Ciwanên dê cara ewil biçin ser sindoqan: Ray û rêya me Çepên Kesk e
- ciwan
- 09:42 07/5/2023
Ciwanên ku wê nû ray bikar bînin û qedera hilbijartinê diyar bikin banga piştevaniya ji bo Partiya Çepên Kesk kirin û gotin: “Ray û rêya me Çepên Kesk e.”
Ciwanên ku wê nû ray bikar bînin û qedera hilbijartinê diyar bikin banga piştevaniya ji bo Partiya Çepên Kesk kirin û gotin: “Ray û rêya me Çepên Kesk e.”
Li Hatayê ciwanên ku dê cara ewil dengê xwe bi kar bînin, anîn ziman ku divê desthilat biguhere û gotin ku ji bo vê jî ew ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.
Rêxistinên xwendekaran û xwendekarên ODTU’yê bertek nîşanî operasyonên binçavkirinê yên navenda wan Amed, Enqere û Stenbolê dan û peyama “têkoşînê” dan.
Li Rihayê di hevdîtina ciwanan a Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk de bi sedan kesî bi yekdengî sirûda Çerxa Şoreşê got.
Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk, li Êlihê bi meşekê polîtîkayên çewisandinê yên detshilatê şermezar kir.
Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de meşeke bi meşale li dar xistin.
Di forûma ciwanan a Partiya Çepên Kesk li Moda Sahneyê li dar xist de hate diyarkirin ku desthilatê ji ciwanan re kavilek hiştiye û îşaret bi hilbijartinên 14’ê Gulanê kir û ev peyam hate dayîn: “Divê em vê atmosfera nefretê ji holê rakin.”
Ciwanan da zanîn ku Partiya Çepên Kesk hêviyê dide wan û gotin: “Wê ev bibe hilbijartina dawî ya AKP’ê.”
Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk a Stenbolê bi tevlibûna Hevberdevka partiyê Çîgdem Kiliçgun Uçar çalakî li dar xist. Di çalakiyê de Uçar wiha got: “Dînamîka sedsala nû, ciwan in. We nîşan da ku hûn kirdeya damezirandina serdema nû ne.”
Li Mûşê ciwanên ku ji bo Partiya Çepên Kesk dixebitin, diyar kirin ku ew doza jiyaneke azad dikin û gotin ku ji bo dawî li vê hepsîbûna li welêt bê ew ê biçin ser sindoqan.
Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de yên ku hevsengiya hilbijartinê serûbin bikin ciwan in. Ciwanan diyar kir ku hilbijartin qadek têkoşînê ye û banga xwedî derketina li dor Partiya Çepên Kesk bibin xelek kirin.
Ciwanên ku ji bo hilbijartinên Serokkomariyê û hilbijartinên giştî xebatan dimeşînin, diyar kirin ku bi kelecan in ku dê desthilata AKP’ê bişînin û bang li hemû ciwanan kirin ku berpirsyariya dîrokî bigirin ser xwe.
Koma repbêjan Kejoo, Reqso, Sîmyager û Ronî Artîn ji bo Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk strana “Hatin em” ji bo hilbijartinê amade kirin. Danasîna stranê hat kirin.
Meclisa Ciwanan a HDP’ê dibêje ew ê hemû hêza xwe bidin xebatên hilbijartinê ji bo Partiya Çep a Kesk û ji bo xwe bigihînin 7 milyon hilbijêrên nû dikevin tevgerê.
Ciwanan bal kişand ser fikarên ji bo siberojê û gotin ku bingeha van pirsgirêkan desthilata AKP'ê û MHP'ê ye û ji bo guherînê îşaret bi 14'ê Gulanê kirin.