Bahçelî: Em ê bi tu awayî ji pêvajoyê paşvegavê neavêjin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Devlet Bahçelî got dê bi tu awayî ji hedefa xwe ya “Tirkiyeya bêteror” paşvegavê neavêjin û ji pêvajoya dan-standinê bi temamî girtine û got: “Damezirînerê PKK’ê di vê pêvajoyê de destê xwe daniye bin kevir.”  

Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî têkildarî polîtîkayên ewlehiyê yên Tirkiyeyê, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji rojnameya Turkgunuyê re axivî. Bahçelî got: “Em ê bi tu awayî ji pêvajoya ‘Tirkiyeya bêteror’ paşvegavê neavêjin.” 
 
Bahçelî, diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destê xwe daniye bin kevir û got: “Lîderê damezirîner ê PKK’ê destê xwe daniye bin kevir. PKK’ê, di 12’ê Gulanê di çarçoveya Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibatê de ek berda û rêxistiniya xwe fesix kir. Di 11’ê Tîrmehê de jî komeke PKK’î çekên xwe şewitand. Bi taybet jî HSD/YPG’ê ku li bakurê rojhilatê Sûriyeyê bandora wê heye çek bernedaye û li gorî banga Îmraliyê ya 27’ê Sibatê tevnegeriya. Lê banga Îmraliyê ne li gel PKK’ê, ji bo hemû pêkhateyên terora dabeşkar e. Qet nebe ya em fêm dikin ev e, em bi vî awayî şîrove dikin. Divê HSD/YPG teqez li gorî mitabeqeta 10’ê Adarê ya bi rêveberiya Şamê re hatiye mohrkirin tevbigere.” 
 
'EM TEVEK MILETÊ TIRK IN’
 
Bahçelî, bi domdarî got: “Em di nava bazariyekê de nînin. Em, ji pêvajoya dan-standinê re bi temamî girtî ne. Weke Tifaqa Cumhur em ê nekevin nava tu xeletiyeke ku feslefeya damezirîner û avaker a komarê. Hemû kesên bi sedemên cuda hatine xapandin lê sûc nekirine û çalakiyên çekdarî li dar nexistine dikarin bên û malbatên xwe hembêz bikin. Komara Tirkiyeyê dilovan e. Em bi hev re Tirkiye ne, em hemû miletê Tirk in.” 
 
Bi domdarî Bahçelî got ku kesên ji hedefa Tirkiyeyê aciz “di nava tarîtî, qurnazî û kompasê de ne û got: “Hedef mezin e, paşdemayîna vê hedefê, serîtewandina li hemberî tawîz û teslîmbûnê ye.” 
 
'DIVÊ EM TIRSÊ DEYNIN ALIYEKÎ’
 
Bahçelî, got: “Ji bo hevrûbûnê hewcehî bi cisaret û xwebaweriyê heye. Hevrûbûn, ne kiriyarekî yekalî ye. Bi hevrûbûnê re em dikarin hizûrê bi dest bixin. Em tirsê bidin aliyekî. Em kesên fesadiyê belav dikin, bi operasyonên binhişê demê derbas dikin, yên bûne amûrên biyaniyan û berevajîkirinên medyayê ji rojevê derxînin. Di bin sîwana dewleta millî û unîter de em xwişk-biratî û pariyê nanê xwe bi hev re mezin bikin.” 
 
HIQÛQA XWIŞK-BIRATIYÊ...
 
Bahçelî, wiha domand: “Tunekirina tovên nîfaqê yên di navbera Tirk û Kurdan de ku berhema emperyalîzmê ne û hilweşandina bariyerên cihêkariyê ku dixwazin bixin navbera hiqûqa xwişk-biratiyê, armanca esasî ya hedefa ‘Tirkiyeya bêteror’ê ye.”