Qeyûm Parka 4’ê Nîsanê ceza kiriye!

  • rojane
  • 09:38 18 Tîrmeh 2018
  • |
img

RIHA - Qeymeqamê navçeyê Şeref Albayrak ê tayînê Şaredariya navçeya Xelfetê hat kirin, Parka 4’ê Nîsanê ya ji bo çalakiyên roja ji dayikbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di sala 2015’an de hat çêkirin, ne paqij dike û ne jî destûr dide welatî lê mêze bikin. Qeyûm park weke ku terkî qedera wê kiri be. 

Qeymeqamê navçeyê Şeref Albayrak ê tayînê Şaredariya navçeya Xelfetê ya Rihayê hat kirin, Parka 4’ê Nîsanê ya ji bo çalakiyên 66’emîn a roja ji dayîkbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di sala 2015’an de ji aliyê şaredariya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hat avakirin, paqij nake û ji ber ku darên parkê av nade hemû hişk bûne. Albayrak ji roja hatî tayînkirin û vir ve, navê hemû qadên parkên navenda navçeyê yan guhertin û an jî bêxwedî hiştin.  
 
PARK VEGUHERIYE ZIBALÊ
 
Parka 4’ê Nîsanê ya terkî qedere wê hatî kirin, ji ber bêxweditiyê veguheriye zibalê. Diketina parkê de lewheya nivîsa “Em parkên xwe paqij bigirin û biparêzin” bala mirovan dikine, lê bi tu awayê park neyê paqij kirin. hemû kaldirimên derdora parkê xerab bûne û kamelya jî terkî rizandinê hatine kirin. Li her dera parkê zibale heye û tenekeyên zibalê jî herifîne.
 
DAR Û GIHAYÊN PARKÊ HIŞK BÛNE
 
Qada ji bo lîstika zarokan a di parkê hatiye xerabkirin û hemû gihayên derdora parkê hişk bûne. Dar û fîdanên di parkê de hatibûn çandin hemû hişt bûne û qada sporê jî veguhestine otoparkê. 
 
DESTÛR NAYÊ DAYÎN GEL XWEDÎ PARKÊ DERBIKE
 
Welatiyan, diyar kirin ku park boriya nefê ya gelê navçeyê, lê ji roja qeyûm hat tayînkirin û vir ve, tu karek baş ji bo navçeyê nekiriye. Welatiyan, bertek nîşanî qeyûm dan û got: “Bi şev em tên parkê û sohbetê dikin. Em dixwazin xwedî parkê derbikevin lê qeyûm me asteng dike. Kesên ku hewl didin parkê ava bidin jî, bi cezayên pere wan tehdît dikin.”
 
Qeyûmê Parka 4’ê Nîsanê terka qedera wê kirî, ji bo parka 300 metre dûrî wê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê (Parka Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê) 20 personel peywirdar kirine.

Sernavên din

09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?
09:03 Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
25/04/2024
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
24/04/2024
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye