ENQERE - Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban da zanîn ku di 3 salan de 87 serlêdan ji ber hewldanên sîxûrkirin û revandinê ji komeleya wan re hatine kirin û got: “Me jî serlêdanên sûc kirin lê bêencam man. Divê lêpirsînên bibandor bên destpêkirin.”
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) rapora xwe ya têkildarî zext, îfadegirtinên bi rêya gefxwarinê, sîxûrkirin û bûyerên revandinê yên di navbera salên 2022-2024’an de eşkere kir. Rapor, li navenda giştî hate eşkerekirin û rêveerên komeleyê tev li daxuyaniyê bûn. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban daxuyanî xwend û got ku bi OHAL’ê re êrişên li dijî maf û azadiyan zêde bûne. Kuçukbalaban bal kişand ser serlêdanên ji ÎHD’ê re hatine kirin.
Kuçukbalaban, da zanîn ku serlêdanên ji bo wan hatine kirin tenê aliyê bûyerên diqewimin ên xuya dikin in û got ku kesên gef lê tên xwarin û rastî zextê tên, tiştên bi serê wan hatin bi malbatên xwe re jî parve nakin. Kuçukbalaban, got: “Dibêjin qey dê wiha xwe biparêzin. Gelek caran ji bo serlêdanên sûc lêkolîneke baş nayê kirin û faîl nayên dîtin. Bi vê hincetê biryara neşopandinê didin. Serî li tevdîra parastina canê welatiyan nadin. Lewma gelek kes serlêdanan nake û welêt diterikînin.”
JI BO 52 SERLÊDANAN TU LÊPIRSÎN NEHATINE DESTPÊKIRIN
Kuçukbalaban, diyar kir ku wan serlêdanên ji komeleyê re hatine kirin ji Wezareta Karên Hundir, Komîsyona Çavdêriya Hêzên Ewlekariyê û Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê re şandine lê ji sala 2019’an heta niha 52 serlêdanên me nehatine qebûlkirin û lêpirsîn nehatine destpêkirin.
'DI 3 SALÊN DAWÎ DE 87 SERLÊDAN HATIN KIRIN’
Bi domdarî Kuçukbalaban destnîşan kir ku di navbera salên 2022 û 2024’an de ji komeleya wan re ji ber sîxûrkirin û revandinê 87 serlêdan hatine kirin. Kuçukbalaban, got ku kesên xwe weke polîs didin naskirin têkildarî malbat, kar, te tenduristî û jiyana taybet gefan li welatiyan dixwin, welatî di dema binçavkirinê de bêyî parêzeran îfadeyên wan tên girtin û sîxûrtî lê tê ferzkirin. Her wiha Kuçukbalaban anî ziman ku gelek caran welatî tên revandin, îşkence û muameleya xerab lê tê kirin.
Herî dawî jî Kuçukbalaban pêşniyarên komeleyê ku di rapora berê de hatibûn eşkerekirin, rêz kir.