Li Wanê ji dikandarên komirê û êzingan 8'an jê dikanên xwe girtine

img

WAN - Li Wanê ku berê ji ber zivistanên dijwar daxwaza êzing û komirê pir zêde bû, ji 14 esnafên bazara komir û êzingan 8 esnaf dikanên xwe girtine. 

Dikandarên bazara komir û êzingan a Wanê ku berê ji ber zivistanên dijwar cîhekî bebriçav bû, niha dikandarên wê yek bi yek dikanên xwe digirin. Ji ber ku li bajêr gaza xwezayî berbelav bûye û ji ber krîza aborî, liv û tevgera li Kooperatîfa Komirvan û Êzingvana a Bostanîçiyê kêm bûye. Ji ber vê hin dikandaran dikanên xwe girtineç Ji 14 dikandarên li bazarê, 8 jê dikanên xwe girtine. 
 
Selahattîn Geçer, rêveberê Kooperatîfa Komirvan û Êzingavana ya Bostanîçî, diyar kir ku zêdebûna bihayê êzing û komirê bandoreke neyînî li ser firotanê kiriye û got: "Ji 14 dikandarên vê koooperatîfê tenê şeş mane; yên mayî neçar mane ku dikanên xwe bigirin. Bandora gaza xwezayî, digel zêdebûna bihayê komirê û êzingan, sedemên sereke yên vê yekê ne. Mirov nikarin tiştekî bikirin, ji ber vê yekê dikandar neçar man ku derabeyên xwe daxînin." 
 
Geçer bilêv kir ku tona komirê 14 hezar TL ye û got: "Li bajaran gaza xwezayî berbelav bûye, tenê gund mane. Dê gundî çawa tona komirê bi 14 hezar lîreyan bistînin? Komira asayî tona wê bi 12 hezar TL'yî ye û ya xirab jî bi 6 hezar TL'yan e. Ji ber vê kes nakire. Ji ber ku kes nakire jî dikan tên girtin. Heya çend salan dê dikanderên mayî jî bigirin." 
 
Geçer destnîşan kir ku komira ku dewlet belav dike bêqelîte ye û got: "Hê jî li ber deriyên welatiyan komirên ji salên mayî heye, ji ber ku welatî nikarin bişewitînin. Hemû kevir e. Welatî mexdûr in. Ji ber vê welatî tên ji me distînin. Divê çareyek ji vê re bê dîtin."