Ji Wezareta Dadê re bang kirin: Deriyên Îmraliyê vekin
- polîtîka
- 14:08 22/12/2022
Parlamenterên HDP’ê di çalakiya xwe ya rûniştinê ku di roja duyemîn de li ber Wezareta Dadê didomînin ev bang kirin: “Deriyên Îmraliyê vekin.”
Parlamenterên HDP’ê di çalakiya xwe ya rûniştinê ku di roja duyemîn de li ber Wezareta Dadê didomînin ev bang kirin: “Deriyên Îmraliyê vekin.”
Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel diyar kir ku ew di têkoşîna li dijî tecrîdê de bi biryar in û got: “Rojeva me ya sereke mîsogerkirina azadiya gelê kurd û birêz Ocalan e. Ji bilî vê tu rêyek din nayê qebûlkirin.”
Nûnerên Tifaqa Ked û Azadiyê diyar kirin ku dê di vê hilbijartinê de desthilatê bişînin û pergaleke nû ava bikin.
HDP’ê parastina xwe ya têkildarî xistina parlamenteriya Semra Guzel a li Lijneya Giştî ya Meclisê temam kir. Dê biryara derheqê Guzel de sibe were dayîn.
Parlamenterên HDP’ê ku îro çûn ber Wezareta Dadê ragihandin ew ê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her roj li ber Wezareta Dadê çalakiya rûniştinê li dar bixin.
Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî diyar kir ku betalkirina parlamenteriya Semra Guzel tê wateya tunehesibandina îradeya kurdan û got: “Ev di şexsê Semra Guzel de kûmpaseke ku hatiye çêkirin e.”
Li Desteya Giştî ya Meclisê hevdîtin li ser biryara betalkirina parlamenteriya Semra Guzel a Parlamentera HDP’ê ya Amedê tê kirin.
Rêxistina HDP’a Edeneyê ji bo mîtînga “Ji Şer û Xizaniyê re na” ku dê di 24’ê kanûnê de were lidarxistin amadekariyên xwe didomîne.
Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Serhat Eren diyar kir ku tu hêcetek mafdar ku hesabê partiya wan ê xezîneyê were blokekirin nîne û got: “Divê AYM daxwazê red bike. Divê tavilê dest ji vê daxwaza blokekirina hesabê me bê berdan.”
Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû bertek nîşanî dorpêçkirina Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar da û wiha got: “Ên ku li dijî neheqiyê bêdeng dimînin, şeytanên bêziman in. Em ê bi hev re têbikoşin.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bal kişand ser têkiliya di navbera tecrîda li Îmraliyê û polîtîkaya şer û neçareseriyê û wiha got: “Divê li dijî krîzên siyasî, hiqûqî û însanî ku roj bi roj mezintir dibe, parêzer û malbat tavilê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.”
Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Tayip Temel diyar kir ku di navenda berxwedanê de têkoşîna li dijî tecrîda li Îmraliyê heye û got: “Ji bo tecrîd bê rakirin, em ê hemû hêza xwe sefer bikin.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bertek nîşanî êrişa polîsan a li dijî partiya wan da û wiha got: “Dê bersiva şimaqa duh hatiye avêtin li ser sindoqê were dayîn. Em ê yek bi yek hesabê hemû derhiqûqiyan bipirsin.”
Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû bertek nîşanî dorpêçkirina Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar da û wiha got: “Ez vê eybê şermezar dikim.”
HDP’ê şimaqa ku polîs li Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu xist, şermezar kir û got: “Divê şimaq di guhê hemû partiyên siyasî ku li welat îdiaya guhertinê dikin de çingîniyê bike û bikevin nava liv û tevgerê.”