‘Em azadiya xwe bi destên mêran de bernedin' 2018-03-05 09:07:31 ŞIRNEX – Tersî Kadriye Sansur, ku bi salan li kargeriyekê xebitî û keda wê hat xwarin, dest ji karê berê berda û bi xwe terzîxane vekir. Sansur, diyar kir ku zayendiya kedê tune û wiha got: "Bi minasebeta 8'ê Adarê divê jin tu carî keda xwe bi destê mêr de bernedin. Divê em li keda xwe xwedî derkevin."  Jinên ku li kargerî, fabrîqe, zevî û qadên cuda kar dikin, keda wan bi qasî ya mêr nayê dîtin. Jinên keda wan tê xwarin, ji ber keda wan tê xwarin, li dijî kedxwariyê dikevin nava lêgerîn û têkoşînek nû. Dixwazin hemû jin êdî xwe bi rêxistin û zane bikin û bibin xwedî biryar û vîn. Yek ji jinên ku li dijî kedxwariyê serî hilda û bi xwe terzîxane vekir jî Kadriye Sansur a 38 salî ye. Sansur a li Navçeya Sîlopiya ya Şirnexê Terzîxane vekir, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bang li jinan kir ku li keda xwe xwe xwedî derkevin û bibin biryar û vîn. Sansur, diyar kir ku bi salan e li cihê lê kar dikir keda wê hat xwarin û ji ber vê yekê biryar da ku bi xwe terzîxaneyê veke. Sansur, diyar kir ku bêyî 'Mêr dê çi bêjin' û guh bide mêr biryar da û wiha got: "Min li navenda sûkê beyî xwe bi mêr ve girê bidim ev terzîxane vekir. Ez bi ve terzixaneyê 6 zarokên xwe mezin bikim."     Sansur ku 7 salin karê fesalkarî û terzîvaniye dike, diyar kir ku di xebatê de divê cudahiya jin û mêr tune be û zayenda kedê tune ye. Sansur, diyar kir ku bi minasebeta 8'ê Adarê Azadiya civakê di azadiya jinê re derbas dibe û xwest hemû jin li keda xwe xwedî derkevin.    Sansur, anî ziman ku rojê 9 saetan kar dike û wextê din bi zarokên xwe re derbas dike. Sansur, anî ziman ku ger jin bixwazin dikarin her karî bikin û wiha got: "Ger ku jin kede bide pişti demekê keda wê ji aliyê civakê ve tê famkirin. Divê di qada ked û kar de cudakariya zayendî neyê kirin. Divê keda jinê bê parastin û bê dîtin. Şêr şêr e çi jin e çi mêr e. Divê qada ked û kar jî wisa bke.    DIVÊ JIN AZADIYA XWE BI DESTÊ MÊR DE BERNEDIN   Sansur, xwest jin li ked û azadiya xwe xwedi derkeve û wiha got: "Divê jin tu carî azadiya xwe bi destê mêr de bernede. Divê jin bi keda xwe bijî û keda xwe biparêze. Divê destê xwe li ber bira, bav û mêr veneke. Divê xwe mohtacî wan neke. Divê jin bi xwe li ser piyê xwe bisekine. Ji bo vê yekê divê ji xwe bawer be, wêrek û bi biryar be. Jin hene û dê her dem hebin. Têkoşîn bi jinê pêş dikeve. Divê 8'ê Adarê jibo hemû jinan roja azadî û şahiyê be. Bi milyonan jin hem kar dikin û hem jî li zarokan dinerin. Em li keda xwe xwedî derkevin".