Dêra Saînt Stefanos li ber hilweşandinê ye

img

WAN – Dêra dîrokî ya Saînt Stefanos a li navçeya Bêgirê ya Wanê ji aliyê kesên li xezîneyan digerin ve tê talankirin. Hem dîwarên dêrê hilweşiyan e û hem jî li hundirê dêrê çalên kûr vebûne. 

Dêra dîrokî ya Saînt Stefanos a li navçeya Bêgirê ya Wanê ye. Li gel ku yek ji dêr û manastirê herêmê ya dîrokî ye jî nayê parastin. Her roja ku diçe ev dêr ji aliyê kesên li xezîneyê digerin tê talankirin. Hem dîwarên dêrê hilweşiyan e û hem jî li hundirê dêrê çalên kûr vebûne.
 
Dêra Saînt Stefanos li qontarê Çiyayê Aksorik e û li qeraxê Çemê Bend-î Mahî cih digire. Tê gotin ku ev dêr di sedsala 17’emîn de hatiye avakirin. Li gel hemû rûxandinan jî bi sedan sal e dêr li ser piya maye û malovaniyê ji welatiyan re kiriye. Di 50 salên dawî de dêr rastî herî rûxandinên xedar hat. Hucreyên keşîş ên di hundirê dêrê de di nava demê de hilweşiyan û li şûna hucreyan tenê şopa sitûnan tê dîtin. 
 
JI BO ERMENIYAN HEC BÛYE
 
Ev dêr beriya komkujiya ermeniyan a 1915’an gelek çalak bûye û ji bo ermeniyan cihek girîng wek hecê bûye. 
 
‘DÊR HETA SALÊN 1970’AN SALXEM BÛ’ 
 
Ebubekîr Çîftçî yê mala wî nêzî dêrê ye diyar kir ku dêr heta salên 1970’an saxlem bû û got: “Derî û dora dêrê saxlem bû. Dema min dît, hucreyên keşîş nehatibûn xerakirin. Mirovên me di vî warî de gelek bêxem in. Gelek kesan ji bo xezîneyê vir kolandin. Ev tiştên bi serê dêrê ve qewimîn, gelek me xemgîn dike. Kesên li xezîneyê digerin, dêrê kavilkirin. Divê saziyên eleqedar bên vir restore bikin û bixin rewşa wê ya berê. Li gel vê yekê jî gelek turîstên biyanî û yên herêmî tên dêrê ziyaret dikin. Cihên wiha dîrokê divê bên parastin.” 

Sernavên din

25/04/2024
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin | HATE NÛKIRIN
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne | HATE NÛKIRIN
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
24/04/2024
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
23/04/2024
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir