Dêra Saînt Stefanos li ber hilweşandinê ye 2018-04-04 09:32:35 WAN – Dêra dîrokî ya Saînt Stefanos a li navçeya Bêgirê ya Wanê ji aliyê kesên li xezîneyan digerin ve tê talankirin. Hem dîwarên dêrê hilweşiyan e û hem jî li hundirê dêrê çalên kûr vebûne.  Dêra dîrokî ya Saînt Stefanos a li navçeya Bêgirê ya Wanê ye. Li gel ku yek ji dêr û manastirê herêmê ya dîrokî ye jî nayê parastin. Her roja ku diçe ev dêr ji aliyê kesên li xezîneyê digerin tê talankirin. Hem dîwarên dêrê hilweşiyan e û hem jî li hundirê dêrê çalên kûr vebûne.   Dêra Saînt Stefanos li qontarê Çiyayê Aksorik e û li qeraxê Çemê Bend-î Mahî cih digire. Tê gotin ku ev dêr di sedsala 17’emîn de hatiye avakirin. Li gel hemû rûxandinan jî bi sedan sal e dêr li ser piya maye û malovaniyê ji welatiyan re kiriye. Di 50 salên dawî de dêr rastî herî rûxandinên xedar hat. Hucreyên keşîş ên di hundirê dêrê de di nava demê de hilweşiyan û li şûna hucreyan tenê şopa sitûnan tê dîtin.    JI BO ERMENIYAN HEC BÛYE   Ev dêr beriya komkujiya ermeniyan a 1915’an gelek çalak bûye û ji bo ermeniyan cihek girîng wek hecê bûye.    ‘DÊR HETA SALÊN 1970’AN SALXEM BÛ’    Ebubekîr Çîftçî yê mala wî nêzî dêrê ye diyar kir ku dêr heta salên 1970’an saxlem bû û got: “Derî û dora dêrê saxlem bû. Dema min dît, hucreyên keşîş nehatibûn xerakirin. Mirovên me di vî warî de gelek bêxem in. Gelek kesan ji bo xezîneyê vir kolandin. Ev tiştên bi serê dêrê ve qewimîn, gelek me xemgîn dike. Kesên li xezîneyê digerin, dêrê kavilkirin. Divê saziyên eleqedar bên vir restore bikin û bixin rewşa wê ya berê. Li gel vê yekê jî gelek turîstên biyanî û yên herêmî tên dêrê ziyaret dikin. Cihên wiha dîrokê divê bên parastin.”