ENQERE - Dermanên razandinê yên rojnameger Huseyîn Aykol ku piştî xwîn çûyî ser mejiyê wî hatibû entubekirin, dîsa hatin kêmkirin.
Rojnameger-nivîskar Huseyîn Aykol di 14’ê Cotmehê de dema li mala xwe ya li Enqereyê, xwîn çû ser mejiyê wî û rakirin nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê jî careke din xwîn çû ser mejiyê wî û niha li beşa çavdêriya awarte tê tedawîkirin. Aykol, li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê di beşa çavdêriya awarte de tê ragirtin û bijîşkê wî got ku dermanên razandinê yên didan Aykol dîsa kêm kirine. Hevjîna Aykol, Nûray Çevîrmen jî çû beşa çavdêriya awarte û Aykol ziyaret kir.
Bijîşkan, da zanîn ku hişê Aykol girtî ye û xetereya li ser jiyana wî didome.
Serdanên ji bo Aykol jî berdewam in. Îro jî Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, endamên DFG’ê û xizmên Aykol çûn serdanê.