Ceylan: Ev pêvajoya man û nemanê ye
- polîtîka
- 15:25 09/5/2022
Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan diyar kir ku îktidara Tirkiyeyê û pergala serdest dixwaze sedsalên din jî bi kurdan bide windakirin û got: “Ev pêvajo, pêvajoya man û nemanê ye.”
Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan diyar kir ku îktidara Tirkiyeyê û pergala serdest dixwaze sedsalên din jî bi kurdan bide windakirin û got: “Ev pêvajo, pêvajoya man û nemanê ye.”
Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr îdiaya ku dê Medreseya Sor dewrî komeleya di bin kontrola Hatîce Atan a AKP’î bê kirin, xist rojeva Meclisê.
Endamê Meclisa Partiyê yê HDP’ê Emîralî Turkmen ê di Konferansa Herêma Anatoliya Navîn de axivî diyar kir ku serdema pêşiya wan serdema têkoşîna hevgirtî û hevpar e.
DBP, Partiya Şoreşger, ESP, SODAP, SYKP û Partiya Çepgir a Kesk, li dijî êrişên ser HDP’ê bang li hêzên ked û demokrasiyê kirin û ev tişt gotin: "Em banga parastina mafê siyasetê yê HDP'ê dikin."
Koma Tifaqa Kurdistanî bertek nîşanî erîşa ser HDP’ê da û wiha got: “Divê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu îstîfa bike û polîsên êrişkar jî ji peywirê bên girtin.”
6 partiyên siyasî têkildarî provakasyona li hemberî HDP'ê daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku HDP ne bi tenê ye û wiha hat gotin: "Demildest bila dorpêça polîsan bê rakirin. Demildest divê derbarê kesê ku gef li Ayşe Acar Başaranê xwar lêpirsîn bê destpêkirin û bê darizandin."
Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran ku polîsan gefa kuştinê lê xwar diyar kir ku heke tiştek bi serê kesekî li partiyê were, berpirsyar Wezîrê Karên Hundir û hikûmet e. Başaran bi berdewamî wiha got: “Serkêşê provokasyonê, Wezîrê Karên Hundir û desthilatdariya AKP-MHP’ê ye.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê di civîna danasîna kampanya “Mafê Welatîbûna Wekhev ji bo Elewiyan” de axivî û diyar kir ku mifteya çareseriya polîtîkayên înkar û cihêkariyê “welatîbûna wekhev e.”
Parlamenterê Partiya Kesk Ross Greer ê ku endamê Parlamentoya Îskoçyayê te têkildarî rakirina parêzbendiyên parlamenterên HDP’ê pêşniyazname yek da Parlamentoya Îskoçyayê û bang li hikûmeta Tirkiyeyê kir ku li gorî biryarên DMME’yê tevbigere.
CHP û Partiya Pêşerojê di çarçoveya pîrozbahiyên Cejna Remezanê de çûn serdana HDP’e.
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar bi wesîleya Cejna Remezanê peyamek parv kirin û wiha gotin: “Hêvîdarin ku ev Cejna Remezanê li welatê me, herêm û cîhanê bibe wesîleya aştî, aramî, edalet û têkoşîna hevpar. Em ji bo vê têdikoşin û baweriya me xurt e.”
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, destnîşan kir ku desthilata AKP'ê hewl dide emrê xwe bi şer dirêj bike û got ku gel destûr nedin polîtîkayên şer.
Hevseroka DBP’ê Saliha Aydenîz operasyona ku artêşa tirk bi hevkariya PDK’ê li başûrê Kurdistanê daye destpêkirin nirxand. Aydenîz, hevkariya PDK’ê weke “îxanet” pênase kir û wiha got: “PDK bi helwesta xwe zirarê dide yekitiya neteweyî ya gelê kurd.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku ji bo îktidar xwe li ser pêya bigire şer didomîne û got: “Îktidara ku her tim xwe ji krîz û şer têr dike, şer vediguhezîne Rojhilata Navîn dike.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, destnîşan kir ku Tirkiye ber bi pêşerojeke tarî ve diçe û anî ziman ku xelasî di Tifaqa Demokrasiyê de ye.