyê kê qebûl dike?”
 
'MA MIROV WISAN ALIKARIYA ZOZANVANIYAN DIKE?'
 
Fatma Ertuş jî, anî ziman ku di rojên derbas bûyî de wesayîta gundiyan a pez lê sîwar bûn, qeza kir û wiha got: “Hemû ji mirinê filitîn. Di hûndirê wesayîtê de ciwan hebûn. Me agahî da gund û me bi derfetên xwe qemyon û yên di qemyonê de xelas kirin. Dinava rojê de, saetekê me bi paqijkirina keviran re derbas dibe. Em bacayên xwe didin dewletê, lê dîsan xizmetê ji bo me nakin. Ger em neyên van zozanan emê nekarin debara xwe bikin û bê kar bimînin. Ji ber pirsgirêka rê, em nikarin gihayê li zozanan bidirûn û bînin gund. Di heman demê de en nikarin mêşên hingiv bînin vê derê wan xwedî bikin. Ma mirov wisan piştgiriyê dide sewalkarî û zozanvaniyê.”
 
Bêrîvanan herî dawî xwestin rêya zozanên wan bên çêkirin û ji bo çêkirina rê îmze yên li gund kom kiribûn, dê teslîmî Îdareya Taybet a Bajêr bikin. 
 
MA / Nîmet Olmez
 

Sernavên din

26/04/2024
09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?
09:03 Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
25/04/2024
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
24/04/2024
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye