STENBOL – Îro danê sibehê polîsan avêt ser mala Endamê Lijneya Rêveber a Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Omer Gorunmek. Gorunmek hat binçavkirin.
Îro danê sibehê polîsan avêt ser mala Endamê Lijneya Rêveber a Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Omer Gorunmek. Gorunmek hat binçavkirin. Nehat hînkirin ku Gorunmek ji ber çi hatiye binçavkirin. Piştî lêgerîna li malê polîsan Gorunmek birin Midûriyeta Polîsan a Vatanê.
Li ser dosyeyê biryara veşarî ye.