Efrîn bi lîstik û stranên xwe ji bo 8’ê Adarê amade ye

img

EFRÎN – Jin dê ji bajarên Federasyona Bakurê Sûriyê, Libnan, Şam, Heleb û çar parçeyan bi boneya 8’ê Adarê biherikin Efrînê. Jin dê bi pêşengiya Tevgera Çanda Jinên Kevana Zêrîn peyama “Tişta ku şer xweşik û bihêz dike huner e” bidin. 

Êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên OSO’yê li ser Efrînê di roja 45’emîn didomin. Li dijî van êrîşan hem berxwedana leşkerî û hem jî berxwedana civakî mezin dibe. Ji heft saliyan heta  kal û pîran hemû efrînî li ber xwe didin. Di refên pêş ên berxwedanê de jin cih digirin. 
 
Şervanên jin li eniyên şer û jin û dayikên din ên Efrînê jî li kolanên bajêr çalakî, meş û şahiyan li dar dixin û li dijî êrîşan disekinin. Bi peşengiya Tevgera Çanda Jinên Kevana Zêrîn a girêdayî Kongra Star dê bi wesîla 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê çalakî bê lidarxistin. Jin dê de ji bajarên Federasyona Bakurê Sûriyê, Libnan, Şam, Heleb û çar parçeyan bi boneya 8’ê Adarê biherikin Efrînê. Jinan bi boneya 8’ê Adarê lez dan xebatên çand û hunerî. Li aliyêkî dengê balafir û topan tê û li aliyê din di bin dengê şer de Jinên Kevana Zêrîn provayên şano, govend û muzîkê dikin. 
 
‘DIVÊ ŞERÊ ÇAND Û HUNERÊ JÎ BÊ DAYÎN’ 
 
Jinên Kevana Zêrîn der barê xebatên xwe de ji Ajansa Mezopotamyayê re axivîn. Mamosteya şanoyê ya Kevana Zêrîn Rûmet Beko bal kişand ser xebatên çand û hunerê yên di bin şertê şer de û wiha got: “Civakek ji bo azadiya xwe dixebite û şer dike. Li gel şerê leşkerî, divê şerê çanda xwe jî bide meşandin. Divê di şer de bi xebatên çand û hunerê mirov moral bide gel. Lîstîka ev çend roj e jî em amade dikin, rewabûna tevgera azadiyê vedibêje.”
 
‘HUNER ŞER XWEŞIK Û BIHÊZ DIKE’ 
 
Beko ji bo Efrînê bang li jinên cîhanê kir û got: “Berxwedan jiyan e. Ji ber vê yekê jî divê hemû jinên cîhanê ji bo Efrînê rabin ser piya û em banga piştevaniyê li wan dikin. Bi taybetî di têkoşîna xebatên hunerî de em dixwazin li gel me bin. Çunkî tişta ku şer xweşik û bihêz dike huner e.” 
 
‘HÊZ DIDE ME’ 
 
Mamosteya muzîkê Evîn Bilêl jî destnîşan kir ku bi taybetî stranên vedibêjin berxwedan û têkoşîna jinê derdixe pêş û wiha got: “Her çiqas êrîşên li ser Efrînê giran bin jî, lê em jin bi reng û têkoşîna xwe xebatên çand û hunerê didomînin. Ev şer û berxwedana serdemê bûye hilberîna hunerê. Muzîka me behsa berxwedana serdemê dike û qala têkoşîna jinên li eniyan li berxwe didin dike. Ked û berxwedana jinên li eniyên şer dîrokî ye û hêz dide me. Em dixwazin şewqa wê vebêjin.” 
 
MA / Selamî Aslan

Sernavên din

17/06/2018
22:43 Demîrtaş li Girtîgeha Edîrneyê di TRT de axivî:
Sekna we teminata pêşeroja ronî ya Tirkiyeyê ye
16/06/2018
14:30 Taşdemîr: Hilbijêrên AKP'î derbasî HDP'ê dibin
11:42 Temellî: Roja biryara hilbijartinê girtin ev bûyer diyar bû
09:11 Riza Turmen: Ji ber HDP heviya demokrasiyê ye êrîş dikin
09:10 Dayika Cemile: Destê xwe dînin ser wîcdanê xwe û dengê xwe bidin
09:09 Jina 79 salî li dijî betaliyê kar ava kir
15/06/2018
18:36 Cenazeyên Şenyarar ên birayên hev ji aliyê hezaran ve hatin defin kirin
16:33 Polîsan li Pirsûsê mudaxaleyî merasima cenazeyên Şenyaşar kirin
12:13 Bav bernamzetê AKP’ê bû keç namzetê HDP'ê ye
10:30 Temellî: Em dê bi derbaskirina bendê lîstikên Erdogan xera bikin
09:21 Li kolanên Îzmirê tenê HDP heye
13/06/2018
19:04 Erdogan: Ez nikarim vê li derve biaxivim divê HDP di bin bendê de bimîne
12/06/2018
10:56 ‘Erka cemaetan ewe ku banga edaletê bikin’
09:25 Komîsyona Hilbijêrên bi Tevger: Serî li me bidin
09:23 Namzetê Stenbolê Daş: Ez ê ji bo mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî bixebitim
09:19 Mîroglû: Ji bo careke din Hatay bibe bajarê aştî û aramiyê ew ê bitêkoşin
10/06/2018
10:00 'Aqûbeta hat serê Gulen dê bê serê Erdogan jî'
09:14 Atay: Em dê kolanê bibin meclîsê û meclîsê jî daxin kolanan
09:12 'Em li şûna sozê bidin, dawetî têkoşîna hevpar dikin'
09:06 Namzetê Hatayê Nalbant: Li dijî pişavtin, înkar û îmhayê dengê xwe bidin HDP’ê