‘Em azadiya xwe bi destên mêran de bernedin'

  • jin
  • 09:07 5 Adar 2018
  • |
img

ŞIRNEX – Tersî Kadriye Sansur, ku bi salan li kargeriyekê xebitî û keda wê hat xwarin, dest ji karê berê berda û bi xwe terzîxane vekir. Sansur, diyar kir ku zayendiya kedê tune û wiha got: "Bi minasebeta 8'ê Adarê divê jin tu carî keda xwe bi destê mêr de bernedin. Divê em li keda xwe xwedî derkevin." 

Jinên ku li kargerî, fabrîqe, zevî û qadên cuda kar dikin, keda wan bi qasî ya mêr nayê dîtin. Jinên keda wan tê xwarin, ji ber keda wan tê xwarin, li dijî kedxwariyê dikevin nava lêgerîn û têkoşînek nû. Dixwazin hemû jin êdî xwe bi rêxistin û zane bikin û bibin xwedî biryar û vîn. Yek ji jinên ku li dijî kedxwariyê serî hilda û bi xwe terzîxane vekir jî Kadriye Sansur a 38 salî ye. Sansur a li Navçeya Sîlopiya ya Şirnexê Terzîxane vekir, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bang li jinan kir ku li keda xwe xwe xwedî derkevin û bibin biryar û vîn. Sansur, diyar kir ku bi salan e li cihê lê kar dikir keda wê hat xwarin û ji ber vê yekê biryar da ku bi xwe terzîxaneyê veke. Sansur, diyar kir ku bêyî 'Mêr dê çi bêjin' û guh bide mêr biryar da û wiha got: "Min li navenda sûkê beyî xwe bi mêr ve girê bidim ev terzîxane vekir. Ez bi ve terzixaneyê 6 zarokên xwe mezin bikim."  
 
Sansur ku 7 salin karê fesalkarî û terzîvaniye dike, diyar kir ku di xebatê de divê cudahiya jin û mêr tune be û zayenda kedê tune ye. Sansur, diyar kir ku bi minasebeta 8'ê Adarê Azadiya civakê di azadiya jinê re derbas dibe û xwest hemû jin li keda xwe xwedî derkevin. 
 
Sansur, anî ziman ku rojê 9 saetan kar dike û wextê din bi zarokên xwe re derbas dike. Sansur, anî ziman ku ger jin bixwazin dikarin her karî bikin û wiha got: "Ger ku jin kede bide pişti demekê keda wê ji aliyê civakê ve tê famkirin. Divê di qada ked û kar de cudakariya zayendî neyê kirin. Divê keda jinê bê parastin û bê dîtin. Şêr şêr e çi jin e çi mêr e. Divê qada ked û kar jî wisa bke. 
 
DIVÊ JIN AZADIYA XWE BI DESTÊ MÊR DE BERNEDIN
 
Sansur, xwest jin li ked û azadiya xwe xwedi derkeve û wiha got: "Divê jin tu carî azadiya xwe bi destê mêr de bernede. Divê jin bi keda xwe bijî û keda xwe biparêze. Divê destê xwe li ber bira, bav û mêr veneke. Divê xwe mohtacî wan neke. Divê jin bi xwe li ser piyê xwe bisekine. Ji bo vê yekê divê ji xwe bawer be, wêrek û bi biryar be. Jin hene û dê her dem hebin. Têkoşîn bi jinê pêş dikeve. Divê 8'ê Adarê jibo hemû jinan roja azadî û şahiyê be. Bi milyonan jin hem kar dikin û hem jî li zarokan dinerin. Em li keda xwe xwedî derkevin". 

Sernavên din

13:31 Li Bêrecûkê têkildarî êrişa li dijî DEM Partiyê daxuyanî tê dayîn
09:51 Rojnamevanan tecrîd nirxandin: Bêyî ku li dijî tecrîdê rawestin nikare behsa azadiyê were kirin
07/05/2024
17:58 DEM Partiyê li Curnê Reş dest bi xebatên hilbijartinê kir : Em ê dîsa bi ser bikevin
14:50 Bertekên li dijî Begît didomin: Em ê rê nedin diz û xiyanetê
12:45 Hatîmogûllari: Em bi Rêya Sêyemîn dikarin Komara Demokratîk ava bikin
09:42 Çîroka Aycanê têkoşer
09:37 Bertekên li dijî zextên ser rojnamegeran: Darizandinên derhiqûqî bi dawî bikin
09:11 Xizmên girtiyan di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ de ne
09:10 Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokû: Li dijî tiryakê tîma xwe ava bike
09:07 Mudetnameya Kayarê 31 sal in girtiye hat dirêjkirin
06/05/2024
13:33 Temellî: Divê şandeyeke lêkolînê biçe Îmraliyê
12:49 Gezmîş, Aslan û Înan hatin bibîranîn: Têkoşîn dê serbikeve
09:56 Berdevka TOP’ê: Hewl tê dayîn ku sosyalîst bên krîmînalîzekirin
09:05 Eren Keskîn: Em di pêvajoyeke ku her cure rexne qedexene de derbas dibin
05/05/2024
09:17 Mehmet Ocalan: Ger tecrîd tune be, çima em nikarin hevdîtinê bikin?
04/05/2024
18:22 Bayindır: Wekî Seyîd Riza û hevrêyên wî gelê Dêrsimê jî li ber xwe dide
17:08 Amedspor bû şampiyon
16:32 Li Cizîrê tax û kolan di bin avê de man
16:06 Aktîvîstên mafên mirovan: Guvel û Odabaş bila bên berdan
15:14 Li 4 bajaran aqûbeta windayan pirsîn