Efrîn bi lîstik û stranên xwe ji bo 8’ê Adarê amade ye 2018-03-05 11:32:27 EFRÎN – Jin dê ji bajarên Federasyona Bakurê Sûriyê, Libnan, Şam, Heleb û çar parçeyan bi boneya 8’ê Adarê biherikin Efrînê. Jin dê bi pêşengiya Tevgera Çanda Jinên Kevana Zêrîn peyama “Tişta ku şer xweşik û bihêz dike huner e” bidin.  Êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên OSO’yê li ser Efrînê di roja 45’emîn didomin. Li dijî van êrîşan hem berxwedana leşkerî û hem jî berxwedana civakî mezin dibe. Ji heft saliyan heta  kal û pîran hemû efrînî li ber xwe didin. Di refên pêş ên berxwedanê de jin cih digirin.    Şervanên jin li eniyên şer û jin û dayikên din ên Efrînê jî li kolanên bajêr çalakî, meş û şahiyan li dar dixin û li dijî êrîşan disekinin. Bi peşengiya Tevgera Çanda Jinên Kevana Zêrîn a girêdayî Kongra Star dê bi wesîla 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê çalakî bê lidarxistin. Jin dê de ji bajarên Federasyona Bakurê Sûriyê, Libnan, Şam, Heleb û çar parçeyan bi boneya 8’ê Adarê biherikin Efrînê. Jinan bi boneya 8’ê Adarê lez dan xebatên çand û hunerî. Li aliyêkî dengê balafir û topan tê û li aliyê din di bin dengê şer de Jinên Kevana Zêrîn provayên şano, govend û muzîkê dikin.    ‘DIVÊ ŞERÊ ÇAND Û HUNERÊ JÎ BÊ DAYÎN’    Jinên Kevana Zêrîn der barê xebatên xwe de ji Ajansa Mezopotamyayê re axivîn. Mamosteya şanoyê ya Kevana Zêrîn Rûmet Beko bal kişand ser xebatên çand û hunerê yên di bin şertê şer de û wiha got: “Civakek ji bo azadiya xwe dixebite û şer dike. Li gel şerê leşkerî, divê şerê çanda xwe jî bide meşandin. Divê di şer de bi xebatên çand û hunerê mirov moral bide gel. Lîstîka ev çend roj e jî em amade dikin, rewabûna tevgera azadiyê vedibêje.”   ‘HUNER ŞER XWEŞIK Û BIHÊZ DIKE’    Beko ji bo Efrînê bang li jinên cîhanê kir û got: “Berxwedan jiyan e. Ji ber vê yekê jî divê hemû jinên cîhanê ji bo Efrînê rabin ser piya û em banga piştevaniyê li wan dikin. Bi taybetî di têkoşîna xebatên hunerî de em dixwazin li gel me bin. Çunkî tişta ku şer xweşik û bihêz dike huner e.”    ‘HÊZ DIDE ME’    Mamosteya muzîkê Evîn Bilêl jî destnîşan kir ku bi taybetî stranên vedibêjin berxwedan û têkoşîna jinê derdixe pêş û wiha got: “Her çiqas êrîşên li ser Efrînê giran bin jî, lê em jin bi reng û têkoşîna xwe xebatên çand û hunerê didomînin. Ev şer û berxwedana serdemê bûye hilberîna hunerê. Muzîka me behsa berxwedana serdemê dike û qala têkoşîna jinên li eniyan li berxwe didin dike. Ked û berxwedana jinên li eniyên şer dîrokî ye û hêz dide me. Em dixwazin şewqa wê vebêjin.”    MA / Selamî Aslan