Di qaseya kamyonê de rêwîtiya mirinê dikin! 2018-07-25 09:02:55   COLEMÊRG - Bêrîvanên ji bo dotina pezên xwe rojê du caran li qaseya kamyonatê siwar dibin û diçin zozanên Derêla, dinava çiyan asê de bi mirinê rû bi rû re rêwîtiyê dikin.    Bêrîvanên li gundê Rindikê yê Colemêrgê dijîn, ji sala 1990’î ve rojê du caran diçin zozanên Durêla ya hatî valekirin. Ji ber ku zozanên Durêla mêrgek bi xêr û bêre, gundiyên Rindikê 500 bizinên xwe tînin vê derê. Bêrîvanên ji bo dotina pezên xwe rojê du caran li qaseya kamyonatê siwar dibin û diçin zozanên Derêla, dinava çiyan asê de bi mirinê rû bi rû re rêwîtiyê dikin. Bêrîvan diyar dikin ku bi hinceta ‘Ewlekariya me tuneye’ Îdareya Taybet a Bajêr rê çênake û necarin 7 kîlometre dinava zor û zehmetiyan de rêya xerab bûyî derbas bikin. Bêrîvan di nokteyên asê yên zinaran de ji kamyonetê tên xwarê û kevirin li ser rêyan paqij dikin. Berê jî gundiyan bi derfetên xwe rê çêkiribûn, lê ji ber barîna baranê ya di mehên biharê de, rê cardin tije kevir, kurtik û xerab bû.     RÊ WEKE ZINARANE    Ji bêrîvanan Amîne Olmez, diyar kir ku her roj bi mirinê re rû bir û dimînin û wiha axivî: “Me îsal li zozanan kon veneda û em bi şev li zozanan namîn in. Ji ber vê yekê em neşar bi şev û roj bên zozanan û vegerin. Bi mehan em vê zehmetiyê dikêşin. Roja du caran em li qaseya kamyonetê siwar dibin û diçin zozanan. Em jin û zarok rêya 15 deqeyan bi saetan diçin. Kesên dibêjin ‘derkevin zozanan emê qedexeyan rakin’ berî her tiştî bila werin rêyên me vekin û çêbikin. Bi mehan em bendê man ku werin rê vekin, lê nehatin. Em jin û zilam rabûn me bi derfetên xwe rê paqij kir. Me bêrîvanan bi destên xwe ev kevirên mezin ji rê paqij kirin. Em nêzî 20 jin û 15 zarokan serê sibê radibin û dikevin ser vê rêya mirinê. Gava baran dibare, êdî rê  nabe mîna berê. Di rêya em têre derbas dibin weke zinarane. Ger kamyoneta me qezayek biçûk jî derbas bike, xelasbûna me tuneye. Her serê sibê em rê paqij dikin û wisan diçin. Gelo vê zehmetiyê kê qebûl dike?”   'MA MIROV WISAN ALIKARIYA ZOZANVANIYAN DIKE?'   Fatma Ertuş jî, anî ziman ku di rojên derbas bûyî de wesayîta gundiyan a pez lê sîwar bûn, qeza kir û wiha got: “Hemû ji mirinê filitîn. Di hûndirê wesayîtê de ciwan hebûn. Me agahî da gund û me bi derfetên xwe qemyon û yên di qemyonê de xelas kirin. Dinava rojê de, saetekê me bi paqijkirina keviran re derbas dibe. Em bacayên xwe didin dewletê, lê dîsan xizmetê ji bo me nakin. Ger em neyên van zozanan emê nekarin debara xwe bikin û bê kar bimînin. Ji ber pirsgirêka rê, em nikarin gihayê li zozanan bidirûn û bînin gund. Di heman demê de en nikarin mêşên hingiv bînin vê derê wan xwedî bikin. Ma mirov wisan piştgiriyê dide sewalkarî û zozanvaniyê.”   Bêrîvanan herî dawî xwestin rêya zozanên wan bên çêkirin û ji bo çêkirina rê îmze yên li gund kom kiribûn, dê teslîmî Îdareya Taybet a Bajêr bikin.    MA / Nîmet Olmez