HDP’ê biryar girt ku bimeşe Enqereyê
- polîtîka
- 12:20 06/6/2020
HDP li dijî darbeyên siyasî yên îqtîdarê biryara “li ber xwe dan” girt û “Meşa demokrasiye ya li dijî darbeye” ber bi Enqereyê ve dide destpêkirin.
HDP li dijî darbeyên siyasî yên îqtîdarê biryara “li ber xwe dan” girt û “Meşa demokrasiye ya li dijî darbeye” ber bi Enqereyê ve dide destpêkirin.
Hevserokê HDP’ê yê berê ku niha li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî ye Selahattin Demirtaş, bi minasebeta 5'emîn salvegera 7'ê Hezîranê nameyek şand. Demîrtaş, bang li gel kir û xwest her kes li dora HDP'ê bibin xelek.
Siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle, diyar kir ku ji ber sedemên siyasî girtina parlamenteran kiryarên xweser ên faşîzmê ne û got: “Bloka desthilatdariya faşist, ji bo ku emrê xwe dirêj bike, van kiryaran dike. Lê tu feydeya tirsê tuneye.”
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, têkildarî betalkirina parlamenteriya parlementerên HDP'ê Leyla Guven û Mûsa Farisogulari de anî ziman ku a hatiye kirin darbe ye û got:"Ji me kesek tenê jî bimîne, wê ev têkoşîn dewam bike."
Rêveberên EMEP, ESP û SYKP’ê betalkirina parlamenteriya sê parlamenteran wek “sazîbûna faşîzmê” ya AKP-MHP’ê nirxandin û ew ê bi têkoşîna hevpar ji vê yekê re bêjin raweste.
Ji 2'ê Adara 1994'an heta niha li Meclisa Tirkiyeyê li dijî partiyên Kurdan 3 darbeyên siyasî pêk hatin. Disa piştî partiyên Kurdan şaredarî bi dest qistin qeyûm tayînî ser dehan şaredariyên Kurdan kirin û hevşaredraên wan girtin. Bi hezaran siyasetmedarên Kurd hatin girtin û hatin berdan. Herî dawî di 4'ê Hezîranêde wekîltiya 2 parlamenterên HDP'ê û yekî CHP'ê betal kirin û girtin.
Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê Leyla Guven ku wekîltiya wê betal kirin û girtin, beriya bê girtin axivî. Guven, diyar kir ku darbeya li meclîsê divê tenê wekî betalkirina parlamenteran neyê zanîn û got: "Ev eniyek faşîst e. Divê em li dijî vê eniya faşist têbikoşin. Ji xeynî têkoşîna li dijî faşîzmê şensek me ya din tune ye. Çareserî bu muzakereyên bi Birêz Ocalan pêkan e. Divê deriyê Îmraliyê bên vekirin."
Meclisê piştî parlamenteriya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Musa Farisogullari û parlementerê CHP'ê Enîs Berberoglu xist, navê wan bi lez ji malpera Meclîsa Tirkiyeyê (TBMM) rakirin.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mithat Sancar, diyar kir ku belgeya wan a helwestê destêk bû û wiha got: "Em ê plana çalakiyên demokratîk pêş bixin. Em ê têkoşîna demokratîk li ser axê pêş bixin û vê têkoşîna demokratîk heta sindoqan mezin bikin."
Partiyên muxalefetê bertek nîşanî yasaya berfirehkirina notirvaniyê da. HDP vê yasayê wek “hêzên paralel” pênase kir û CHP’ê jî got “Çima qey milyonek hêzên çekdar têr nakin?”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê dema berê û aborîzan Sezaî Temellî, diyar kir ku rewşa krîzê ya di aboriyê de, mîna tundiya aboriyê bandorê li civakî kir û got: “Ev tundî, li bajarên kurdan qat bi qat zêdetir bû. Li bajarên kurdan tundiya aboriyê mîna ‘Stratejiya şerê taybet’ tê bikaranîn.”
Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku di bûyera Bariş Çakan de gumanên wan hene û got: “Di qanalen televîzyonan û hin yekîneyên desthilatê de dadgeh hatine avakirin, biryar hatiye dayîn û sedemên bûyerên tên aşkerakirin.”
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, belgeya xwe ya helwestê û xeta stratejiya dema nû aşkere kirin û banga yekitiya hêzên demokratîk kirin.
Parlamenterê HDP’ê Abdullah Koç, asta ku pêkanînên tundiyê hatinê weke “dewleta polis” pênase kir û ev tişt got: “AKP, bi hêzên ewlehiyê welat ber bi tundiyê ve didefîne.”
Parlementerê HDP'ê Ridvan Tûran, ji bo şideta polîsan ku di demên dawî de pir zêde bûye anî ziman ku li paşperdeya vê yekê aqlê îqtidarê heye û got: "Ji ber ku nikarin çareseriyê biafirînin, darê zorê dixin dewrê. Di dîrokê de tu îqtidaan nikaribûye bi darê zorê xwe mîsoger bikin."