Qeyûm Parka 4’ê Nîsanê ceza kiriye! 2018-07-18 09:38:30 RIHA - Qeymeqamê navçeyê Şeref Albayrak ê tayînê Şaredariya navçeya Xelfetê hat kirin, Parka 4’ê Nîsanê ya ji bo çalakiyên roja ji dayikbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di sala 2015’an de hat çêkirin, ne paqij dike û ne jî destûr dide welatî lê mêze bikin. Qeyûm park weke ku terkî qedera wê kiri be.  Qeymeqamê navçeyê Şeref Albayrak ê tayînê Şaredariya navçeya Xelfetê ya Rihayê hat kirin, Parka 4’ê Nîsanê ya ji bo çalakiyên 66’emîn a roja ji dayîkbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di sala 2015’an de ji aliyê şaredariya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hat avakirin, paqij nake û ji ber ku darên parkê av nade hemû hişk bûne. Albayrak ji roja hatî tayînkirin û vir ve, navê hemû qadên parkên navenda navçeyê yan guhertin û an jî bêxwedî hiştin.     PARK VEGUHERIYE ZIBALÊ   Parka 4’ê Nîsanê ya terkî qedere wê hatî kirin, ji ber bêxweditiyê veguheriye zibalê. Diketina parkê de lewheya nivîsa “Em parkên xwe paqij bigirin û biparêzin” bala mirovan dikine, lê bi tu awayê park neyê paqij kirin. hemû kaldirimên derdora parkê xerab bûne û kamelya jî terkî rizandinê hatine kirin. Li her dera parkê zibale heye û tenekeyên zibalê jî herifîne.   DAR Û GIHAYÊN PARKÊ HIŞK BÛNE   Qada ji bo lîstika zarokan a di parkê hatiye xerabkirin û hemû gihayên derdora parkê hişk bûne. Dar û fîdanên di parkê de hatibûn çandin hemû hişt bûne û qada sporê jî veguhestine otoparkê.    DESTÛR NAYÊ DAYÎN GEL XWEDÎ PARKÊ DERBIKE   Welatiyan, diyar kirin ku park boriya nefê ya gelê navçeyê, lê ji roja qeyûm hat tayînkirin û vir ve, tu karek baş ji bo navçeyê nekiriye. Welatiyan, bertek nîşanî qeyûm dan û got: “Bi şev em tên parkê û sohbetê dikin. Em dixwazin xwedî parkê derbikevin lê qeyûm me asteng dike. Kesên ku hewl didin parkê ava bidin jî, bi cezayên pere wan tehdît dikin.”   Qeyûmê Parka 4’ê Nîsanê terka qedera wê kirî, ji bo parka 300 metre dûrî wê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê (Parka Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê) 20 personel peywirdar kirine.